ADA-DER di daxwiyaniya xwe de balê dikşîne ser nasname, ziman û çandê û wiha pêde diçe: Ziman û nasnameya ku Xweda diyarî gelê Kurd kiriye gelê Kurd dixwaze pê bijî, lê rastî zilm û tundtûjiya hikûmet û dewletê tê. Polîtîkaya înkar û pişavtinê wek berê berdewam dike. Helbûkî înkar û pişavtin/asîmîlasyona di ola Îslamê de bi aweyekî vebirî û mîsoger hatiye qedexekirin. Wek tê zanîn, netewe û gel Rebê me afirand. Înkarkirina berhema Xweda kifir û dijûn e. Têkildarê vê yekê gelek ayet û hadîs hene.
Mînaka herî dawî komkujiya Roboskiyê ya li Qilabana Şirnexê ye ku 35 Kurd ên bêguneh di nav de zarokê 12 salî jî hebû hatin qetilkirin. Pîvana mirovahî û Îslamê ya difermîne ku ‘Nekuje! Bide jiyandin!’ bi vê komkujiyê hat binpêkirin; bawerî û ola kê çi dibe bibe, her kesek ku xwe ji xwe re dibêje mirov û kesên ku xwedan wîjdan divê li dijî vê tundûjî û zilmê derbikeve.
Yên ku biryara vê komkujiyê dane û yên ku pêkanîne, divê demildest ji kar bên dûrxistin û bên darizandin. Di vê komkujiyê de berpirsyariya herî cidî di stûyê hikûmetê û bi taybetî jî ya Wezîrê Karên Hundir de ye. ‘Wezîrê karê hundir ê Osmaniyan’ ê bi gotina baxçeyê para yê terorî mirovên bêguneh dike hedef, divê demildest ji kar bê xistin û dûrxistin.
Komkujiyeka din a weke Roboskiyê li Basanê li dijî cerdevanên çek danîn pêk hat. Komkujiya Roboskiyê ji gelek aliyan ve li komkujiya Basanê diçe. Divê hemû cerdevan ji vê yekê ders derbixe û demildest dest ji çekan berbidin.
Li gorî ola Îslamê kî piştgirî bide zilmê ew zalim e. Hezretî Mihemed (S.E.W) wiha difermêne, ‘Kî li dijî zilmê dernekeve, ew ne ji umeta min e’. Daxwaza û hêviya me ew e ku li şûna zilm û stemkariyê; dadwerî, yeksanî, azadî û dostayetî serwer bibe. Hîmê aştiyê jî li ser dadwerî, yeksanî, azadî û dostayetiyê bilind dibe. Ji ber vê bûyera dilêş, em ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin.”
ANF/STENBOL