Berxwedan di axaftina xwe de got ku di pevçûnên du rojan ku li gundê Zormixar rû dane de, hejmara kuştiyên DAIŞ’ê  85 kes derbas kirine û piraniya wan ji nasnameyên biyanî ne û di nava wan de Cezairî û Rûsî jî hebûn. Her wiha kuştiyên çeteyan ji bajarên Cerablus, Munbicê û bajaroka Şiyox (Şêxler) û 56 cenazeyên çeteyan birine bajarê Munbicê. Berxwedan di berdewama axaftina xwe de got ku şervanên wan her wiha du tangên çeteyan rûxandine û tirimpêleke ku bi bombeyan barkirî bû dema ku hewl dida derbasî gundê Xerab Eto bibe tevî kesên têde hate rûxandin û cenazeyên çeteyan hê jî li erdê ne. Li ser pirsa piştî ku dewleta Xilafeta Îslamî û desteserkirina DAIŞ’ê ji gelek çekên Iraqê re dê êrîşan li dijî herêmê zêde bike? Berxwedan wiha anî ziman: “Komên çete piştî ku gelek cebilxaneya artêşa Iraqê desteser kirin guman dikin ku bi çekên xwe vîna gelê Kurd bişkînin, lê berçav e ziyaneke giran li hermberî berxwedana gel dîtin.”
Berxwedan bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava refên YPG’ê bibin û cihê xwe di parastina axa welat bigirin û nehêlibin çete axa welat qirêj bike. Berxwedan di dawiya peywendiya xwe de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

Serferberî hat ragihandin

Li hemberî êrîşên dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê ku di 2'ê tîrmehê de dîsa dest pê kirin, Hikumeta Kobanê bi daxuyaniyekê seferberiya gîştî li herêmê îlan kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên li dijî herêmê bi nêzîkbûna salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku gelê Kurd tê de herêmên xwe rêzgar kirin re heman wextin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrîşên ku vîna gelê Kurd û hebûna wî hedef digrin û wiha hate gotin:‫" ‬Êrîşên ku ji beriya 3 rojan ve li gundê Zor Mixar ê rojavayî Kobanê dest pê kirin, tenê gundê Zormixar an jî bajar û herêma Kobanê hedef nagrin. Ew êrîş vîna gelê Kurd, hebûn û ewlehiya wî hedef digrin. Piştî DAIŞ'ê dewleta xwe îlan kir û sînorên xwe danîn teqez bû ku ev rêxistina 'terorîst' li ber tu bendên exlaqî, olî yan jî mirovahî nasekine." Di berdewama daxuyaniyê xwe de hikûmetê bang li welatiyên herêmê kir ku têkevin nava rewşa seferberiyê û wiha pê de çû: "Wekî hikûmeta herêma Kobanê em bang li gelê herêmê dikin ku li hermber van êrîşên berberî û hovane bibin yek‫"‬û bang li kesên ku dikarin çek rakin kir ku tevlî çeperên parastinê bibin û herêma xwe birêzin û li gelê Kurd ê herçar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku di vê rewşa awerte ya heyî de piştgiriya herêma Kobanê û gelê wê bikin."

ANHA/KOBANÊ