Li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yeketiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan, dorpêça PDK’ê ya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê û kiryarên PDK’ê yên li dijî civaka Êzidî meşek hate lidarxistin. Meş ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sinunê despêkir heya ser rêya sereke ya bajarokê Sinunê dewam kir. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin rakirin û dirûşmên “Bimre xiyanet, Mexmûr Şengal yekin” gotin.
Heta pêşengiya jin û ciwanan hebe…
Piştî girse giha ser rêya sereke ya bajarokê Sinunê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya YCÊ Avesta Êzidxan ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berxwedana ku bi pêşengtiya jin û ciwanan hatiye destpêkirin pêl bi pêl li her qada dijmin dagirkeriya xwe nîşan dide bersivekê xurt e. Ev nîşan dide ku heya jin ji bo guhertin û veguhertinê li ser piya bin û ciwan li hemberî vê dagirkeriyê serî hildin ti carî ev faşîzma heyî wê bi ser nekeve û dawiya faşîzma AKP/MHP û PDK’ê wê were.
Şer şerê du xetan e
Ji dîroka zalîman heya roja me yî îro her di du xet derketine hole ku ev xet yek a berxwedanê ye û yek jî ya xiyanetê ya xwefirotinê ye. Bi taybet em wek jin û ciwanên Êzidî ti carî xeta xiyanetê me ji xwe re qebul nekiriye, û bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li ser piya sekinîne û îro jinên Êzidî xwedî bawerî , hêz û rûmet in. Her çiqas bi tehdît , faşîzm û dagirkeriyê xwestibin me xilas bikin jî lê ya ku em rizgar kirin ev fikr e.
Serketin bi berxwedan û tifaqê ye
Bangawaziya me jî di serî de ji bo hemu jin û ciwanên Êzidî ew e, vê dagirkeriyê qebul nekin û ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo xweseriya Şengalê, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet dem dema guhertin û veguhertinê ye. Dem dema tifaqa gelên azadîxwaz e. Encax em vê tifaqê pêk bînin, encax em li hemberî vê dagirkeriye ser piya bin, serî hildin em ê di dawî de bigihijîn serkeftinê. Ev jî bi berxwedanê bi têkoşînê wê pêk were.”
Piştî daxuyanî hate xwendin girseyê diruşme li dijî dagirkeriyê û xiyanetê gotin û çalakiya xwe bi dawî kirin.
ŞENGAL / ROJNEWS