Endamê TEV-ÇAND´ê hunermend Xelîl Xemgîn ji bo konsera Yekîtiya Neteweyî ya li bajarê Elmanyayê Leverkusenê banga beşdariyê li hunermend, aliyên siyasî û civakî, û Kurdistaniyan hemûyan kir.
MURAT MANG / BIELEFELD
Piştî êrişên devleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê, wek Kurdistanîyan hemûyan, hunermendên Kurd li Diasporayê jî zend û bendên xwe vemalîn. Hunermend dibêjin, “Sekinandina wan êrişan bi yekitiya Neteweya Kurd dibe”. Ji bo wê, hunermendên Kurd xwestin bibin qêrîna wicdanê gelê Kurdistanê. Wan hin çalakî li dar xistin û çalakiyên wan ên hunerî hê jî diddomin. Li ser xebata hunermendên Kurd em bi endamê TEV-ÇAND´ê Xelîl Xemgîn re axivîn. Xemgîn bal bire ser armanca devleta Tirk ya li ser qirqirina Kurdan û banga yekitiya Neteweya Kurd dubare kir. Wî her wiha bang li hunermendan kir û got, werin em bibin yek.
Armanc qirqirina gelê Kurd e
Hunermend Xelîl Xemgîn êrişa qirker a dewleta Tirk ya li dijî Rojava û temamê Kurdistanê bi bîr xist û got, “Bi êrişan me dît ku vê dewletê qirqirina gelê Kurd ji xwe re kiriye armanc.” Xelîl Xemgîn hin rexne li siyasetvanên Kurdistanî jî kirin û got, “Dewleta Tirk dixwaz Kurdan qir bike, îradeya wan bişikîne û destketiyên wan tine bike. Siyaseta Kurd heta niha jî di warê yekîtiya neteweyî de ji bo hev girtina Kurdan, şêwra Kurdan, nekariye serketî be. Siyaseta Kurd divê niha rewşê baş binirxîne. Îro li Rojava tehlûkeyeke mezin heye. Li pişt perdê jî pîlan û projeyên dewleta Tirk ên tinekirina destketiyên Başurê Kurdistanê jî hene. Ez bawer dikim ku civaka Kurd ji rêveberiyên xwe yên sîyasi baştir vê tehlûkeyê hîs dike û dibîne. Gelê Kurd bi pratîka xwe ji mêj bûye yek, divê siyaset jî bibe yek. Kesên ku xema pirskirêka neteweyî dikişînin, em hişyar kirin. Yanî, em ne wek hunermend, lê wek nerazîbûna wicdanê ciwakê, rabûn ser piyan.”
Divê zimanê siyasî nerm bibe
Hunermendên Kurd beriya bi 2 mehan (25´ê Mijdarê) li bajarê Elmanyayê Kolnê banga yekîtiya neteweyî kiribû. Xelîl Xemgîn li ser înîsiyatîfê got, “80 Hunermend beşdar bûn. Li wir me armanca xwe bi civakê rê parve kir. Em hunermend dixwazin bi hev re tev bigerin. Ji bo ku em karibin qada siyaseta Kurd hinekî bi zimanê huner nerm bikin. Me xwest piştî wê civînê ew helwêst bila nemirê. Ji ber ku rexistinên Kurdî jî pişta vê helwêstê girt. Nexasim jî KCK´ê moralekî mezin hem da xebata me hem jî piştgirîyeke eşkere nîşan da. Piştî wê me xwest wê xebatê em berfirehtir bikin.”
Em dengê xwe bikin yek
Konsera ji bo yekîtiya neteweyî ya 8 Çile (Pêncşema bê) li bajarê Elmanya Leverkusenê pêk tê jî înîsiyatîfa hunermendan e. Li ser konserê Xelîl Xemgîn got, “Ev konsera me dewama nexşerêya me ye. Encama gotûbêja di nav hunermendan de ye. Em dixwazin hunermendan hemûyan hembêz bikin. Heger pirsgirêkên wan hebin, çi qasî ji destê me bê, em ê pirskirêkên wan çareser bikin. Lê em dizanin, pirskirêkê herî mezin îro qirqirina gelê Kurd e. Bi vê armancê me tekilî bi her kesî re danî. Armanca me ew bû ku em dengê xwe bikin yek. Da ku civak bi erka xwe rabe.
Hunermend nikarin yekîtiya neteweyî ava bikin. Hunermend dikarin biqîrin ji bo yekîtiya neteweyî. Ya ku di piratîkê de yekîtiyê çêke, siyaseta Kurd bi xwe ye.
Bêguman di Konsera Leverkusenê de tenê stran nayên gotin. Me reveberên siyasî ji vexwendin. Rexistinên çar parçeyan dikarin beşdar bibin. Wek çend deqîqeyan, peyama xwe bidin civakê, wê baş be. Ji dehan zêdetir hunermend tev lî konserê dibin. Di komîtê de 12 hunermend hene. Ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend hene. Bi giranî ji Başûr û Rojhilat in. Lê hunermendên ku di vê konserê de cih negirtine, lê soz dane ku siberojê tev li konseran bibin. Gelek hunermend jî ji ber kêm bûna wext me nekarî cih bidin wan.”
Rêze konser wê çêbin
Plan heye ku rêze konser li Kurdistanê û Ewrûpayê bên lidarxistin û li ser vê jî Xelîl Xemgîn got, “Wek plansazî emê rêze konseran li dar bixin. Wek konsera 8 Çile li Leverkusenê. Me hinekî ecele kir da ku ji rojevê dernekeve. Armanca me ew e ku rêxistinên siyasî, partî, komeleyên civakî organîzasyonên welê hilde ser milên xwe. Em ê ji wan komîteyekê ava bikin. Projeyan bidin pêşiya wan. Konsera duyê, ew komîte dikare organîze bike. Em dixwazin bi îradeya wan, ev konser bên organîzekirin. Li Ewrûpayê, li bajarên weke Stockholm û Berlînê jî li tiştekî wiha em difikrin. Em dixwazin, heger derfet çêbe, herin Kurdistanê. Li bajarên weke Hewlêr, Silêmanîyê, Dihok, Qamişlo, Kobanî li her derê konseran lidar bixin. Divê li Kurdistanê kesên navdar miracaetî partîyan bikin. Bila daxwaza konsera neteweyî bikin. Em ê bi dil can biçin.”
Werin bi hev re em hal bikin
Xelîl Xemgîn di dawiyê de bangewazî li hunermendan hemûyan kir û got, “Kesên ku xwe ji me dur digirin jî hene. Gumana me ew e ku aliyên sîyasî bandorê li wan dikin. Niha xwe nadin pêş. Lê helwêsta wan jî pozîtîf e. Hinek kesên navdar jî hene baweriya wan bi yekîtiya neteweyî tineye. Dibêjin, yekîtî çênabe. Divê hunermend atmosferê nerm bike. Di warê siyasî de qelsî heye, di nav hunermendan de jî heye. Ji bo me yekîtiya neteweyî girîng e. Hêviyên me jî mezin in. Karekî zehmet e lê em dixwazin vî karî tevî aliyên siyasî û civakî, hevbeş bimeşînin. Ev konser jî me wisa kiriye. Em dixwazin karmend, sazî, komelên Kurd jî hebin. Bila bên beşdar bibin da ku em karibin vê pirskirêka sedsalî hal bikin.”