Di ser kuştina Ugur û Ahmet Kaymaz re 9 sal derbasbûn, lê hêj kujer nehatine darzandin. Di dema bûyerê de çek danîn kêleka Ugur Kaymaz ê 12 salî yê ku bi 13 guleyan hate kuştin û gotin “terorîstê amadekariya çalakiyê dikir” û xwestin bûyerê bejrobajî bikin. Ugur Kaymaz xwendekarê dibistanê yê pola 5’emîn bû. Ligel di raya giştî de derbarê polîsên Kaymaz û bavê wî qetilkirin ên “li ser îxbar û îstîxbarata şaş înfaz pêk anîn” ên tevlî operasyonê bûn û çek bikaranîn tu ceza nehatin dayîn.


‘Kaymaz ew roj ji bîra min naçe’

Dayika Ugur û hevsera Ahmet Kaymaz Makbule Kaymaz, diyar kir ku ji ber riyên hiqûqa li Tirkiyeyê hatin girtin wan dosya birin DMME’yê û wiha got: “Ligel li Tirkiyeyê me serî li hemû riyên hiqûqî dan tu encam derneket. Em hevî dikim ku bi biryara DMME dide dê dad pêk bê. Têkildarî bûyerê de derbarê 4 polîsan de li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê doz hate vekirin. Lê bi hinceta ewlehiyê birin Eskîşehîrê. Li Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê bi hinceta “Mafê xwe yê parastina rewa pêk anîn” hemû polîs hatin beretkirin. Lêkolîna temyîza biryarê jî ji aliyê 1’emîn Daîreya Ceza ve hate kirin û biryar hate erêkirin. Bi vê yekê riyên malbata Kaymaz hemû hatin girtin.

‘Qatil li derve digerin’

Tekîldarî bûyerê dayika Ugur Kaymaz Makbule Kaymaz anî ziman ku niha qatil li derve digerin û yên tên girtin û mahkumkirin malbatên kurd in û wiha got: “Ev ne edalet e. Em dixwazin êdî edalet bi cîh bê. Her di salvegera kuştina Ugur û Ahmet de ez wekî bûyerê ji nûve zindî bijîm bûyer tê ber çavên min. Em naxwazin kesên din bê bav bimînin. Niha qatil li derve digerin, lê hesap nayê pirsîn. 
Parêzerê Kaymaz Erdal Kuzu jî anî ziman ku Ugur û Ahmet ji aliye polîsan ve hatin qetilkirin û li gel 9 sal di ser de derbas bûn hêj edaletê cihê xwe nedîtiye. Kuzu got, daraz hemû kurdan wekî sûçdar dibîne.

MÊRDÎN