RENNESLi bajarê Rennes ê Fransayê wek her hefte, vê hefteyê jî ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî  li Place de la Mairie ji hêla Komaleya Jinê ya Zîn hate lidarxistin. Di çalakiya ku  nêzî 100 kesî tevlî bûyî de girtina televîzyonan jî hat şermezarkirin û çalakvanan nerazîbûna xwe bi dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Terorîst DAÎŞ, Hevkar Erdogan” berzkirin.

ROMA
Li paytexta Roma Îtalyayê li Navenda Çanda Kurd bi armanca şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku piştî nîvro li ber Sefîrxaneya Amerîka kom bûn, çelengeke  reş danîn ber avahiyê û komplo şermezar kirin. Girseyê dirûşmeyên “Bimire hêzên komploger”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

MÎLANO
Li bajarekî din ê Îtalyayê Mîlanoyê jî Kurdistaniya Komploya 9’ê Cotmehê li ber Sefaretxaneya Mîlano ya DYA şermezar kirin. Çalakvanan xwestin dosyayek têkîldarî pêvajoya komployê radestî rayedaran bikin, lê bersivek neyênî wergirtin. Li ser vê jî çalakvanan dosya danîn ser çelenga reş. Di çalakiyê de ji bilî pankarta “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu”, wêneyên Ocalan û alên PKK’ê hatin rakirin.

ZURÎH
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li St. Gallen û Zurîhê jî bi çalakiyeke  hat protestokirin.

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya ciwanên Kurd ve hat lidarxistin, Meclîsa Jinan a Asrîn Denîz û Endamên DEM-KURD’ê jî cihê xwe girtin. Di çalakiyê de pankart hatin vekirin û belavokên bi zimanî Elmanî hatin belavkirin. Piştî meşê, li ser navê ciwanan Doguş Bulut axivî û diyar kir ku ji bo aştiya Rojhilata Navîn, azadiya fîzîkî ya Ocalan pewîst e.


NAVENDA NÛÇEYAN