
Caudwell dibêje: ‘Maka tevahiya şaxên hunerî bi taybetî yên wêjeyî şiîr e.’ Her çendî hin kes dibêjin ku helbest zaroka wêjeyê ye! Bi ya min jî helbest ne zaroka wêjeyê ye berovajî vê maka wêjeyê bi xwe ye. Bi vê ve girêdayî hunerên din ên wêjeyî tev ji helbestan dizên. Lewra vê rastiyê rê ji hunera wêjeyî û nivîskî re vekiriye.
Ji ber vî esasî, ji ber ku em ê nekevin nav bizav û ekolên helbestê û hûrguliyeke kûr nekin, tenê dixwazim çend gotinan li ser rastnivîsana helbestê bêjim. Ango li ser pirsa, ‘Divê helbest çawa be?’ bisekinim. Di mijara nivisandina helbestê de amatorî û xeletiyên berbiçav zêde derdikevin pêş. Ji ber vê jî bi çend gotinan jî be em ê hêmanên helbestê raxînin ber çavan. Di serî de em bêjin ku helbest ji çend hêmanên wekî tema, mijar, îmge û çîrokê pêk tê. Ya ku helbestê dike helbest, hunandin û têkiliya van hêmanên bingehîn e.
Em dikarin bêjin ku hema hema kêm kes hene ku bi helbestê re eleqedar nebûne. Destê kê qelem girtibe bi gelemperî destpêkê dest avêtiye hefsarê helbestê jî. Ev hêla ereni ye, lê hêla neyinî jî, gelo helbesteke ku reseniya wê heye çiqasî hatiye hunandin? Li gel ku di zindanan de gelek ji me yê ku helbestê dinivîsin hîna helbesteke têr û tije (li gor teknîk û formata reseniya wê) nanivîsin. Lewra helbest xwedî bi qeyde, rêzik û disiplînekê ye.
Hûr lê kûr
Helbest, bi kêm gotinan û bi têr vegotinan gihiştina serkeftina hunandina hestan e. Gotin çiqasî bedew, lihevhatî û lihevsiwarî bin mijar jî hin zêdetir derdikeve pêş û balê dikişîne ser reseniya xwe. Di Kurdî de gotineke pêşiyan heye: ‘Hûr bajo, kûr bajo, lê bila ga neêşe!’ Ev gotin tam jî ji bo qeyde û quralê helbestê ye. Lewra, jixwe di serî de hest têne terbiyekirin û paşê li gor rêzik û disîplina helbestê reng û dirûvê wê formata xwe digire. Pêşiyê hest û paşê jî formata wê derdikeve meydanê. Vêca em dikarin wek tovekî bifikirin. Piştî ku me tovê xwe çande axê (ev jî zêde û zêde xwendin e) ev tov, di binê axê de ruh digire, zindî dibe, qalikê xwe dişkîne. Paşê şitil digire, mezin dibe, dibe dar û ber dide (ev jî hest û helbest e). Jixwe derdê me ew e ku em hinekî zimanê helbestê bigirin û teşeya wê bi rêkûpêk bikin.
Belê em ê beşa dawiyê hestên xwe bînin ziman û helbestên xwe binivîsin; dibe ku ev nebin helbest jî, lê ya girîng û xetere heta ku ji me tê divê em ji xefika û efsûniya helbestokan birevin û xwe ji tora wê dûr bixînin. Lewra helbestok ruhê afirineriyê dixitimîne, difetisîne û dikuje. Pênûsa nivîskar kuh dike.
Hewceyî gotinê ye ku em bêjin, gelek caran, di helbestên tên nivîsin de tê dîtin ku têkiliya peyvan, hevokan û risteyan bi hev ve tine. Ji vê jî zêdetir, ji hev cuda, ji hev qut û belawela ne. Tew ev ne bes e, carna jî mijar bi rengekî dîdaktîk û ji jorê ve derdikevin pêşberî me. Kesê/a ku bi helbestê re mijûl dibe û serê xwe pê diêşine divê ji bîr neke ku diyalektîka helbestê heye û peyama wê (ramana sereke) û çîroka wê ye.
