Di encama rexne û minaqeşayan de biryar hat dayîn ku saziyên xebata agahdarkirina raya giştî bi zimanên cihê, xasma bi Elmanî bên xurtkirin û her wiha medya civakî jî hem bi rêya weşanên bi Elmanî û hem jî bi rêxistinên herêmî bê xurtkirin.

NÎHAL BAYRAM / DARMSTADT

Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê, Civaka Azad û Buroya Jinên Kurd a Aştiyê li Elmanyayê Cenî, vê dawiya hefteyê komxeba Înternasyonalîst Kurdistanê (Internationlistische Kurdistan Tagung) ya 2´yê çêbû.

Komxebatê 17, 18 û 19´ê Çile dewam kir û ji Elmanya, Macaristan, Spanya, Yewnanistan û Hollandayê înternasyonalîst beşdarî komxebatê bûn. Înternasyonlîstên ji Elmanyayê bi pirranî ji bajarên Berlîn, Hamburg, Bremen, Koln, Hannover, Frankfurt, Stuttgart û Munchenê bûn. Ji bilî înternasyonalîstan Kurdên karê dîplomasî û karên derve dikin jî beşdar bûn.

Roja yekê ya komxebatê roja înê bi navê “Civana Jinên Otonom” beşdarên jin civîneke xasî xwe kir. Di vê civînê de rewşa kar û xebatên sala 2019´an hat nirxandin û fikrên li ser kêmkirin û nehiştina şaşî û kêmasiyan di sala 2020´an de hatin îfadekirin. Li ser plansaziya 2020´an jî minaqeşe hatin kirin.

Di nava mijarên minaqeşeyan de hat gotin, sîstema baviksalar xwe di nava rêxistinan, sazî û pratîkên demkî de jî xwe dide xuyakirin; ev rewş hat rexnekirin. li ser vê îşaret bi wê yekê hat kirin ku divê têkoşîna jinê bê xurtkirin, û hewl bê dayîn di zêhniyetê de sîstema baviksalar bê tinekirin.

Roja diduyê ya civînê piştî nirxandina giştî ya rewşa siyasî û civakî ya li Kurdistan û Ewrûpayê ya sala 2019´an, rêxistinên nû yên sala 2019´an avabûyî hatin danasîn. Civaka Azad, ISKU, Cenî ku ev bi salan e xebatên xwe dewam dikin jî, raporên xwe xwendin. RiseUpForRojava (Ji bo Rojava rabe ser piyan) û WomenDefendRojava (Jin Rojava diparêzin) jî ji wan rêxistinên nû bûn ku hatin danasîn.

Neteweya Demokratîk desketiyeke mezin e

Di dawiya beşa diduyê ya komxebatê de ji parêzerên Abdullah Ocalan, Mahmut Şakar, behsa pêvajoya ji bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê heta roja me ya îro kir. Şakar got, têgeha Neteweya Demokratîk ji serketinên herî mezin ên berxwedana Kurdan e û di encama potensiyela vê berxwedanê de jî Şoreşa Rojava mumkin bûye. Wî got, dewama şoreşê jî her wiha bi saya serê hêzeke ev qasî mezin a înternasyonalîst e.

Rûtînbûna şiklê çalakiyan hat rûreşkirin

Di beşa sisiyan a komxebatê de xebatên karê derve, yên dîplomasiyê û rêxistinî bi platformekê minaqeşekirin. Di vê platformê de kêmbûna xebata şefaf a di nava tevgera înternasyonalîst a Elman û tevgera Azadiyê ya Kurd de hat rexne kirin. Xasma jî tevgera înternasyonalîst ji hin çalakiyên acil dereng hatiye agahdarkirin. Rexneyeke din adi platformê de hatî kirin jî ew bû ku di nava xebata saziyên Kurd de hîna zêhniyeta baviksalar xurt e. Rexneyeke din jî rûtînbûna şikl û awayên çalakiyan û ji ber vê kêmbûna beşdariya xelkê bû. Wekî din xîtaba ji bo Elmanan û raya giştî ya welatên çalakî li wan jî li gorî rexneyan bi kêmasî bûye. Di encama rexne û minaqeşayan de biryar hat dayîn ku saziyên xebata agahdarkirina raya giştî bi zimanîn cihê, xasma bi Elmanî bên xurtkirin û her wiha medya civakî jî hem bi rêya weşanên bi Elmanî û hem jî bi rêxistinên herêmî bê xurtkirin.

Di beşa çarê ya komxebatê de 5 atolyeyên bi navê Agahdarkirin (AG Informationsarbeit), Karê li dijî tepisandinê (AG Anti Repressionsarbeit), Çalakî (AG Aktionen), Civaka Sivîl û Tifaq (AG Zivilgelsellschaften und Bündnisse), Perwerdeya Siyasî (AG Politische Bildungsarbeit ) û Boykot (AG Boykott) hatin avakirin û di van atolyeyan de mijar hatin minaqeşekirin û pêşniyazên plansaziyan û çareseriya pirsgirêkan hatin kirin.

Roja sisiyan a komxebatê yekşemê bû. Beşdar dîsa li civateke giştî rûniştin û encamên atolyeyan parve kirin. Mijarlên derketin pêş ev bûn:

Atolyeya Agahdarkirinê: Li ser mijarên muhim ên weke Konfederalîzma Demokratîk karê di nav raya giştî de bê kirin û berdevkên çapemeniyê bên perwerdekirin.

Atolyeya Boykotê: Dewamkirina xebatên ji bo boykota tûrîzma Tirkiyeyê, çalakiyên li dijî şirketên sîlehan û şerî weke li dijî Rheinmetal, Mercedes û VW.

Atolyeya Civaka Sivîl û Tifaqan: Cihî zêdekirina xebatan; anîna cem hev a komikên piçûk ên li herêm û mintiqeyan.

Atolyeya Çalakiyan: Xurtkirina afirîneriyê ji bo çalakiyan û veguherandina wan a xebatên agahdarkirina raya giştî.

Atolyeya Perwerdeya Siyasî: Xistina zikhev a perwerdeyê û agahdarkirina raya giştî û çapemeniyê.

Atolyeya Karê li dijî Tepisandinê: Ne tenê rûreşkirina tepisandinê lê her wiha organîzekirina desteka ji bo mezlûman û malbatên wan.