Li gora agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di şerên 1’ê mijdarê heta 3’yê mijdarê li gundên Mereîn, Ziyaretê û Xirêbkê yên navçeya Şêrawa a Efrîn pêk hatin de, yek jê fermandarê Lîwa El- Tewhîd Dêr Cemal Şêx Meter, bi giştî 34 çeteyên DAIŞ'ê û Lîwai El-Tewhîd hatine kuştin. Hat aşkerakirin ku Lîwa El-Tewhîd bi hemû hêza xwe alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike.
Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku roja şemiyê şervanên YPG/YPJ'ê li gundên Yazî Bax û Meerîn li dijî çeteyên DAIŞ'ê çakakî pêk anîn. Hat ragihandin ku di encama çalakiyê de 6 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin û wesayîtek doçka hatiye ruxandin. Her wiha di heman rojê de yekîneyên tangan ên YPG'ê komên çete li gundê Meerîn hedef girt û di encamê de 4 çete hatin kuştin.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku di 2 Mijdarê de çeteyên DAIŞ'ê ji 3 aliyan ve êrîşî gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Efrînê kirin. Li ser vê yekê şervanên YPG/PJ'ê bersiva êrîşan dan û pevçûn qewimîne. Hat diyar kirin ku di pevçûnan de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Li heman herêmê jî hêzên YPG'ê li dijî çeteyen DAIŞ'ê çalakî lidarxistin û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku Lîwa El- Tewhîd ya girêdayî Artêşa Azad bi hemû hêza xwe alîkariya çeteyên DAIŞ’ê dike û di êrîşên li dijî gelê kurd de cihê digire.

Pêngava rizgarkirinê

Navneda Çapemeniya YPG’ê der barê encama ‘Operasyona Şoreşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê’ de daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi armanca derxistina komên çete ya ji herêma Serêkaniyê, pêr bi şev şervanên wan pêngava yekem a ‘Operasyona Şoreşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê’ daye destpêkirin.
Di çerçoveya berdewama pêngava yekem a ‘Operasyona şoreşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê’ de di nava sê rojên dawî de 9 gund ji çeteyan hatin paqij kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê gundê Esediyê ku şêniyên wê kurdên êzdî ne û gundê Bîr Nûh ji çeteyan azad kir. Berdevkê Fermî yê Ragihandina YPG'ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku hêzên wan gundê Esediyê yê 7 km dikeve başûrê Serêkaniyê, li ser riya Hesekê ye û piraniya şêniyên wê kurdên êzdîne û gundê Bîr Nûh ji çeteyan azad kirine. Her wiha gelek nuqte û bendên çeteyên DAIŞ'ê û bajarokên herêmê ku çeteyên DAIŞ'ê tê de bûn xistine dest xwe.
Xelîl destnîşan kir ku operasyona şervanên wan di çarçoveya berdewama pêngava yekem a ‘Opersyona Şoreşgerî ya Şehîdên Serêkaniyê’ de pêk hatiye û gelek çete hatine kuştin. Xelîl da zanîn ku çeteyên ji herêmê derketine û li gundên Til Xelef û Esfer Necar bi cih bûne. YPG'ê beriya 3 rojan jî di pêngava yekem a Opersyona Şoreşgerî de 7 gund, gelek bend û noqteyên leşkerî rizgar kiribû. Her wiha gelek çek û wesayît jî hatibûn desteserkirin.
Di çerçoveya heman pêngavê de pêr jî YPG’ê gundên Micêbre, Til Camûs, Katûfa Bakur, Katûfa Başûr, Benda kontrolê ya Katûfa, Edlo, Hilwa Çaçan, Til Hirmit, gundikên derdorê û benzînxaneyek li herêmê hatine azadkirin. YPG’ê aşkera kir ku şervanên wan hemû bend û noqteyên çeteyan ên di navbera bajaroka Ebû Rasên û Serêkaniyê ku her dem bibûn mijareke metirsiya rêwiyan, ji destê çeteyên DAIŞ/El Nusra derxistine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete gelek windahî dane û ev tiş hat gotin: “Di çerçoveya pêngava yekem a operasyonê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne, her wiha hêzên me 2 wesayît, kamyonek leşkerî, 2 doçkayên 12.7, 2 RBG,  2 BKS, 7 keleş, alaveke bêtêl, topek hawanê û gelek cebilxane desteser kirine.”

EFRÎN/SERÊKANIYÊ