
Ji ber polîtîkayên şer û qirkirinê yên AKP´ê, ev 5 meh in ku dengbêj nikarin li Mala Dengbêjan a li navçeya Amedê Sûrê li hev bicivin û kilamên xwe ji mêvanan re bibêjin. Dengbêj dibêjin ku bi desteserkirina Mala Dengbêjan, ew ên dixwazin hiş û zimanê wan asteng bikin, nikarin bi ser kevin.
Dengbêjî diyariya şevên sar û dirêj ên Serhedê ye, vegotina dîroka gelekî ye ku nehatiye nivîsandin. Dengbêj di her serdemê de bûne şahidên dîroka Kurdistanê û nobedarê çanda qedîm.
Ev çanda wêjeya devkî ya li herêma Serhedê bi yekbûna peyvên deng-bêj derket holê, ev bi hezaran sal in ku li erdnîgariya Kurdistanê her heye. Dengbêjî, ku çavkaniyeke xurt a wêjeya devkî ye, ji berê ve gelek çîrokan bi stran, lorik, lawik û klaman digihînin roja îro. Ev çanda bingehîn a Kurdan, mîna gelek nirxan bi xetereya asîmîlasyon û tinebûnê re rû bi rû ye. Dengbêjiya ku beriya sedan salan li qesr, koşk û meydanên gundan bi rengê ‘dîwana dengbêjan’ her bal dikişand ser xwe, niha li ‘Malên Dengbêjan û Navendên Çandê’ asê ma ye.
Li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê dicivin
Mala Dengbêjan a li navçeya Amedê Sûrê, bi 27 Dengbêjên xwe ve beriya 5 mehan bûbû navendeke ku mirov ber bi xwe ve dikişand. Lê belê, piştî ku di 2’ê Kanûna 2015’an de dewletê êrişên xwe şidand, topên hawanê lê ket, û hêzên dewletê hemû eşyayên di avahiyê de şewitandin, îro nikare xizmetê bide. Dengbêjên vê malê jî niha li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê dicivin.
‘Nikarin hiş û zimanê me desteser bikin’
Yek ji cihên ji aliyê dewletê ve bi biryara ‘cemawerîkirina lezgîn’ bê desteserkirin, Mala Dengbêjan e. Ji şêniyên Mala Dengbêjan Mistefayê Botî diyar kir ku ev biryara desthilatdariya AKP’ê xizmetê ji polîtîkayên qirkirin û şer re dike. Botî got, “Bingeha çanda Dengbêjiyê beriya bi hezaran salan hat danîn” û destnîşan kir, ku eger AKP’ê dibîje, bi vê biryara desteserkirinê re dikare çanda Dengbêjiyê tine bike, ew xwe dixapîne. Botî got, “Yekane tişta dikarin desteser bikin, ax û kevirên li Sûrê ne. Nikarin hiş û zimanê me desteser bikin.” Botî diyar kir ku ew ê li her derê kilamên xwe her bistirên.
Bi mehan e nikarin dîwanê deynin
Dengbêj Gulî jî da xuyakirin, ku ew ê li her dawetê, şahiyê, li her kolan, park, baxçe yan jî li qadeke Kurd lê li hev bicivin, kilamên xwe bibêjin û got, “Belê Mala Dengbêjan ji bo me hêja bû, ji ber ku dostên me ji bajarên din ên Kurdistanê û ji welatên din dihatin li me guhdarî dikirin. Lê bila xwe nexapînin ku bi vê desteserkirinê dikarin çanda me bidin jibîrkirin.”
Dengbêjên ku ji ber şer û mirinan bi mehan e nikarin dîwanê deynin, li benda roja bicihbûnê û gotina klamên xwe ne.
ELÎF DOGAN / MELEK YUKSEL / ANF / AMED