
Bayik bal kişand li ser xetereyên li pêşiya pêvajoyê û xwest her kes ji bo serkeftina pêvajoya çareseriya demeokratîk hewl bide û ev tişt got: “Ger em vê pêvjaoyê bi ser nexin, li pey wê xeteriyên gelek mezin hene. Ji bo ev yek çênebe divê her kes baldar be.”
Bayik da zanîn ku gotûbêjên li ser pêvajoya aştiyê tenê bînin bi mijara vekişînê ve girê bidin, ev yek şaş e û wiha axivî: “Agirbest, vekişîna gerîlayan bi tevahî parçeyek çareseriya siyasî ye. Ger li ser çaverisyê nîqaş bên kirin dê xizmeta pêvajoya aştiyê bike, dê gelek bi wate be.”
Cemîl Bayik bal kişand li ser girîngiya biryara meclisê ya ji bo pêşketina çareseriya demokraîk jî û diyar kir ku divê koma mirovên aqilmend ji aliyê hikûmetê ve neyê diyarkirin, divê komeke bê alî û serbixwe bê avakirin.
Şert û mercên Ocalan
Bayik ku diyar kir ku muzakere tenê dikarin bi şert û mercên wekhev bên birêvebirin, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi aliyê din re ne di heman şert û mercan de ye û wiha axivî: “Ger dê çareseriya demokratîk çêbibe, divê Rêber Apo bikarbe bi her kesî re hevdîtinan bike.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik bal kişand ser nîqaşên hin aliyan ku dibêjin ‘Piştî daxuyaniya Ocalan, PKK’ê bi AKP’ê re li hev kir û elewiyan li derve hişt’ jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek zêdetir ji aliyê navenda şerê taybet û hin endamên desthilatiyê ên ji gel û baweriyên cuda ve tên pêşxistin. Ji ber ku xeta Rêber Apo beşên jêr ên civakê esas digire.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik berxwedana PKK’ê ya li hemberî stratejiya tunekirinê jî bi bîrxist û aşkera kir ku piştî vê yekê nêrîna aliyên demokrat, sosyalîst û bindest ên li hembeî PKK û gelê Kurd guherî, bi PKK û Kurdan re piştevanî çêbû. Bayik destnîşan kir ku rejîm ji ber vê yekê tirsiya, lewma hin daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berevajî dikin.
Ji bo vekişînê guhertina qanûnî
Cemîl Bayil mijarên vekişîn û agirbestê yên piştî banga Rêberê Gelê Kurd jî nirxand û wiha pêde çû: “Jixwe me ji raya giştî re ragihand ku ew destekê didin vê hemleya ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin, me got em jî di nava vê yekê dene. Ger Parlamento tedbîrên qanûnî bigire, qanûnan biguherîne, vekişîn jî dê li ser vê esasê dest pê bike.”
Bayik zimanê hikûmeta AKP’ê yê şerxwez jî rexne kir û diyar kir ku dewleta Tirk “li ser esasê rejîma şer hatiye avakirin. Ji ber wê jî her tim dijminan diafirîne, her tim dewleteke di nava şer de ye. Ger wisa nebe ev dewlet nikare bimeşe, dê hilweşe. Binêrin, heta niha jî gotinên weke ‘terorîst, terorîzm, serokê terorêst’ bi kar tînin. Ev axaftin rê li pêşiya civaka şovenîst vedike.”
Tecrîda Îmralî
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand li ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li çela mirinê ya Girava Îmraliyê jî û ev tişt got: “Tişta ku divê bê kirin ew e ku divê Rêberê me azad bibe. Niha behsa çareseriyê dikin. Çareserî bi muzakereyên di şert û mercên wekhev ên her du aliyan de pêk tê. Niha dewleta Tirk bi gelek saziyên piştevaniyê re dixebite, dinirxîne, li gorî wê polîtîkaya xwe diyar dike. Lê li aliyê din jî Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye, tenê heyeteke BDP’ê diçe wir pêre hevdîtinê dike, ew jî çend mehan carekê diçe û tenê çend saetan hevdîtin dikin.” Bayik diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd ne tenê bi BDP’ê re, bikare bi her kesî re hevdîtinê bike. Bayik bi lêv kir ku divê Rêberê Gelê Kurd bi wan re jî hevdîtin êbike. Li Tirkiyeyê divê bi aliyên sosyalîst, demokrat, elewî, ermeniyan û aliyên bindest re, bi jinan re bi beşên din ên civakê re hevdîtinê bike û bi awayekî berfirehî projeya çareseriya demokratîk bi pêş bikeve.
