Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tenê ji Ocalan re nîn e û got ku ev tecrîd li dijî hêzê Tirkiyeyê yên aştiyê dixwazin e. Onder da zanîn ku tecîrda li dijî vîna gel pêktê bêrûmetiya li gel e. Onder bi lêv kir ku ew wekî kom ji bo vê tecrîdê ji holê rakin û li her qada jiyanê aştî pêktê berpirsiyar in.
Parlamenterê BDP’ê yê Mersînê Ertugrul Kurtçu destnîşan kir ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û wiha pê de çû:”Ji rastiya nayê revîn. Ocalan li wir e. Nêrînên û ramanên wi hene û gel van ramanan dişopîn e. Tirkiye mecbûra riyên bi van re bijî peyda bike.”
Parlamenter Hasîp Kaplan jî balkişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Li wir tiştên Birêz Ocalan gotin gelek girîng in. Birêz Ocalan got, ‘Me pêvajo nexitimand. Dîsa li gel hemû neqeiyan heke me gavekî erênî bibînin em dê bibin alîkar.’ Ev yek gelek girîng e. Tecrîd şer zêde dike. Divê demildest hikûmet ji vê şaşiyê vegere. ”
Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kurt jî wiha got: “Divê berî herî tiştî Birêz Ocalan di malê de bê girtin. Şertên wî hêj baştir bikin û da ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hêj aktîf cih bigire.”
Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan têkilarî mijrahê nerînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de dewlet dixwaze gelê kurd bixe bin tercîdê. Aydogan derbarê mijarê de wiha axifî: “Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd aktorê herî bingehîn û yekem e. Banga me ji bo hikûmetê ew e ku demildest tecrîda li ser Birêza Ocalan rakire û careke din pêvajoya diyalogê bidin dest pê kirin. Navnîşaneya çareseriyê Îmraliyê”

Parlamenterê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî wiha got: “Di şexsê Birêz Ocalan de gelê kurd nayê nazîn û tên tunekirin. Ev yek cehaletek e. Ev gel gelê 30 sal berê nîn e. Niha bi awayekî niyeteke baş disekin e. Lê heke gaveke erênî neyê avêtin dê berxwedana topyekûn dest pê bike. Wê demê dê li her aliyê Tirkiyeyê şer bê jiyîn.”

DÎHA/ENQERE