Ji welatên cuda yên dinyayê bi sedan akademîsyen, hunermend û entellektuel li dijî êrîşên dagirkeriyê di malpera boycott-turkey.net de li hev kom bûn û ragihandin ku wan biryara boykotkirina saziyên Tirkiyeyê wergirtine.

Di daxuyaniya bangawaziyê de hate bibîrxistin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafên mirovan bi rengekî giran hatiye binpêkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên tên kirin gefê li veguherîna civakî ya femînîst a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin.

Tirkiyê eşkere kokqelandinê dike

Di daxuyaniya kampanyayê de hate ragihandin ku Tirkiyeyê armanca xwe ya paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan bi rengekî eşkere ragihandiye û pîvanên hiqûqa navneteweyî binpê kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, armancên Erdogan destnîşan kirine li dijî Peymana Cenevreyê û pîvanên Dadgeha Sûcên Şer a Nurnbergê ne û ango  “Sûcên êrişê, sûcê paqijiya etnîkî û sûcê tehcîrkirina gel ji xaka ku hatiye dagirkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi êrîşên dagirkeriyê re herêm ber bi rewşeke nediyar ve hatiye dehfdan û bang li hêzên akademîk ên navneteweyî hate kirin ku li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin û piştevaniya şêniyên Rojava bikin.

160 akademisyen, hunermend û entellektuel

Di banga hevpar de hate destnîşanikrin ku ew karên saziyên çandî û akademîk ên saziyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên fînansekirin boykot dikin û hate gotin, rojnamevan, akademîsyen an jî saziyên ku bi rengekî serbixwe tevdigerin û nirxên demokratîk diparêzin di nava boykota wan de nînin. Her wiha hate gotin, xebatên akademîk ên akademîsyenên ji Tirkiyeyê yan jî tevlîbûna wan a li organîzasyonên navneteweyî di nava boykotê de nîne.

Di nava kampanya boykotê de 160 akademîsyen, hunermend û entellektuel hene.

 

NAVENDA NÛÇEYAN