Îqnakirina gerîlayan
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik der barê nîqaşên li ser ‘razîkirina’ gerîlayan a ji bo vekişînê jî ev tişt got: “Belê, ne tenê pirsgirêka razîkirina hêzên me heye. Li Tirkiyeyê jî divê hêzên demokratîk û aliyên bindest bêne razîkirin. Di vê mijarê de gumanên gelek derdorên cûda hene.”
Bayik aşkera kir ku ger ew vê pêvjaoyê bi ser nexin, li pey wê xeteriyên gelek mezin hene. Ji bo ev yek çênebe divê her kes baldar be. Bayik da zanîn ku gotûbêjên li ser pêvajoya aştiyê tenê bînin bi mijara vekişînê ve girê bide, ev yek gelekî şaş e.
Bayik daxuyaniyên Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, Ewropa, DYA û welatên din yên ji bo pêvajoya çareseriyê bi erênî nirxand û wiha berdewam kir: “Helbet dê her kes bêje ew piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikin. Lê ya girîng ew e ku ev dê ji daxuyaniyan zêdetir bi awayeke şênber piştgiriyê bidin çareseriyê an na.”
Polîtîkaya Tirkiyeyê
Bayik li ser pirsa ‘Polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî şoreşa rojavayê Kurdistanê tê zanîn. Gelo dê li gel vê pêvajoyê guhertinek di van polîtîkayan de çêbibe?’ jî ev bersiv da: “Bi rastî, ger li Bakur ji bo çareseriya demokratîk a siyasî ya pirsgirêka Kurd pêngav bên avêtin, dê bandorê li Rojava jî bike. Her wiha dê guhertin nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava de jî çêbe. Lê ger pêngav di warê çareseriyê de neyên avêtin tu guhertinek di nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava de jî çênabe. AKP dixwaze hemû Kurdan di bin sîwana xwe de kom bike. Dixwazin pêşî li van pêşketinên li Rojava bigire. Polîtîkaya ji PYD’ê re na, ji Kurdan re er ê xapandin e. Dixwazin qaşo bi vê yekê Kurdên din bikin dijberê PYD’ê û pevçûnên Kurd û ereban derbixin.”
Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsa der barê bendewariyên ji başûrê Kurdistanê jî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tişta ku em ji her kesê/î dixwazin ew e ku destekê bidin pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Divê ev yek tenê bi daxuyaniyan re ne sînordar be, divê her kes berpirsyariyên xwe yên ji bo bidestxistina encamê pêk bînin û herî zêde jî divê başûrê Kurdistanê berpirsyariyên xwe di pratîkê de bîne cih. Em ji her kesê li benda vê yekê ne, lê bendewariya me ya ji Başûr zêdetir e. Divê ne tenê daxuyaniyan bidin, divê ji bo çareseriya pirsgirêkê di pratîkê de destek bidin û riya çareseriyê xweştir bikin.”
Kongreya neteweyî
Bayik mijara herî girîng kongreya neteweyî ya ji bo gelê Kurdistanê jî nirx û ev tişt got: “Divê ji bo pêkanîna kongreya neteweyî pênagv bên avêtin. Ger pêngaveke wiha bê avêtin, ev yek dê feydeyê bide çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakur. Şert û mercên vê yekê hene. Her wiha hemû Kurd ji bo vê yekê amade ne, ger ew bixwazin pêngavên pratîk biavêjin, dê desteka herî mezin bidin çareseriyê.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku çi dibe bila bibe şansê vê pêngavê yê ji bo serkeftinê pir zêde ye û wiha got: “Lê divê em nebêjin şanseke zêde heye û em xwe bixapînin. Divê hemû xeterî û lewaz jî li ber çavan bên girin û bi vî awayi nêzîkê pêvajoyê bibin. Ger em vê pêvajoyê bi ser nexin, li pey wê xeteriyên gelek mezin hene. Ji bo ev yek çênebe divê her kes baldar be. Ev yek dê ne tenê ji bo PKK û bakurê Kurdistanê xeter be, dê ji bo hemû Kurdan û hemû gelên herêmê xeter be.”
ANF/BEHDÎNAN