Koroya Mala Jinan a Kardelenê ya Şaredariya Rezan a Amedê ku ji 8 kesan pêk tê, beriya du mehan dest bi xebatê kirin. Jinan li Mala Jinan a Kardelenê stran gotin. Di şahiya li salona civînanan a Mala Kardelenê pêk hatin de tevî nunerên saziyên jinan ên Amedê, şagirtên Mala Jinnan a Kardelenê û jinên taxê jî beşdar bûn. Temaya şahiyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bû.
Koordînatora Mala Jinan a Kardelenê Mûkaddes Alataş der barê mijarê de hestên xwe vegot û diyar kir ku ew kêfxweşiya xistina meriyetê ya projeyek din a xwe dijîn.
Alataş got; “Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, em ê di 4’ê adarê de li Amedê mitîng li dar bixin. Koroya Mala Jinan a Kardelenê jî dê di vê mitîngê de jî derbikevin ser dikê, piştî wê jî, ger daxwaz ji me re bên, dê ev koro li navçe û cihên din jî derbikevin ser dikê.”
Alataş bal kişand ku di encama xebata du mehan a koroya jinan de, encameke pir serkeftî hatiye bidestxistin û got; “Dengê hevalê me pir xwe jî û di demek ewqas kin de performanseke ewqas baş jî nîşan da. Ev yek hêjayê pêşandanê ye. Evane ji hunermend Zîlan a di warê performancê de xwedî ezmûn perwerde didîtin.”

ANF/AMED