Tecrîda li Imralî di sala duyemîn de ye. Gel jî, gerila jî şerê li dijî tecrîdê dikin.
***
Berî bi çend rojan Ahmed Turk, îxaneta li dijî gelê Kurd bi çend hevokan, di demeke pêwist de anî ziman. Di demeke ku, faşîzma Tirkîtiyê li dijî Kurdên Rojava afûr û nafûra dojehî fûrand; wezîrê karên derve Ahmed Dawudoglu, bi vê mebestê çû Hewlêrê û wek axayekî eşîrê lîstikek kire pratîkê, Ahmed Turk ev gotin bikaranîn. Tê zanîn Dawudoglu, bi armanca bela kirin û parçe kirina Konseya Bilind ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, serî li riyeke gemarî û derî exlakî da.
Demeke dirêj e ku li Bakurê Kurdistanê jî heman gunehkariyên ku bi gotina “îxanetê” werê bi nav kirin têne kirin. Ahmedt Turk jî, di nav de, rayedar, rêvebir, siyasetmedar, nivîskar û her kesê ku mafê gotinê di xwede dibîne, banga pêvajoyê, hassasiyeta dem û heyamê û pêdiviya yekîtiyê li tevahiya Kurdan kirin û dikin. Siyasetmedarên Kurd şiyar kirin.
Di heman demê de banga aştiyê dikin û ji bo aştiyê jî, pêdiviya bêdeng kirina çekan li her du aliyan dikin. Lê dewleta û desthilatlariya AKPê, ha ha li dahola şer dan, alif û êmê di alifên bextreşan de dagirtin.
Kesên hevsarkirî û li ser alifê dewleta AKPê jî dengê siyasetmedar û gelê Kurd yê hawara yekîtiyê nekirin.
Piştî pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd pengaveke dîrokî avêt, dewleta AKPê, bû xwê û kete agir; dijminatiya kîndariya tolhildanê qîriya. Ahmed Turk jî, weke mirovekî berpirsiyar hewlesta AKPê eşkere kir û gotina dawî û di dema wê de got: Dijminatiya desthilatdariyê (AKPê) li ser suc hate girtin. Kesên destekê didine AKPê, di çavên Kurdan de êdî di nava îxanetê de ne.”
Ahmed Turk, berî niha bi demekê li Amedê, li pêşberî qErebalixek zêde ya gelê Kurd jî, ji bo aştiyeke bi rûmet, canê xwe kire qurban û got: Bila aştî were, aştiyeke bi rûmet û mayînde, bila canê min feda be.”
Ahmed Turk, her du gotinên ku hevûdin temam dikin çima gotin?
Divê ku em zanibin, her du gotinên Ahmed Turk, ya dilê gelê Kurd e. Gelê Kurd aştiyê dixwaze, aştiyeke bi rûmet, yanî çareseriyek bi rûmet.
Gotina duyemîn jî, tê wateya ku pêkhatina aştiyê û çareseriyek bi rûmet, bi helwesta Kurdên ligel AKPê ve girêdayî. Dewleta Tirk û AKPê, hêza xwe ya kujerî, kina tolhildanî ji Kurdan distîne. Kurdên mîratzedeyên Ziya Gokalp, Rehber, Cimo û Temo Gewrê, kesên weke Mehmet metîner, Galîp Ensarîoglu, Mehdî Eker dibine hêza dewleta AKPê, di aliyê siyasî, civakî, eskerî û şerê psîkolojîk de dibine hêza dewleta AKPêç ya şerê li dijî gelê Kurd. Dîroka Kurdan bi mînakên vê desteka ku wek birîna mumarî derketiye holê dagirtî ye. Di her demûdewranê de, Kurd bûne celladê Kurdan. Banga Ahmed Turk ya “destekkirina AKPê îxanet e” di vê çarçovê de ye û tê wateya, “eger Kurd desteka xwe ji dewleta AKPê bikişînin, wê hêza xwe ya tolhildana kîndariyê, qirkirina gelê Kurd winda bike, wê lokme bide. Lokme dana dewletê tê wateya aştiyê, çareseriyê. Eger ew Kurd desteka xw eji Erdogan û AKpê bikişînin, ew nikare bêje, “ez temsîliya Kurdan dikim”, heta yek Kurd ligel Erodgan heye ewê van gotinan dubare bike û bike hêza qirkirina li dijî glee Kurd.
