KURTAY SERHAT / ANF/BEHDÎNAN

Li bajarokê Şeladizê yê bajarê Amediyê yê Başûrê Kurdistanê, ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker, şewat derket. Şewata li daristanê dewam dike.

Balafirên şer ên artêşa Tirk 31’ê Tebaxê bombe li Geliyê Balinda û derdora gundên Saca, Çemê Meşa û Sitê yên bajarokê Şeladizê yê Amediyê barandin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ket û şewata li herêmê dewam dike.

Li cihê ku şewat derket, xisareke mezin li sedan hektar dehl û rezê gundiyan bû. Ji ber bomberdûmanê, kewarên mêşên hingiv ên herêmê şewitîn û gelek mêş telef bûn.

Artêşa Tirk ji bo nehêle gundî şewatê vemirînin, bi balafirên şer careke din bombe li herêmê barandin. Ji ber bomberdûmanê gundî neçar man ji herêmê vegerin. Dema ku nûçeya me dihat amadekirin şewata li herêmê dewam dikir.