
Agirbesta bi desteka Rûsya û Tirkiyeyê li Sûriyeyê pêr piştî nîvêşevê hatî ragihandin li gorî nûçeyên di ajansên navteweyî tê belavkirin, dewam dike, tevî şeran ku destpêka wê ve ew jî dewam dikin. Ajans hemû îşaret bi wê yekê dikin ku Tirkiye ji bo pêşiyê li xwedîstatubûna Kurdan bigire, çeteyên destek dida wan deverû li erdê hiştine, di rewşeke herî lawaz de.
Ya rastî zehmet e mirov zanibe, van nûçeyan çawa binirxîne û li ku bi cih bike. Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêr bi roj dabû zanîn ku ev agirbest wê bikeve meriyetê.
Çavdêran jî hema piştî ketina meriyetê ya agirbestê dan zanîn ku di navbera çeteyên Tirkiye pişta wan digire û hêzên rejîma baesî de di navbera Idlib û Hemayê û li hin cihên din jî şer qewimiye. Hîna 12 saet di ser agirbestî re nebihurî, li Şamê û li Hemayê helîkopter û balefirên rejîmê bombe barandin ser xelkê û çekdaran. Belê li gelek deveran jî şer rawestiyaye.
Ji bo Kurd nebin xwedî statu
Ajansan ji bîr nekir ku piştî van hewldanan Hêzên Artêşa Tirk gotine, Rûsyayê li Babê DAIŞ bombebaran kiriye û destek daye artêşa Tirk û çeteyên wê. Û helbet bi vê jî elaqedar wan bi bîr xist ku bi salan Tirkiyeyê dixwest Esed û rejîmê bixîne, lê ji tirsa ku tesîr û hêza Kurdan zêde bibe, niha ev armancên xwe danîne aliyekî. Ji ber vê yekê jî li gorî çavdêrên ku ji ajansan re peyivîn, hêza komên li dijî rejîmê ji her demê kêmtir e. Ango tevahiya ajansên navneteweyî dema behsa vê nûçeyê dikin, dibêjin, Tirkiyeya ku sponsora sereke za şerê li Sûriyê bû, piştî kuştina bêhtirî 300 hezar mirovî, daxwazên xwe ji destpêka şer jî bi jêrtir ve kişandin û tevahiya hêza xwe ya siyasî û dîplomatîk ji bo astengkirina xwedîstatutubûna Kurdan bi kar tîne.
Trump heye û DYE heye
Tevî ku minaqeşeyên li ser li der hiştina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayî (DYE) tên belavkirin, ajansan axaftina wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a li Neteweyîn Yekbûyî weşand ku tê de dibêje, piştî ku serokdewletê bijartî yê DYE´yê dest bi wezîfeyê bike, ew ê tevlî muzakereyên ji bo aştiyê bibe û wekî din ew hez dikin ku Misr, Erebistana Siûdî, Qetar, Iraq, Urdun û Neteweyîn Yekbûyî jî tevlî van muzakereyan bibin.
Herçî liderhiştina DYE ye, Trump got, ew ê ji nêztir “li dijî terorîzmê hevkariyê” bike bi Rûsyayê re, lê belê nayê zanîn ka Pentagon û îstîxbarata DYE´yê çi qasî hazir e ku destûrê bide hevkariyeke bêhtir bi Rûsyayê re.
Bi her halî ne hemû komên tevlî şer dibin ev agirbest mohr kirine û Lavrov bibêje gelek koman lihevkirina agirbestê mohr kiriye jî, hejmara wan 6 e. Ajans balê dikişînin ser agirbestên beriya niha û dibêjin, agirbestên Sibat û Îlonê yên bi navbeynkariya DYE û Rûsyayê di nava çend hefteyan de xira bûbûn.
Dewra Pûtîn û muzakereyên aştiyê
Di ragihandina agirbestê de Pûtîn her wiha gotibû, alî amade ne ji bo muzakereyên aştiyê li paytexta Kazaxistanê Astanayê ku bi gotinên wî, wê di demeke “kurt” de pêk werin.
Ji ber vê yekê jî gelek çavdêr dibêjin, divê agirbest qet nebe heta destpêka muzakereyên li Astana dewam bike.
Bi her halî rejîma baesê da zanîn ku DAIŞ û komên girêdayî Cebhe el-Nusra ya kevin nakevin ber agirbestê, tevî ku ji aliyî çeteyan ve tê gotin, kevne Cebhe el-Nusra jî dikeve ber agirbestê. Li aliyê din Ahrar al-Sham ê ragihand ku wan şerh danîne û agirbest mohr nekirine, lê belê hîna sedemên şerha xwe eşkere nekirine.

NAVENDA NÛÇEYAN