Tayyip Erdogan, li hemberî gotinên Ahmed Turk çi got? P êşî got, min wezîrê karên derve Ahmed Dawudoglu belaş û vala ne şande Başûrê Kurdistanê. Piştre, got: Mirovekî weke Ahmed Turk van gotinan bêje ne normal, ez dibin van gotinan de tiştekî din dibînim, Ahmed Turk hatiye tehdît kirin.” Piştre jî got; heta ku rêxistina terorê çekan daneyîne, emê operasyonên xwe bidomînin.” Her gotina Erdogan, kopalê li ser dahola şer bû û hîna vê dahola xwe jî lê dide.
Gotinên Erdogan yên li dijî Ahmed Turk jî, gotinên klasîk in, parçeyek ji şerê psîkolojîk yên klasîk in.
9 sal in, yek kesî ji devê Erdogan gotina aştiyê ne bihîstiye, gotina çareseriyeke bi rûmet û mafên gelê Kurd ne bihîstiye. Hebê nebê teror, hebê nebê edebiyata yek-yekan, hebê nebe operasyon, hebê nebe, heta yek terorist li serê çiyan bimîne emê şerê xwe bidomînin û hwd.
Erdoganê ku zêdetir ji salekê ye tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dide mêşandin…. Erdoganê ku dibin navê operasyonên KCKê de, nêzîkî 8 hezar siyasetmedarên Kurd girtine û avêtine zindanan, Erdoganê ku li kolanan zarok, pêçek, ciwan, jin û mêrên Kurd dide kuştin, ji gotina Ahmed Turk ya aştiyê bêzar dibe. Ji ber ku Receb tayyip Erodgan, serokwezîrê şer e.
Dema ku Ahmed Turk, Kurdan şiyar dike û birîna mûmarî ya îxanetê tine bîra Kurdan, li xiş û hesabê Erdogan nayê. Ji ber ku Ahmed Turk tevrê Humbaba li siyaseta bextreş ya Erdogan dide, çavkaniya hêza qirkirina gelê Kurd ji holê radike. Hêrsa Erdogan jî ev e.
Di van rojên ku li Şemzînanê, çalekiyên gerila dijwar bûne û artêşa Tirk kiriye tara bêjingê, kontrola herêmê kiriye destên xwe, kişûmat Tirk, nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan, tevahiya amûr û alavên “şerîata Tirkîtiyê”, êrîşî PKKê dikin. PKKe weke amûr û maşika destê Esad bi nav dikin. Lê yek kes nabêje, heta doh bû Esad û Erdogan destûbirakên hev bûn. Heta doh bû, Suirye û Tirkiye hevkarên hev yê stratejîk bûn û li dijî gelê Kurd şer dikirin. Tirkiye, ji bo Haraketa Azaidya Kurd tefsiye bike, gelê Kurd car din dîl bigire, Tikriye di bazarên cîhanê de derxistiye mazetê. Kes vê nabêje, lê dema ku Ahmed Turk, Kurdan şiyar bike, neşterê biavêje birîna mûmarî, gunehkar dibe.
Tirk dixwazin ku, her têkilî, her hevkarî, her rê ji bo wan adet û mubah be, ji bo Kurdan jî qephet û mekruh be. Her tişt, her kiryar mafê wan e, lê Kurd nikarin. Ji xwe cotstandardiya dewleta AKPê û demagojiya Tayyip Erdogan, ya ku rê li ber çareseriya pirgsirêka Kur digire ev e.
Eger Ahmed Turk, mijara komkujiya Roboskî tine ziman, helbet Erdogan wê hers bibe û bi gotinên tewanbarkirinê êrîşî Ahmed Turk bike. Her mirovê gunehkar û suc kiriye xwedî spîkolojiyek wiha ye. Erdogan jî bi vê psîkolojiyê êrîşî Ahmed Turk dike. Ev destîniya bi destê Kurdên xayin hatiye nivîsandin e û Erdogan jî vê destîniya ku bûye bingeha “şerîeta Tirkîtiyê” diparêze.
Cûdatiya navbera Ahmed Turk û Tayyip Erdogan jî ev e.
Ahmet Turk û Tayyip Erdogan