Foca dewreyeke perwerdeyê ku li ser vemirandina agir û destwerdanên lezgîn ji endamên xwe re vekiribû, bi dawî kir.

Foca Agirkujiyê ya bajarê Hesekê beriya bi 7 rojan dewreyeke perwedeyê ji endamên xwe re dabû destpêkirin. Di dewreyê de  çawaniya vemirandina agir û destwerdanên lezgîn hatin dayîn. Dewreya ku bi tevlîbûna 25 endaman hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Endamên ku tevlî dewereyê bûne ji Şedadê, Holê, Til Bêder, Til Temir, Tiwêna û Til Tewîl bûn.

Di vê çarçoveyê de endamê dewreyê Hesen Îbrahîm got, di dewreyên perwerdeyê de ew fêr bûn ku dema agir bi erebe, madeyên neftê dikeve, çawa vemirînin û çawa sivîlan ji avahiyên bilind rizgar bikin.

Hesen îşafret bi girîngiya perwerdeya ji bo endamên Foca Agirkujiyê kir û got, parastina sivîlan erka wan e. 


 ANHA/HESEKÊ