Ji ber serfkarî û hilberîna zêde, her wiha bi boneya qirêjkirin û tinekirina çavkaniyên xwezaya me xizan, xizantir dibin û dewlemend, dewlemendtir dibin. Ava vexwarinê jî erda were çandin jî kêm dibe. Sedema vê tinekirina çavkaniyên jiyan û abora mirovan jî mirov bi xwe ne. Awayê hilberînê yê li ser esasê kapîtalîzmê rê li ber qiyameta mirovahiyê vedike. Ji bo xilasbûna ji vê belayê rêyek li ber mirovahiyê heye: guhertina awayê hilberîna xwe û bi xwezayê re ji nû ve sazkirina hiqûqa xwe Yek ji alternatîfan jî kooperatîfwanî ye. Li dijî modela aboriya kapîtalîst, kooperatîfwaniya li ser esasên tevkariya civakê ji bo bipêşveçûna aboriya civakê modeleke di cih de ye. Hîndekarê Beşa Çandiniyê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Bulent Gulçubuk, kooperatîfwanî wekî hevbeşiya hilberîna aborî nirxand û got, "Kooperatîfwanî ne saziyek xêrê ye. Kooperatîf saziyên aborî ne".
Gulçubuk got li Emerîka, Japonya û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) salê, di navbera 150-300 milyon euroyî de bi destê kooperatîfan bazirganî yan jî hilberîn tê kirin. Ji ber ku maliyetên lêçûnan li kooperatîfan kêmtir in, şirketên kapîtalîst yên mezin jî bi van kooperatîfan re dixebitin. Gulçubuk, destnîşan kir ku li gel rewşa cîhanê, li Tirkiyeyê rewş qet baş nîne û da zanîn ku li Tirkiyeyê kooperatîwanî bi pêş neketiye. Gulçubuk, di biwara rewşa Kurdistanê de jî axivî û anî ziman ku li Kurdistanê ev model dikare baştir were bikaranîn. Gulçubuk, li ser mijarê got "li heremê piçek be jî hinek cihê çandiniyê yê her malbatê heye. Bi rêya kooperatîfê ev malbat dikarin aboriyê baş bikin. Pêwîst e li her bajarî cihên pîlot werin diyarkirin û ev xebat bên destpêkirin. Ji bo bipêşketina aborî kooperatîfwanî gelekî girîng e."
DÎHA/AMED