Jinan da zanîn ku dewleta serdest bi pêkanînên xwe bi çêkirina qanûnên xwe û bi tundiya li ser jinê hêza mêran xurtike. Ev bi hêzkirin û destgirtina mêran a ji bo mêran dibe sebeba qirkirin û perçikandina jinan û ya mafên wan.
Şîdet, perçiqandin, binpêkirina mafên jinan her roj di rojevê de ye. Medyaya serdest jî bi çêkirina nûçeyên xwe û bi şîrovekirina xwe mêran mafdar derdixe û tundiya li ser jinê zêdetir dike. Nûçeya herî dawî jî nûçeya ku di manşeta rojnameya Haber Turkê de ku li ser jina bi navê Şefîka Tetîk ku di pişta wê de kêrek hebû bû mijara rexne û bertekan. Lê di der barê mijarê de Fatîh Altayli wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Min ev nûçe bi vî awayî da ku ji bo bê dîtin.” û ev şîrovê û dayina nûçeya bi vî awayî ji bû mijara nîqaşeke din.
Di vî warî de sekretera SES’e Bedriye Yorgun, aktivîsta Sosyalîst, Feminîst Kolektîfê Hatîce Erbay û endama lijneya rêveberiya ji kozayê heta hevrişmê Nûrcan Yalçin gotin ku ev şîdeta li ser jinê cara yekem pêknehatiye lê dewleta serdest û medyaya xwe jî ji bedêla ku jinê bi parêzin bi pêkanîn û bi şîroveya xwe hêza mêr a li ser jinê xurt dike. Bi gotinên serokwezîr hîn bêtir şîdet li ser jinê dijwar dibe û pêşde diçe.
Yorgun gotin anî ser serok wezîr Erdogan û wiha got: “Rojê 5 jin tên qetilkirin li ser vê ji bedêla ku ev pirsgirêka jinê bê çareserkirin bêtir wekî mijareke magazîn tê şîrovekirin. Serokwezîr derdikeve û dibêje ‘ger ku jin jî be û keç be jî tiştê divê bê kirin dê pêk bê.’Ev zîhniyeta serokwezîr tenê nabe sedema şîdeta nav malbatê ali ser jinê dibe sedema tûndiya li ser jinê a li kolanan û jin bi vê axaftin û alîkariya Erdogan li kolanan jî rastî zilm zordarî û tûndiyan tên.Wekî jinên ku rastî êrîşa polîsan tên bi bombeyên gazê birndar dibin tevî ku parlamenterin jî ji bo hêzên dewletê qet ferq nake ew jinin û bi hêza dewletê rastî tundiyê tên. Panzer bi ser jineke parlamenter de diçe lê medyaya ku herdem nûçeyên jinê wekî nûçeyên magazîn şîrove dike, vê bûyerê jî wiha şîrove dike dibê jina ku bi ser panzêrê de çû û hesabê tîraja xwe dike.”

Bedena bê rih û kirinên AKP ê
Li ser şîdeta li hemberî jinê, aktivîsta Civakî a Kolektîfê ya bi navê Hatîce Erbay nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Hemû şîdet û hemû aliyên şîdetê ji berê bêhtir bihêztire û bêhtir hovane ye.” Erbay da zanîn ku li Tirkiyeyê zêdebûna şîdetê sedema wê ewe ku çawa şîdet hatiye pêkanîn, çawa hatiye xwedî kirin bivê yekê ve girêdayi ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 30 sal in şer berdewam dike û şîdet deshilatdariya zilam diafirîne.” Jina Femînîst Erbay destnîşan kir ku hikûmeta AKPê her tim “Malbata pîroz dike” li gel vê jî pêşniyara çêkirina sê zarokan dike, bi têgeha jin, mal û zilam û bi tevahî malbatê pîroz dibîne dewlet li hember van têgehan ji şîdetê kêm nake û bêtir zêde dike. Erbay da zanîn ku zincîra kuştinên jinan wek sûc bi zelalî nîşanî me dide. Ji yên ku herî nêzî zilam destpê dike, li qereqolên taxan, dadgeh, hiqûq, mekanîzmayên dewletê, ji wezîr û çapemeniyê bigire hemû têkilhev in.”

Malbat, mêr û krîza aborî

Erbay, diyar kir ku hêza ku jinê bihêztir bike di nava malbatê de heyberbûna (nesne) xwe derbixe, pêwîstî bi polîtîkayên bihêz heye. Erbay, daxuyand ku ji bo van kuştinan tedbîra taybet û qanûnên taybet divê demildest bikevin rojevê. Endama lijneya rêveberiya ji kozayê heta hevrişmê Nûrcan Yalçin, jî balkîşand ser çapemeniyê û wiha got: “Çapemenî ji ber ku şîdetê dibîne dikare vê yekê baş binirxine û pêşkeş bike, lê belê rexê wê yê ku çawa hatiye kirin dide û ev yek jî xelete. Jinên ku negirêdayî Kooperatîfê girêdayî jinên di mal de rewşa ku dijîn ji aliyê aborî de jî girîng e.”


NAGÎHAN AKARSEL - DÎHA/ENQERE