Xwendina nivîsên bi Kurdî, hezek e ku ji bo mirovê tamişkîbuyî vediguhere girrekê. Lê ji ber ku ew girr gelek caran mirovî li bin guhê latên hişk dixe, mirov demekê xwe jê dide alî û di nava pêlên wêjeya xelkê de tîna xwe ya peyvên bedew û sêwirandinên aqilê ji me çêtirkan dişikîne.

Piştî çend romanên bi Elmanî, ez bi Helîm Yûsiv û 99 Morîkên Belavbûyî li Kurmanciyê vegeriyam. Ew 99 morîkên evîneke destpêkê ne ku li Amûdê bi destê Bêrîvanê bûne rist li tizbihekî. Ha ew tizbih ji destê vebêjê vê berhema pexşan nakeve. Ev vebêj ji destpêkê heta dawiyê xisletekê weke barekî her li ser xwe digerîne, ew jî pirbûna wî ye di navbera du aliyên ji ber zimên di hev nagihêjin: ango wergêriya wî ye.

Ev wergerê sêwî (bi bûna wî re dayika wî dimire) û ev sêwiyê bêpişt wê di qonaxên cihê de her xwe bi peyvên ên dora xwe terîf bike, di wan de nas bike, di pirraniya 59 (99 morîkên vegotinê temam nebûne) morîkan de ku qonax in ji bo vê berhema pexşanê, mirov pêjna vê yekê dike. Pêjneke din jî rihê dayikê ye ku her weke balindeyekî reş û rûyê wî ji hev nayê tefsilandin refaqetî xwendevên û vebêj dike.

Vebêj wekî din dost û yarekî xêz û rengan e jî. Piştî şikesteke evînê, ji bo xwendinê berê wî dikeve Şamê û li wir jî piştî girtin û êşkencê berê wî dikeve Elmanyayê. Ev hemî jî wisa diqewimin ku her yekî morîkek bin di deftereke mîna rojnivîsê ya vebêj de. Vebêj carinan zimanekî zuwa yê vegotinê bi kar tîne, carinan jî rewanbêjekî Amûdê ye. Nexasim miameleya bi penaberan re li Elmanya û karûbarên penaberiyê bi zimanekî karmendane hatine nivîsîn.

Aliyekî otobiyografîk ê 99 Morîkên Belevbûyî jî heye, lewma nivîskar Helîm Yûsiv jî pena xwe gihandiye Elmanyayê û bi karê wergêriyê rabûye. Di rijîbûna peyvan a carinan de dibe ku ev aliyê otobiyografîk jî bi dewrekê rabûbe. Bi her halî, vebêj (bi xîtaba kesên din mirov dizane navê wî Azad e) di nava rûtînekê de fêrî jiyana li Elmanyayê dibe, ziman fêr dibe, diçe dibistana wergêriyê û dibe wergêr. Zewaca wî belkî weke wê tiştê diyar be ku di nava vê rûtinê de guhertinekê çêke. Lê hem sedema evînê, em sedema zewacê û hem jî sedema ji hevqerînê zuwa dimînin. Vebêj ji gotinên keça Elman a ku baweriyê bi mêran naîne tê nagihe, piştî ku têdigihe, qenc ji hev dernaxe, piştî ji hev qutbûn û paşê cihêbûnê jî xwendevan gelek caran di nava morîkan de (weke qinaxên pişûk ên vegotinê) ji bîr dike ku keçeke wî ya bi Dana heye. Jixwe, vebêj bi xwe jî bi zorê wê tîne bîra xwe.

Bi her halî, dema ku vebêj di nava xirecirê de bi rasthatineke ecêb mesele ber bi kuştina vebêj ve diçe. Ha ew tizbihê 99 libî bi kuştina wî re diqete û belawela dibin morîkên wî: 59 di nava lepên wî de û 40 li derdorê, mirov bi morîkeke vegotinê ya derveyî tizbih li dawiyê bi vê dihise.  

Divê ez lê mikur werim ku zimanê nivîskarî di berhemên wî yên beriya niha de rewantir bû, hişk û rijî bûna di vê berhemê de dibe ku hewldaneke nivîskarî be ku xwe ji sînorên cografî-çandî yên deverekê xilas bike. Lê bi her halî vê yekê kiriye ku rewanbêjiya di berhemê de qels be. Aliyekî din ê ku divê bibêjim ew e ku mirov vê carê qet nebe carekê diduyan rastî çirûskên hêviyê tê. Di roman û berheman pexşan ên berê yên nivîskarî de ji bo xwîner bi tenê kezebreşiyek hatibû hiştin. Gerçî vê carê jî divê xwîner amade ku kezebreş bibe, lê bi hin navberên hêviyê yên ku carinan rijîbûna gotinan tahliyekê bi ser de berdide.