HPG’ê di daxwiyaniya xwe de bi bîr xist ku ‘Şeva 29’ê Berfanbara 2011’an dewleta TC’yê (komara Tirk) li dijî însanên me yên kasibkarî û bazirganiya sînor dikin, komkujî pêk anî’ û bal hat kişandin ku komkujî, di encama biryara li civîna MGK’ê (Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirk) de bi awayek zanatî hatiye girtin de pêk hatiye.
‘Dewleta Tirk hînî tevkujiyê bûye'
Fermandariya Biryargeha HPG’ê di daxwiyaniya xwe de diyar kir ku armanca Komkujiya Roboskiyê ‘Çavtirsandina gelê Kurd e’. Di vî warî de HPG’ê got: “Ji pêkhatina vê komkujiyê derdikeve ku nîqaşên Komkujiya Mereşê, lêborîna Terteleya Dêrsimê, hemû derew in û ji bo xapandin û xalifandinê ne. Ev dewleta faşîst a çep û rastê wê nediyar e, dîroka wê bi komkujiyên wiha tije ye. Komkujiyên ku dewleta TC’yê di sedsala 20’em de pêk aniye, çi qas tawanek/sûcek mezin a mirovahiyê ne, êdî her kes dibîne û gotûbêj dikin. Me li Dêrsim, Zîlan, Kendakola, Kortek û herî dawî jî li Roboskiyê dît ku çawa dewleta TC’yê bi çekên komelkuj komkujiyan pêk tîne.”
HPG’ê da zanîn ku daxwiyaniyên AKP û TSK’ê yên tên wateya ‘bi xeletî çêbû’ ji rastî û heqîqetê dûr in û wiha pêde çû: “Gotinên rayedarên dewleta Tirk ên ‘bi şaşî çêbû’ ji binî ve derew in. Berovajîkirin e. Komkujî li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye, cihê bûyerê li ku Heftanîn-Sineht li ku. Cihê komkujiyê û Sinahtê bi dehan kîlometir ji hev dûr in.
Ev riya ku xelkê me bi kar tîne, bi tu awayî gerîlayên me bi kar nayîne. Ev riya tenê ji aliyê karwan û kasibkaran ve tê bikaranîn. Mirovên me yên ku ji komkujiyê rizgar bûn, gotin ku leşker û fermandarên rejîmê yên li Şirnexê baş dizanin ku xelkên vir kasibkariyê û bazirganiya sînor dikin.”
Fermandariya Biryargeha HPG’ê destnîşan kir ku komkujî bi qestî û ji bo çavtirsandina gelê Kurdistanê pêk hatiye û wiha pêde çû: “Di rastiya xwe de komkujiya ku ji aliyê dewleta faşîst a TC’yê ve şeva 29’ê Berfanbaran/Kanûna 2011’an pêk hat bi qestî û zanatî ye û armanc, çavtirsandin e.
Berpirsên yekem ên vê komkujiyê Erdogan e, Arinç e, Necdet Ozel kîmyewî ye, Îdrîs Naîm Şahîn û Serokomarê rejîmê Abdullah Gul e.” HPG’ê di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo rejîma Esad gotibû ku ‘Dewletek hemwelatiyê xwe nakuje’ û wiha berdewam kir: “Rast gotiye. Yên ku hatine kuştin ne Tirk in, Kurd in. Hemwelatiyê dewleta Tirk nîn in. Lewra kuştina van kesan rewa hatiye dîtin. Feraseta ku rojnameger û nîgarkêşan/ressam jî ‘terorîst’ dibîne, dê bêguman hewl bide kesên ku li herî cihên asê û talde yên Kurdistanê dijîn, bikuje.”
‘Edî jiyana bi hev re zahmet bûye'
HPG’ê diyar kir ku yên ku li hemberî van komkujî û bêperwatiyên dewleta Tirk bêdeng dimînin jî herî kêm qasî dewleta Tirk berpirs in. HPG’ê got ku yên ku Saddam darizandin, îro Saddamên nûn diafirînin û Helebceyên nû tînin serê Kurdan. HPG’ê wiha domand: “Digel ev qas faşîzma ku ji aliyê Erdogan û wezîrên wî ve pêk tên, welatên Ewrûpayê û DYA’yê bi bêdengiyê û rojane piştgiriyê didê; lewra ev aliyana jî di vê komkujiyê de tawanbar û berpirs in.”
HPG’ê diyar kir ku divê bê zanîn ku êdî gelê Kurd nikare bi dewleta Tirk a ku ew qas aşkera komkujiyan pêk tîne re bijî û wiha berdewam kir: “Divê êdî neyê payîn ku gelê Kurd bi dewleta Tirk a ku tenê komkujiyan ji bo Kurdan rewa dibîne re bijî. Kes û pêkhateyên ku bawer dikin ku bi vê welatê re tê jiyîn, dê wek kesên ku stûyên xwe dirêjî celadên xwe kirin bên bibîranîn û li hemberî van pêkhateyan helwesta pêwîst bê girtin.”
HPG’ê wiha daxwiyaniya xwe qedand: “Em wek HPG’ê vekirî dibêjin û divê baş bê zanîn ku em ê hesabê vê komkujiyê ji berpirsên ku me li jor destnîşankiribûn, bipirsin. Psîkopat û nexweşên wekî Îdrîs Naîm Şahîn ên ku li her derê gelê me biçûk dixe, diqewitîne û yên ku kuştina gelê me rewa dikin divê baş bizanin ku dê hesab bê pirsîn. Heta roja îro, wek HPG em her tim amade bû ku şert û merc çi dibe bibe, canên xwe ji bo gelê xwe feda bike. Ji bo parastin û berevaniya gelê me, ji îro şûnde jî çi dikeve ser milên me em ê bi zêdeyî bikin. Em soz û belên didin ku tol û heyfa xelkên me yên ku li Kendakola, Kortek, Roboskiyê hatin şehîdxistin, ji ruh û giyanên nexweş bi zêdeyî hilînin. Em li ber însanên me yên ku di vê komkujiyê de şehîd ketine, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û em bang li gelê me dikin ku li her derê hê zêdetir yekîtiya xwe pêk bîne, bi hev re tevbigere û bi ruh û giyaneke pir mezin a serhildan û berxwedanê li dijî faşîzma Tirkatiya kesk raweste.”
ANF/BEHDÎNAN