Çêja ramanê ya bi pergal
Heke romana sereke û mijarê temam neke, wê gavê peyam û çîroka wê helbestê şilayî bixumamî dimîne. Lewra temaya kêm û ne zelal dê peyameke ne zelal bide.
Loma, gelek caran ya ku diqewime û li ser qexezê tê xêzkirin belawelahiyeke gotinê û bêpergaliya hevokan e. Wekî savara gavanan, her tişt tê de heye. Lê ya esasîn û sereke ew e ku, divê ziman û îmgeyên helbestê fesîh û watedar bin. Tê dîtin ku di berhemên tênê nivisîn de her gotin heye, her tişt heye, lê ya mijar û yan jî îmge (nîgaş-xeyal) tine ne. Çêj û reseniyeke ramanê ya bipergal naxuyê. Ya girîngtirîn jî, pêşiya her tiştî mijar û pêşniyazên wê ye. Ango li ser kîjan mijarê dê bê nivîsandin û peyama wê çibe divê pêşî, di serê xwe de zelal bike nivîskar. Tê zanîn ku mijar (çîrok) û fikra (peyam) helbestê hêmana bingeha helbestê ye. Tiştên din tev li du van tên. Heke di helbestê de ev hêmanên esasîn nebin ew hevokên ku tênê nivîsîn nakevin kategoriya helbestê! Ev dibe tiştekî din …!
Belê dubarekirin lê çiqasî?
Mixabin dema ku em li hin helbestan dinêrin, ji bilî helbestê her tişt tê de heye, lê tenê ramana sereke û kirdeya mijarê tine ne. Kes nizane peyam û ramana sereke çi ye û qala çi dike. Lewra, tu li nivîsê dinêhêrî, ser û binî ne diyar e û pirî caran ketiye nav dirûşmeyên ketûber. Jixwe em qala metafor, îmge û alegoriyê jî nakin. Divê ev ne wisa be! Ji bo van nivîsan, meriv nikare bêjê helbest. Meriv encax dikare bibêje ku ev hestên helbestokî ne. Ev rêzik û ristên ku têne ziman ji helbestê zêdetir divê em wekî gurayiya (lêhûrbûna) hestan bigirin dest. Ev tev şeklek û rengekê hestan e. Em nikarin bêjin ku ev helbest in, ew ancax dibin helbestok.
Dîsa kêmasiyeke din a di helbastan de, di gelek hevok û ristan de dubare têne kirin. Helbest dubarekirinê raneke; bi gotinên xwe ve sivik û hilbijîner e. Belê pêwistî bi dubarekirinê hebe, pêwistî bigotinên giran û veşartî hebe ev dê bê kirin, ev ne pirsgirêk e.
Lê dema di heman hevokê de yan jî di hevokên ku nêzî hev in û hemwateyê hev bin ev nabe! Li şûna vana divê hin hevok an jî bêjeyên nû û afirîner bêne dîtin ku hêla afirîneriyê derkeve holê. Ev jî tarz e. Ango reseniya reng û şemala nivîskar bi xwe ye. Ango îmzaya wî ye.
Kêmasiyeke din jî, bi lez û ecele nivîsandin e. Di rojekê de, an jî di çend saetan de nivîsandina helbestê ye. Gelo bi rastî ev wisa ye? Wê çaxê ka em bipirsin, helbest(-oke-)ke ku di rojekê de yan jî di çend saetan de hatiye nivîsandin, gelo dê emrê wê çend roj û saet bin? Bi ya min helbesteke ku di rojekê de hatibe nivîsandin qels e û emrê wê jî dê ne dirêj be. Loma gelek ’’helbest’’ dema em lê dinêherin, em nikarin ji wan re bêjin ev ‘helbest’ in. Ew ancax bibin hestên ’’helbestokî’…
Gelo tenê îlham dikare çi bike?
