Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, jin bi taybetî di meha Remezanê de xwarina çêdikin bi cîranên xwe re parve dikin. Bi vê rîtuele jiyana rojane jî dostanî û têkiliya di navbera cîranan de xweş û zindî dibe.
Jinên Hesekê nexasim di meha Remezanê de diçin serdana hevdu û dema ku diçin serdana hevdu teyfikek xwarin jî bi xwe re dibin. Ev adeta hanê jî xweber hevparkirina jiyanê a malbatên taxekê han dide û teşwîq dike. Helbet li vir, di vê adetê û rîtuela wê de, ya em bi hêsanî dibînin ku derfeta serdanê ye û ji bo dewama vê serdanê bipêşxistina vê adetê ye; ango mêvan bi tezfika xwarina a ku bi xwe re dibe barê mêvandar hem sivik dike, hem jî ew mêvandarên ku muhtemel e jê neyê mazûrvaniyê bike jî bi vê yekê wê karibe mêvanan bihewîne.
HESEKÊ