
Abîdeya ku ji bo bibîranîna kesên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dayî beriya 4 salan li Amedê hat danîn, ji aliyê polîsan ve hat rakirin û mermerê ku navê pirraniya wan zarok 34 welatiyên sivîl li ser hatî nivîsandin jî hatin parçekirin.
Balefirên şer ên artêşa Tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskê yê ser bi navçeya Şirnexê Qilabanê pirraniya wan zarok 34 kes qetil kirin. Ji bo bibîranîna vê komkujiyê li Parka Roboskê ya semta Dîclekentê ya navçeya Amedê Peyasê abîdeyek hatibû danîn. Peykersaz Suat Yakut ev abîde çêkiribû, ji 8 maketên fuzeyan, peykera jina ku destên xwe vekiriye dilorîne û lewhayên navên 34 kesan li ser nivîsandî pêk dihat.
Polîsên dewleta Tirk, doh serê sibehê çûn parka abîdelê, bi makîneyên kar peyker parçe kirin. Polîsan maketa fuzeyan û peykerê dayikê ji cihê wê rakirin û mermerên ku navên 34 sivîlan li ser hebû jî parçe kirin. Makîneyên kar ên ku anîn parkê jî zirar dan dar û kulîlkên li hundirê parkê û bi vî rengî ketin hundir.
Têkîldarî mijarê rayedarên Şaredariya Peyasê ya qeyûm ew dagirkirîgot, der barê mijarê de agahiya wan tineye.
Piştî ku qeyûm şaredariyên DBP’î dagir kirin, berê jî li avahiyên şaredariyan tabelayên pirrzimanî rakirin, ala Tirkan daliqandin. Dîsa li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî peykerên şêran jî pêr hatibûn rakirin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya ku beriya sê rojan hatibû weşandin, Komeleya Roboskê jî hatibû girtin.
AMED