Ji ber vê sedemê kêmasiyeke din a ku zêdetir derdikeve pêş û naxuyê, lawaziya îmgeyê ye. Bi şeklekî divê îmge bêne xurt kirin. Ev jî bi xezîneya kelîmeyan (peyvan) dibe. Bi gotineke din, ne bi îlhamê. Bi zêde lêhûrbûn û xwendinê dibe. Em vê jî bêjin, divê mirov bi gotina ‘îlham’ ê nexape. Heta cihekî û qonaxekê em dikarin wateyê bidin îlhamê. Lê di nivîsandina helbestê de îlham ne hertişt e. Tenê tiştek e; sedemê daxwaza motivasyona meriv a nivîsandinê ye. Heke wisa be wê çaxê divê em li bendê bin ku îlham bê li deriyê me bixe. Baş e, wê çaxa ku ilham neyê em ê çi bikin?! Ji ber vê jî divê rol û risteke jê mezintir li îlhamê bar nekin. Tenê weke daxwaz û motivasyonê bigirin dest. Ya rast jî dê ev be.
Her çendi di hin helbestokan de mijar xuya bibin jî cih bi cih di hin hêlan de mijar û tema zêde tê belav kirin. Yekparetiya temayê qels dimîne. Ev yêk armanca nivîsar û peyama wî qels dike û dikuje. Dema fikrê nivîskar belawela be, dê mijar jî ne zelal be. Lewra ji yek fikrî zêdetir, gelek fikir tê de bi cih dibin. Xwendevan bi fikreke hevgîrtî re rû bi rû nayê. Tenê bi çend gotinên sloganî û bêtêkil re rû bi rû dimîne û zû jê aciz dibe û bandorê li ser nake. Ji bo ku peyam xurt be divê kirpandin û kirdeya mijarê jî ewqas xurt û qewîm be ku xwendewan tê de aciz nebe; êş û şahiyên xwe û hestên xwe hinekî bibîne. Heke em metaforekî çêkin, divê gotinên helbestê weke pel û guliyên darekê li ber bayê nekevin û neweşin. Divê weke xelekên zincîrekê bi hev ve girêdayî, qewîm û di nav hevgirtinekê de bin. Lewra sistbûn bendên helbestê ji hev diqetîne û her risteke helbestê weke nokên ku li tehtê bikevin her yek berê xwe didin aliyekî. Dema wisa be karê xwîneran jî zehmet dibe û serê wan tevlî hev dibe. Ango ji wê helbestê tu tehmê nagire. Tenê çend hevokên ji hev bê eleqe di serê wî/wê de dimîne û paşê ji bîr dike. Ji bo ku rê li ber vê xeletiyê bê girtin, divê xwediyê helbestê, zêde serê xwe li ser helbesta xwe biêşîne da ku berhemeke hêja û binirx derkeve. Jixwe hunertiya peyvan ew e ku nivîskar li pey peyvan bikeve û nêçîrvaniya wan bike. An jî di deryaya hevokan de hestên xwe bi gotinên bedew birêse û hevoka xwe saz bike. Ev jî bi hişmendiya xebata nivîskar ve girêdayî ye. Mirovên ku xwedî angaşta nivîsîna helbestê ne dive di her mijarê de; dîrok, derûnî, mîtolojî, civaknasî, felsefe û hwd. zede û zêde lêkolîn bike û li ser rêbaza helbestê hinekî xwedî agahî be.
Her peyv divê ji bo kamilbûnê be
Ji ber vê jî helbestên qenc gotinên ji rêzê û kefûber qebûl nakin. Helbest nazik e, naif e û hilbijîner e. Xeml û hûnandineke xwe heye. Gotinên wê divê weke avê nerm û mîna awireke kujende jî hişk û şid be. Di kaniya wê de ava şîlayî tine. Bijarte û resen e; ne sloganî ye. Em di hin helbestan de dibînin ku hevokên hatine ristîn weke giravan jev dûr dimînin. Halbûkî, divê weke xelekên zencîrê bi hev ve girêdayî bin. Di helbesteke resen de tu pergî gotineke zêde û bê eleqe nayê. Her gotin weke xelekê bi gotina din ve girêdayî ye. Mînak ev helbesta Baba Tahirê Uryan, ji bo me nimûne ye.
