
Me hefteya bihurî beşa yekem a hevpeyvînê xwe ya bi Profesor Christian Zeller re weşand. Zeller tevî heyeteke akademîk destpêka Kanûna par çûbû Rojavayê Kurdistanê. Profesorê Cografya Aborî li Zanîngeha Salzburgê Zeller, di vê beşê de herî dawî bal kişandibû ser tehlûkeya nemana kontrola demokratîk li ser veberhênanên mihtemelen kapîtalîst. Di beşa îro de jî mijarê zelaltir dike.
Profesor Christian Zeller pirsa dewama kontrola demokratîk li ser tevahiya rêveçûnên aborî weke yeke pirr dijwar bi nav kir û got; „Jixwe ya ku em li Bolîvya û Venezuellayê jî dibînin, vê zehmetiya pirsê zelal darîçav dikin. Ango bersiveke hêsan a vê pirsê nîne. Lê belê yek ji pîvanên girîng a beşdariyê, ango beşdariya demokratîk seferberkirina xelkê ye. Mirov derfetê bide xelkê ku xwe birêxistin bike û karibe saziyên kontrolê li ser veberhênanan bidest bîne yan jî bi xwe saz bike.”
Em çi ji vê febrîkaya çimento bikin?
Zeller di biwara vê mijarê de ji ber dewama pêvajoya cihbicihbûna şoreşê hin aliyên nakokane dibîne û dibêje: “Herçî ev mesele ye, di modela Rojava de ji ber ku pêvajo bi dawî nebûye, aliyên nakokane hene. Weke mînak heta beriya êrîşa hovane ya bi ser Kobanê de, li wir febrîkayeke çimento hebû. Bi qasî ez dizanim ew milkê şirketa Fransî LaFarge bû. Ev milkê LaFarge´ê nekete ber lêpirsînê. Ez vê yekê bi rengekî fêm jî dikim, lewma pêdiviya wan pê hebû ku febrîke bixebite. Lê belê dema ku Kobanê were rizgarkirin, ew pirs wê derkeve pêşberî birêveberiyî: Em çi ji vê febrîkaya çimento bikin? Gelo ewê her milkê LaFarge´ê bimîne, yan mirov dikare jê şêwazekî milkiyeta hevpar bixe kontrola xelkê de.
Rojava weke koloniyeke navxweyî bû
Ji bo rewşa aborî ya giştî ya Kurdistanê di çarçoveya dewletên netewe de Zeller nirxandina xwe weha dewam kir: “Lê belê veberhênanên ji derve heta niha heke li Rojava hebin jî pirr kêm bûn, lewma di bin desthilatdariya rejîma Baesî de jî geşedaneke aborî nebû, aborî weke ya li keviyê bû. Ango ji bo navenda Sûrî çavkaniyên pêwîst dabîn dikirin. Hema hema weke koloniyeke navxweyî bû. Li nava Tirkiyeyê, li nava Sûriyê, li nava Îranê û berê li nava Iraqê jî. Li Iraqê niha rewş guheriye.
Meclîs Şoreşa Rojava cazib dikin
Li ser girîngiya Meclîsan (li tax, bajar û kantonan) di kontrola demokratîk a aboriyê de dikare çawa be, Zeller dewra wan weke ya sereke nirxand û weha peyivî: “Bi ya min divê ev avahiyên saziyan bêhtir bi pêş kevin, ne bi tenê di asta cihî, bajarî û herêmî, heta di ser herêman de jî. Lewma heke ev Meclîs bi vî rengî werin bipêşxistin û xurtkirin, ev dibe bingeheke sereke ji bo nîqaşa demokratîk û tevlîbûna demokratîk li ser rengê aboriya Rojava ya siberojê. Di perspektîveke aştiyê de jî mirov dikare vê wisa binirxîne. Lewma ev yek dikare ku Şoreşa Rojava ji bo xelkên li Tirkiye, Sûriyê, Iraqê, Îranê û welatên din cazibtir bibe.
Li ser mijara jihevqutkirina peywendiya di navbera aborî û siyasetê de û dewra ku Rojava li ser wî kirî de Zeller ji dil bû: “li gorî min ev mînakek e; ev avahiyên saziyên tevlîbûna demokratîk ji bo rengdan û biryardana li ser jiyana rojane û siyasetê pirr girîng in. Êdî, ev dikare avakirina rêyan be, peydakirina elektrîkê be, paqijkirina rê û kolanan be, misogerkirina xizmeta tendrustiyê be û her weha biryara hilberandinê be û biryara cihê hilberandinê be. Bi ya min ev heyatî ye. Birêxistinkirina xelkê li taxan, li gundan û nexasim jî li cihê kar şertê pêşî ye ji bo guherîneke civakî ya berfereh. Nexasim guherîneke ku dikare bibe dînamîkeke dij-kapîtalîst.
Profesor Zeller bi girîngî îşaret pê dike ku pêvajoya li Rojava gelek destketîyî xwe hene ku dikarin ji bo deverên din ên cîhanê bibin mînak, lê belê li dinyayê tecrûbeyên heyî jî dikarin Rojava fêr bikin da ku pêvajoya xwe bipêşve bibin.
Zeller weha pêde çû: “Pirr girîng e ku mirov pêvajoyên fêrbûnê yên ji sînoran û wêde bi pêş bixe.” Zeller herî dawî bi vê bangê dawî li gotinên xwe anî: “banga min e, manedar e ku kesên pispor herin Rojava, zanîn û tecrûbeya xwe parve bikin û bi xwe jî ji Rojava fêr bibin, ka guherîneke civakî çawa di rastiyê de pêk tê. Em dikarin kampanyayekê bidin destpêkirin, li Elmanya, Awusturya û welatên din ên Ewrûpayê ji Rojava û ji Sûrî xwendekaran vexwînin da ku li zanîngehîn me somesterek yan jî du somesteran bixwînin.
LUQMAN GULDIVÊ