Li Rojavayê Kurdistanê jin ku di hemû xebatên rêxistinî û civakî de roleke çalak dilîzin ji bo pêşxistina xebatên perwerdekirina jinan jî di nav hewldanan de ne. Jin tevî zor û zexmetiyên dijîn, xebateke din a girîng dan destpêkirin. Li bajarê Dêrika Hemko rêxistina jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star cara yekem navenda perwedeya jinan vekir. Bi munasebeta vekirina navenda bi beşdarbûna sedan jinan merasîmek hat lidarxistin. Jinên endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, endamên jin yên Asayişa Dêrikê û lijneya jinên Xiristyan jî di merasîma vekirinê de amade bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.


Jin piştgirî dan

Piştre Endama Kordenîsyona Yekitiya Star û Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmet di merasîmê de axivî. Îlham Ehmet diyar kir akademiya jinan ji bo  jin di warê zanistî de pêş bikevin girîng e û bi xebatên bi vî rengî jin wê bikaribin di Sîstema Xweseriya Demokratîk de cihê xwe yê rewa bi awayekî hîn çalak bigrin. Ehmet destnîşan kir ku vekirina akademiya jinan ji bo perwerde û pêşxistina rola jin di civakê de û rizgarkirina jinan ji desthiladariya mêran jî gelek girîng e.
Hevseroka Meclisa Qamişlo Remziye Mihemed jî di axaftina xwe de diyarkir ku vekirina akademiya jinan ji bo afirandina azadiya jinan e û bi azadiya jinan wê azadiya civakê jî gav bi gav pêşbixin.
Endamên Yekîtiya Star yên  Dêrikê, Amûdê û Tirbesipiyê jî di merasîmê de axivîn, peyam dan û navenda akademiya ku hate vekirin li hemû jinên Rojavayê Kurdisanê pîroz kirin.
Piştî axaftinan deriyê Akademiya Jinan Derîka Hemko ji aliyê dayikên aşîtiyê ve hate vekirin. Merasîm bi stranên Koma Zîlan bi dawî bû. 

ANF/DÊRIKA HEMKO




Ciwan ji bo azadiyê meşiyan

Li navçeya Şêrewa ya bajarê Efrînê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û protestokirina ambargoya li ser Rojava meşek lidarxistin. Di meşê de ciwanan ji bo Ocalan azadî xwestin.
Beriya meş dest pê bike, beşdarên meşê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre Serokê Meclisa navçeya Şêrewa Aslan Aslan axivî û rola ciwanan ya pêvajoya şoreşan de destnîşan kir. Aslan diyarkir ku bidestxistina nirxên netewî û pêşxistina têkoşîna gelê Kurd de rola ciwanan xwedî girîngiyeke mezin e. Aslan bang li ciwanên Kurd kir ku di şoreşa azadiyê de cihê xwe bigrin. Herwiha Aslan ji ciwanan xwest ku xebatên perwerdeyê jî bi berfirehî bimeşînin, xwe perwerde bikin û rola xwe ya pêşengtiyê bi cîh bînin.
Piştre Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Necwa Mihemed axivî û weha got: "Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ti carî dev ji doza azadiyê bernadin. Emê her dem li pişt gelê xwe bin û perspektîfên Ocalan yê azadiyê ji xwe re bingeh bigirin.'' Mihemed diyarkir ku ji bo li çar aliyên Kurdistanê aştiyeke mayînde pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rol bilîze, ji bo vê yekê derfet were dayîn û were azadkirin. Di axaftinan de ji bo tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî gelê Kurd were rawestandin û hevdîtinên aştî û çareseriyê werin destpêkirin bang hate kirin.

Ji bo yekîtiyê bang

Piştî axaftinan bi sedan ciwanên ku tevlî meşê bûn, dest bi çalakiya xwe kirin. Di meşê de tevî alên PYD û posterên Ocalan, wêneyên endamên YPG û gerîlayên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di çalakiyê de her weha ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê jî hate şermezarkirin. Beşdarên meşê li praniya kolanên navçeyê geriyan û bi sloganan çalakiya xwe bi dawî kirin. 

ANF/EFRÎN