Dagirkeriya herî xeter û bi encam, rêbaza dagirkeriya aboriyê ye ku civakbûn û xweseriyê belav dike. Ger dagirkeriya aboriyê were biserxistin, dê civak were hilweşandin û ji civakbûnê were derxistin. Ev jî tê wateya ku civak hatiye fetisandin û bê bêhn hatiye hiştin. Beralîkirina civakake wisa dê hêsan bibe. Civaka ku li ser amûrên hilberandin û bazarên xwe kontrola xwe ji dest daye, ne mimkin e ku bi awayekî azad jiyana xwe bidomîne. Şerteke bingehîn a bi awayekî azad domandina jiyana xwe, ew e ku mirov xwediyê aboriya xweser bin. Dema em li civaka kurdan û li tevahiya civakên ku hatine mêtingehkirin temaşe dikin, ji bo aboriyê tu tişt ji wan re nehêla ne. Pêwîst e aboriya ku xwedî ev qas girîngiyeke mezin e, rast were pênasekirin. Pergalên Dewletparêz, bi taybetî jî pergalên dewletparêz ên kapîtalîst xwe mîna pêşkeşvanên sereke yên aboriyê didin nîşandan. Rewşeke wisa didin avakirin ku ger aboriya kapîtalîst nebe, parastina mirovahiyê, tîmarkirin û pêşxistina wan dê ne mimkin be. Di rastiya xwe de pergala kapîtalîst pergaleke şêlankariyê ye ku aboriyê talan dike û wekî amûra desthilatdariya xwe bi kar tîne.
Domandina jiyanê
Ji bo domandina jiyanê yek ji sê qanûnên ku bivênevê jî tîmarbûn e. Rêber APO di warê aboriyê de ku dibêje: “Bi awayekî giştî, mirov dikare ekonomiyê weke xebata dabînkirina pêdiviyên madî yên civakê û weke îfadekirina sazûmanî û qanûna wê rave bike; di çarçoveyeke tengtir de mirov dikare weke pevguhertina pêdiviyên madî bi rêya bazarekê pênase bike.” Têgeha ekonomiyê ji peyva Ekonomos hatiye afirandin. Jêderk ekonomos e. Ev jî tê wateya ‘qanûna mal û malbatê. Qanûna mal jinê bi bîr dixe. Ango xebatên aborî xebatên ku girêdayî jinê ne û pêwîst e li gorî xwezaya jinê bên domandin. Şoreşa çandiniyê, lawirvanî li erdnîgariya qedîm a Kurdistanê hatiye pêkanîn. Warê sereke yê ku berhema zêde lê hatî pêşxistin, geşdariya civakî hatiye bilindkirin e. Ango welatê mader ê aboriyê ye. Lê di roja me de warek e ku aborî lê tê qetilkirin.
Şoreşa neolîtîkê
Bi Şoreşa Neolîtîkê re ku li erdnîgariya pîroz a Mezopotamyayê pêşî pêk hatiye, di serî de destketiyên aborî, berhemên zêde, tevahiya destketiyên civakî, bi destê komeke teng û biçûk ên ku ji hembêza civakê derketî û bi demê re, li ser civakê, desthilatdarbûnê, çînbûnê û dewletbûyînê pêş xistine, kom bûye. Ev, dîroka serberjêr çûyîn û qetilkirina nirxên civakî ye. Tunekirina aboriyê bi mezinbûna desthilatdariyê ve girêdayî, her roja borî zêdetir bûye. Di serdema fînans kapîtal de gihîştiye asta herî jor a tinekirin û rûxandinê. Bi pêşxistina birçîbûn û bêkariyê, di bin navê aboriya şer û parastinê de amûrên tinekirinê yên ku pêşxistine û vê yekê wekî xebateke bingehîn a aboriyê dîtin, tenê qezenc-kar esas girtin û bi paşguhkirina pêdiviyên bingehîn yên civakê, xirapkirina hawirdor û xwezayê û hwd. dide diyarkirin ku aboriya sîstema kapîtalîzmê li hemberî xwezayê, civakê û mirovahiyê ye.
Netewe dewlet
Netewe dewleta ku xwe bi nijadperestiyê, bi perwerdeyê pîroz kiriye û xwe spartina vê hêza xwedayî ve heya tevahiya rehên civakê mêtingeriya xwe ya aboriyê pêş xistiye û ev pergala şêlandinê rewa kiriye. Pêwîst e çavkaniyên vî dirîndeyî bên hişkkirin. Ger bi vî awayî dewam bike wê ne tenê civak, di heman demê de xweza jî tine bibe. Di destên civakê de aborî, li gorî pêwîstiyan bû û bi xwezayê re li ser bingehê hevsengiyekê û dostane bû. Pergala dewletparêz ev yek guherî. Rêber APO polîtîkaya aboriyê ya dewletan wekî “bi birçîbûnê terbiyekirin” nirxand. Mirovan birçî bihêle, qetek nan dirêjî wan bike, karekî kêm mûçe bide, heya dawiyê ji xwe re bike xizmetkar! Ji bo pejirandin û nepejirandina vê yekê mirov azad in! Ger nepejirîne wê her tim birçî bimîne. Ji ber ku ji milyonan betalî kesek dê cihê wî dagire.
Şoreşa zanistê(!)
Taybet bi şoreşa zanist-teknîkê bi pîşesazbûneke lez kapasîteya hilberînê pir zêde bûye. Kapîtalîzma ku vê yekê wekî endûstriyalîzmê dinirxîne, bi giştî desteserkirina bazaran re tenê sûdgirtin kiriye armanc û tu tişt nehêla ye ku nebe mijara kirîn û firotinê. Bi hêrsa sûda zêde tevahiya xweza jî kiriye dijberê xwe. Di xwezayê de ti şûnek nehêla ye ku xûsar pê negihandibe. Ji bo karanîna erdê, daristanên hatî şewitandin, bermahiyên dîrokî yên hezaran salan, daristan, erdên çandiniyê, gund û navçe di bin avên bendavan de hiştin. Bi avahiyên pîşesaziyê yên ku hawirdorê qirêj û gemar dikin, her wiha ji gazên egzozê heya digihe deodorantan gazên ku tebeqaya ozonê kun dikin, bi kanzeyan qulqulîkirina derdor, bi avên pîs qirêjkirina avên vexwarinê, çeman û rûbaran û hwd. tenê ne qadeke teng, bi mirovan, şînatiyan, lawiran ango tevahiya tiştên zindî û ne zindî xweza di bin êrîşekî mezin de ye. Dibe ku ba, bahoz, tsûnamî û erdhejên dawî yên ku têne jiyankirin perpitînên dawî yên xweparastina xwezayê bin.
Êrîşên bi ser xwezayê de
Êrîşên ku li dijî xwezayê têne kirin, pêwîst e ne tenê wekî ku li hemberî xwezayê têne kirin bên dîtin. Civak bi xwe beşeke xwezayê ye, heta zaroka wê ye. Di navbera wan de girêdaneke u neqete heye. Tevahiya êrîşen ku berê xwe didin xwezayê di heman demê de li hemberî civake têne kirin. Endustriyalîzm bi çavsoriya hêrsa sûd-diravan (pereyan), xwe ji tu êrîşan nade paş. Her roj bi hîn pirtir pêşxistina endustriyalîzmê ji bo sûda zêdetir hîn pitir şer û aloziyan derdixe, bi leyîstokên borsayê, bi banqeyê ango bi kapîtala fînans re aboriya ji pereyan pere qezanckirinê pêş dixe.
ERDAL ÊLIH