
Bilindbûna rêjeya dengên AfD´ê (Alternatîf Ji Bo Elmanyayê) ji gelek aliyan ve wek ewrekî reş û tarî yê li ser Elmanyayê tê dîtin. Encameke wiha ji bo bajarekî wek Berlînê ku gelek çand, gel û zimanên cihêreng bi hev re lê dijîn, mixabin nebaş e û di rojên pêş de jî tehlûke ye. Baş e, çi bû sedem ku ev partiya di rastiyê de nijadperest e hinde xurt bibe û bi pêş bikeve?
Xwediya kevneşopiyekê ye
AfD Li Elmanyayê partiyeke nû ye, lê wek tê zanîn di dîroka Elmanyayê de bûyer û qewmînên bi vî rengî gelek in. Karesata herî erjeng ya mirovahiyê jî li vî welatî hat jiyandin. Di demên borî de jî li Elmanyayê partiyên bi vî rengî û bi heman ferasetê ve hatine avakirin. Wek mînak: Repuplîkana, BVU, NPD û wd dem bi dem ketine rojeva Elmanyayê. Hind ji wan jî karîbûn têkevine Meclîsên Eyaletan. Lê li aliyê din partiyên li ser wê riçê çi kirine û çi nekirine? Dîrok dizane, em jî baş dizanin.
Ev partiya ku di kampanyayên hilbijartinê de pirrî caran hewcedarî bi veşartina nijadperestiya xwe jî nedîtiye, li 10 eyaletên cihêreng karî bikeve parlamentoyên eyaletan. Bi taybetî jî li dijî polîtîkaya penaberan a serokwezîr Angela Merkelê û siyaseta wan a kun pê li ser biyaniyan xwe wek navenda çareseriyê didin nîşan û dengên wan girtin. Wekî din jî hind pirsgirêkên xeyalî jî wek babetên mezin pêşkêş kirin.
Tirsa ji Misilmanan bi kar tîne
Parlamenterê Partiya Çep a Elman (Die Linke) ya Eyaleta Berlînê Hakan Taş ku cara diduyan hat hilbijartin, argûmentên tirsandina civaka Elman ya AfD´ê baş bi kar anî, wiha şîrove kir: “Dijminahiya olî, dijberiya biyaniyan û demildest vegerandina penaberan hind ji kereseyên polîtîk yên di destê AfD´ê de bûn. Li gel ku li Sachsenê Misilman gelek kêm in jî, bi tirsa ku dê Misilman Sachsenê bigirin û bibin, li wir gelekî bi pêş ket. Divê em li pêş hêzdarbûna rast a tundraw bisekinin.”
Partiyên hevreng û niha jî AfD´ê heta niha li deverên rojhelata Elmanyayê bi pêş diketin. Ev jî ji aliyê demokratên sosyal û rastgirên Mesîhî ve zêde sawdar nedihat dîtin. Bi gotineke din: Di guhê gê de bûn. Lê mixabin vê gavê li eyaletên wek Baden Wurtenberg û Berlînê jî rêjeyeke girîng a dengan bi dest anîn û di parlamentoyên eyaletan de wê bêne temsîlkirin.
Hakan Taş di sohbeta me ya li ser encamên hilbijartinê û nirxandina partiya AfD´ê de got, “Eger em bi ser nekevin, bi xebatên rast û durist hilbijêrên wan li partiyên demokrat venegerînin ku ev polîtîka ji bo tevahiya çepgir û demokratên sosyal yên Elmanyayê derbas dibe, wê bêhtir bi pêş kevin. Her cure tehlûkeyê jî wê bi xwe re bînin.”
Destlatî jî pêkan e
Taş angaşta xwe jî bi van nimûneyan palpişt dike: “Li Meklenburgê bûn partiya diduyan a herî hêzdar, li Berlînê ji sifrê gihiştin rêjeya 14.2 an. Li eyaletên din, li dora % 20´î deng wergirtin. Eger bikarin vê grafîkê biindtir bikin, di pêş de mirov dikare wan wekî hevparên hikûmetê yan jî wek desthilat jî bibîne. Wek nimûne; li hind navçeyên Berlînê karîn endamên meclîsa bajêr bidin hilbijartin. Herwisa êdî qadên wan yên rêveberiyê an jî deverên di bin berpirsyariya wan de hene. Ev jî derfetên zêdekirina hêzê dide wan. Eger ev neyê astengkirin û gelê ku deng daye wan careke din neyê qanîhkirin, mixabin her tişt jî pêkan e.”
Partiya dewlemendan e
Taş dibêje, polîtîkaya AfD´ê ji sedîsed alîgiriya karsazan e û wiha dewam dike: “Dixwazin lêkirina xaniyên sosyal bên rawestandin, li dewsa wan kesên xaniyan dikirin bêne bihêzkirin. Her wiha dixwazin yekdestdariya xanûmanan mezin û hêzdar bikin. Li dijî alîkariya bêkaran derdikevin, têkbirina Hartz IV dixwazin, bisînorkirina alîkariya dewletê ya ji bo hejaran û heta bi tevahî jiholêrakirina wê dixwazin. Wek partiya xwediyên kar, yên aboriya wan asayî û dewlemendan e. Zêdekirina meaşan naxwazin, wek tê zanîn meaşên malnişînan têra debarê nake.”
Xwe wek tevgera protest didin nîşan
Parlamenter Taş dibîje, hilbijêrên AfD´ê xwe wek tevgera protest pênase dikin û wiha peyivî: “Kampanyaya li dijî Merkelê destek dikin, ez ne bawer im ku hilbijêrên wan, bi awayekî birêkûpêk bernameya partiya wan xwendibin. Bi naveroka wê jî nizanin. Her wisa di polîtkaya wan a li ser hindikahiyan de jî sosretî hene. Wek nimûne; divên jin pirtir li malê bimînin, dijberiya mafê wekheviya jin û mêrî dikin, dijminahiya li dijî hevzayendan jî di bernameya wan de heye. Li gel vê jî hind kesên wek hevzayend jî girtin cem xwe; ev jî nakokî ye, lê di serdema Naziyan de jî heman sosretî hebû. Divê em dijminahiya vê partiyê ya li dijî hevzayendan, jar û jin bidin nasîn û her wisa jî hemû aliyên bindest divê baş bizanin ku ev partî ne ya wan e. Li gel hevzayendan, hind biyanî jî mixabin bi wan re ne. Wek Akîf Pîrînçcî ku bi xwe ne Elman e jî bi wan re ye. Di bernameya wan de her wisa vegerandina penaberan û kesên xerîb yên li vir bê kar bin, dibe ku mafê rûniştina wan betal bikin û bixwazin vegerînin. Li vir ew serpêhatiya keşeyî ya bi Naziyan re tê bîra min. Gava dor tê ser wî, ti kes namîne ku dengê wî bibîhizin. Divê em li benda wê rojê nemînin û tê bikoşin.”
YEKO ARDIL / NAVENDA NÛÇEYAN