‘Ku destê min bigihê
çerxa felekê,
Ez dê bêjime:
pir şerm e ev karê te,
Tu sed texlît nîmet
dide hinan…
Hin nanê ceh
bi dest naxînin,
Ji bo xwarinê!…’
Ji van gotinên ku me dixe nava fikaran bi fesihtir û resentir ti gotin hene gelo? Ziman û mijara helbestê di dile mirov de rûdinê. Bi kurt û kurmancî, yekî/e ku serê xwe bi helbestê biêşîne divê xezîne û turikê gotinên wî/wê xurt be. Divê zêde lêkolîn bike, tenê helbestvanên cuda cuda fêr bibe ku terzekê ji xwe re derxîne. Bila neyê ji bîr kirin ku gotinen ji rêzê û serî pê nehatiye êşandin xwîner jî paxav nake. Lê helbestên ku di dilê xwîner de rûdinê ti carî ji bîr naçe. Mînak Nazim Hikmet, Ahmet Arif, Orhan Velî, Pablo Nerûda, Cegerxwin, Seydayê Tîrêj, Baba Tahîrê Uryan, Feqiyê Teyran, Omer Heyyam, Ferux Ferruhzad, Şêrko Bêkes û hwd… Ev helbestvan tev di dilê xwîneran de cihê xwe girtine. Xebata ku di dilê niviskar bi xwe de rûneniştî be di dilê xwîner de jî rûnanê.
Nêçîra Tîrêj mînak e
Di vê mijarê de helwesta Seydayê Tîrêj balkeş û mînakeke şayan e. Tê gotin ku Seydayê Tîrêj helbestekê dinivîse. Lê di rêzeke helbesta xwe de gotinek li dilê wî rûnanê. Di rêzika hevoka helbesta xwe de cihê wê gotinê (peyvê) vala dihêlê. Ji ber vê jî bi mehan û salan wekî nêçîrvanekî li vê gotinê digere, lê nabîne. Rojekê dema di nav civatekê de rûdinê û sohbetê dikin, xortek diaxive. Di nav gotinen wî de peyvek bala Seyda dikişîne. Seyda jê dixwazê ku gotina xwe dubare bike. Xorto gotina xwe dubare dibêje; di wê kêliyê de Seyda pênûs û lênûska xwe ji bêrika xwe derdixe û wê gotinê li ser helbesta xwe dinivîse. Paşê jî dibêje, ‘Ev demeke dirêj bû ku ez li benda vê gotinê bûm.’ Bi vî awayî êdî helbesta xwe diqedîne.Wekî encam, em vê jî bêjin, di wêjêyê de karê herî zehmet helbest e. Formata wê ji kurteçîrok û romanê gelekî cudatir e. Her çendî li gor helbestê di roman û kurteçîrokê de qada nivîskar hinekî din berfirehtir be jî, helbest rê nade vê yekê. Ji ber vê jî di wêjeyê de teknîka helbestê ya herî zehmet e; ji kurteçîrok û romanê jî zortir e. Formata wê baldarbûneke têkûz û hunereke teknîk û naîfbûnê ferz dike.
Xebateke bi lêkolinî û bi pergalî nivîsîn dê her dem encamên serkeftî jî bîne. Ji ber vê jî, helbest û helbestok wekî çiyayan ji hev dûr in, lê di destê kesên ku ji rêzê nêz dibin ev her du rastî li hev diqelibin. Çawa ku zêr di destê zêrkar de bûha û qiymetê xwe winda nake û çawa ku zîv û sifir nabin zêr; helbestok jî nabin helbest. Hestên esil û bîjarte helbest in, hestên ji rêzê û dubare û sivik jî helbestok in. Siha helbestê wekî siha dora çinarê ye, lê ya helbestokê wekî dara sipîndarê meriv nikarê xwe di binê wê de bihewîne.
Yê ku bi helbestê re eleqedar dibin, divê du caran bifikirin. Dema bersiva van pirsên wekî, ‘Ez ji bo çi û ji bo kê dinivîsim?’, ‘Armanca min a nivîsînê çi ye?’, ’Peyameke çawa?’, ‘Derdekî min heye yan tine ye?’ û hwd. bide xwe. Gava bersiva wî/wê ji van pirsan re hebe û rast be, wê çaxe diyar e ku derdekî wî/wê heye û di rêya rast de ye. Bi hêviya jiyaneke helbestî…
* Girtegeha Hejmar 2 Tîpa T ya Şakran / Izmîr
Mijdar 2016