Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Adigeyê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de Kurdistaniyan û dostên wan got, “Gelê Kurd ê bi felsefeya Ocalan xwe bi rêxistin kirî, wê tecrîdkirina Ocalan bişikîne.”  Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê, Meclîsa Rêveber a Agirî, ku li Komara Xweser a Adigeyê ya li Federasyona Rûsyayê ye, daxuyaniyek da çapemeniyê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.


‘Em tecrîdê bişikînin’

Endamên meclîsê li ber avahiya otonomiyê civiyan. Li ser navê çalakgeran Hevserokê Otonomiyê Feyzo Huseyîn axivî û got, “Dewleta Tirk a faşîst, bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne. Ocalan bi vîn û sekna xwe, di nava gelê Kurd de vîneke mezin afirandiye. Gelê Kurd ê xwe bi felsefeya Ocalan bi rêxistin kiriye, tecrîdkirina Rêberê xwe wê bişikîne. Dewleta Tirk a faşîst, ne tenê li Bakurê Kurdistanê li hemû cihên gelê Kurd lê rêxistinbûyî, êrîş dike û dixwaze vîna gel bişikîne. Pêwîst e gelê Kurd rêxistinbûna xwe xurtir bike û vê lîstika qirêj a dewleta Tirk ji hev bixe.”

Piştî daxuyaniyê, endamên meclîsê li ser mijarê nêrînên xwe îfade kirin.


 ANF/ADÎGEY