Hêzên Rizgariya Efrînê HREʼê ragihan ku di encama rêzeçakaliyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran de 9 çete hatine kuştin, 2 çete birîndar bûne û wesayîtek hatiye rûxandin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya rêzeçalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeran eşkere kir.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
17ʼê Gulanê, hêzên me li herêma Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encamê de serçeteyê bi navê Ebû Amir Til Rifat jî di nav de 2 çete hatin kuştin, lê belê kuştî û brîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Hêzên me li herêma Ezazê çalakiyek pêk anîn.
18ʼê Gulanê, hêzên me li herêma Marê girtin ser çeteyên artêşa dagirker. Di encamê de 4 çete hatin kuştin.
Hêzên me li herêma Babê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sekvanî li dar xistin û çeteyek kuştin.
19ʼê Gulanê, hêzên me li navçeya Şiyê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin, çeteyek birîndar bû û seyareyekê jî derb xwar.
23’ê Gulanê, hêzên me li nêzî Pira Acer yê bi ser navenda bajarê Efrînê de li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de çeteyek birîndar bû. Li Marê jî çeteyek hat kuştin.
25’ê Gulanê, hêzên me li taxa Mehmudiyê ya bi ser bajarê Efrînê li nêzî benda kontrolê ya çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de seyareyek hat rûxandin, kuştî û brîndarên çeteyan nehat zelalkirin.
Hêzên me li ser rêya Efrîn û Ezazê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de ziyana madî çêbû.”