LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Helbestkar Hîcrî Îzgoren ji bo şairê Tirkiyê yê Diyarbekirî Ahmed Arîf got, wî mohra xwe li helbestê daye: “Helbestên wî her tim cihana me ya hestan dewlemend kiriye.” Helbestkar Şukru Erbaş jî diyar kir ku taybetmendiya ku helbestên Ahmed Arîf mezin dike; paşguhnekirina pirs û êşên gel e.
Doh̦ salvegera mirina şair Ahmed Arîf bû. Arîf 21’ê Nîsana 1927’an de li Amedê ji dayik bû û 2´yê Hezîrana 1991´ê jî wefat kiribû. Wî bi helbestên xwe her tim li gel bindestdan cihê xwe girt.
Jixwe kitîba helbestên wî “Hasretînden Prangalar Eskîttîm (Ji hesreta te min pranga kevin kirin)” jî wan helbestên wî yên navdar ên ku hatine wergerandinî Kurdî û hin ji wan bi dengê Ciwan Haco weke “Sî û sê gule” jî nemir bûne, hene. Ev kitêba hanê sala 1968’an hat çapkirin û ket nav rêza pirtûkên ku herî zêde li Tirkiyeyê hatine çapkirin.
Helbestkar Hîcrî Îzgoren û Şukru Erbaş di salvegera mirina wî de qala helbestkariya Ahmet Arîf kir.
Bedewiya nazdar a helbestê
Helbestkar Hîcrî Îzgoren got, Ahmed Arîf mohra xwe li helbestê daye: “Bi hestiyariyeke ji êş û zilmê hatiye parzinandin, xeyala cihaneke dikare lê bê jiyîn ava kir. Ahmed Arîf belbestkarê kitêbekê tenê ye; lê tişta ku bibêjê di vê pirtûka tenê de gotiye û li dijî rizîna bi salan ter û teze sekiniye. Tiştên wî yên veşarî tine ne. Ew bedewiya nazdar a helbestê ye. Bê tirs û bazar, bê derew, tazî, dilşikestî û keser bû. Asoyê baş hîn kiribû, li rûyê wî weke remza çiyayan kula reş hebû. Sêrpêhatiyeke bi qasî rêzekê, di sêwirandin wî de ne rojek û salekê, serdem dihewandin. Helbesta wî bi nirxên li me û jiyana me zêde dikir, her tim cihana me ya fikir û hestan dewlemend dikir û ji hêviyên me re dibû ava jiyanê.”
Xwe qalibên herêmî de teng nekiriye
Helbestkar Şukru Erbaş jî got, taybetmendiya ku helbestên Ahmet Arîf mezin dike; paşguhnekirina pirs û êşên gel e: “Helbestên xwe di nav hevgirtinekê bi hêz de ava kirine. Lê di heman demê de helbestên wî helbestên rêzê ne. dibêjê, ‘Ez di helbestê de ji heysiyeta rêzê bawer dikim’. Ji vana hemûyan wêdetir, taybetmendiya ku helbesta wî mezin dike; paşguhnekirina pirs û êşên gel e. Wî jiyana mirovên Kurd, rastiya eşîretê û jiyana gelê xizan nivîsandiye. Lê helbest di nav qalibên teng ê herêmî de asê nekiriye.”