‘Serkeftin dê bibe ya gelê Kurd’


KCK’ê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ji çareseriya pirsgirêka Kurd dûr ketiye, her carek mînaka Tamîlê dide û bi vê yekê amadekariya komkujiyek nû li dijî civakê dike. KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku AKP’ê bi tu awayî guhdarî bangên ji bo çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekiriye.
KCK’ê bi bîr xist ku 4 hefte ne ku hikûmeta AKP’ê hevdîtina bi Ocalan re asteng dike û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê tu carî dest ji tesfiyekirina tevgera azadiyê berneda û dest bi zext û gefên li ser Ocalan kir.
KCK’ê got ku armaca sereke ya AKP’ê ew e ku Kurdan teslîmê bigire û diyar kir ku hikûmeta Tirk bi van kiryarên xwe yên dawiyê şovenîstî, komkujî û nijadperestiya xwe nîşan daye.
‘Mînaka Tamîlan li Kurdistanê nabe’
Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin: „Di vê demê de hikûmeta AKP’ê tu carî nikare pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser bike. Tiştek wiha qet û qet ne mumkun e. Mînaka komkujiya Tamîlan li Kurdistanê bi tu awayî pêk nayê, berovajiyê wê, dê Kurdistan ji hêzên dagirker re bibe goristan. Gelê me û tevgera me xwedî hêza xweparastinê ye, her wiha di wê astê de ye ku dikare bi Şerê Gel ê Şoreşgerî encaman bi dest bixe. Wê gerîlayên azadiya Kurdistanê, ciwanên egîd ên Kurd û jinên serhildêr ên Kurdistanê li qadan û bejahiyan bimeşin û wê ev polîtîkaya AKP’ê li hemberî berxwedana wan bin bikeve. Wê bi perspektîfa Xweseriya Demokratîk çareserî pêk were û Rêbertiya me azad bibe.“
‘Sekna gelê Kurd pîroz e’
KCK’ê di daxuyaniya xwe de her wiha li ser helwesta gelê Kurd a li dij dagirkerî û êrîşan jî rawestiya û ev peyam hate dayin: „Gelê welatparêz ê Kurdistanê li hemû parçeyan û derveyê welêt, li hemberî şerê topyekun ê hikûmeta AKP’ê xwedî seknek bi rûmet in û berxwedaneke pîroz nîşan didin. Ji ber ku ev êrişa bi navê dagirkeriyê ji aliyê Îranê ve li hemberî hemû destkeftinê Kurdan pêk hat. Bi van êrişan hewl didin ku Kurdan bikin û kole bê îrade bikin. Ji ber wê jî divê hêzên Kurdistanî bibin yek û bibin xwedî helwestek, wê ev yek vê hewldana dagirkeriyê bin bixe û gelê me bigihîne serkeftinê. Her çendî me ew qas ji bo çareseriyeke demokratîk ewqas bangawazî kir, bi tundiyê bersiv dan û ev jî feresata tunekirinê ya dagirkeriyê ye. Ji ber wê jî yekitiya Kurdan û bi rûmetbûn û bi namûsbûn deynê me hemû Kurda ye.“
‘Nerazîbûn divê bibin serhildan’
KCK’ê her wiha ji gelê Kurd xwest bi serhildanê bersivê bide êrîşan û ev bang kir: „Divê gelê me Bakûrê Kurdistanê û her derê nerazîbûna xwe ya civakî bi serhildanan nîşna bide, her wiha vîna xwe ya ji bo avakirina Xweseriya Demokratîk nîşan bide. Divê ciwanên Kurd ên egîd di vê pêvajoya finale de di nava refên gerîlayan de cih bigirin û tişta dikeve ser milê wan pêk bînin û bersiva herî xurt bidin hêzên dagirerk. Em bang li hemû sazî û rêxistinên Kurdistanê dikin ku li ser esasê daxuyaniyên Rêberê yên ji bo çareseriyê bikevin nava tevgerê û vîna civakî nîşna bidin, lê Rêbertiyê xwedî derbikivin, her wiha tekoşîna ku nêzî azadiyê bûye xurt bikin.“
Ji bo aştîxwazan bang
Di dawiya peyamê de ev bang li aştîxwazên Tirkiyeyê jî hate kirin: „Em bang li hemû alî û derdroên yekitî û aşitiya Tirkiyeyê dixwazin ku li hemberî vê cote standartiya hikûmeta AKP’ê û polîtîkaya wê ya tundiyê bê deng nemînin, terora dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li Kurdistanê şermezar bikin û xwedî li xeta çareserî û demokrasiyê derbikevin.“
‘3 gerîlayan jiyana xwe ji dest da’
Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê îro daxuyaniyek da û ragihand ku di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk de 3 gerîlayan li Behdînan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha KCK’ê êrişa duh li Qendîlê sivîl têde jiyana xwe ji dest dan û ji malbata kesên jiyana xwe ji dest dan û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. KCK’ê ragihand ku di encama êrişên hewayîn artêşa Tirk ku 6 roj in didome de li herêmê Behdînan 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “6 roj in êrişê hewayî yên li ser herêmê bê navber berdewam dikin û gihiştiye asta şerekî mezin,, her wiha bi pratîzekirina şer dest bi şerê tunekirina gelê me hatiye kirin. Ev êrişa berfireh ziyanek pir mezin daye gund û xelkê Başûrê Kurdistanê. Neta niha tenê li Behdînan 3 gerîlayên me jiyana xwe ji dest dane. Weke din hêzên me tu windahî nedaye. Lê ev êriş ziyanê didin xwezaya Kurdistanê, bax û xaniyên gelê me. Her wiha gelek gund rasterast bûne hedefa êrişan. Di encama van êrişan de gundiyên Kurd ên li Heftenûn, Metina, Zap, Avaşin, Gare, Xakurkê, Xinêre û Qendîlê bi zoriyan re rû bi rû ne, û bi van êrişa hewl didin ku gelê me koçber bikin.”
Peyama sersaxiyê
KCK’ê di daxuyaniyê de komkujiya li Qendîlê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku wê hikûmeta AKP’ê hesabê vê komkujiyê bide. Di daxuyaniyê de wiha hat got; „Di encama êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk de, duh li ser riya Qendîl û Ranyayê de 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 mirovên me hatine şehîdkirn. Beriya her tiştê em sersaxiyê ji bo hemû malbatên bi rûmet ên kesên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane, hemû gelê me yê leheng ê Qendîlê û hemû gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Hikûmeta AKP’ê ya ku bi awayeke hovane malbat û zarokê me qetil dike wê hesabê bide. Her wiha kesên ku destûr dane ku balafirên şer ên artêşa Tirk sînor derbas bikin, pêşî DYA û hikûmeta Iraqê jî berpirsê vê komkujiyê ne. Dewleta Tirk li hemberî daxwazên gelê me yên rewa terorek bê sînor bi kar tîne û bi tu awayî ev hewldan û hovitiya wî encam nagirin.”
ANF/BEHDÎNAN
