Li Amedê Akademiya Ehmedê Xanî û li Stenbolê Enstîtuya Kurdî bi Biryara Di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin. Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa, li dijî êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, “Dewleta Tirk bi hemû hêz û dezgehên xwe, êrîşa li dijî maf û nirxên Kurd ji xwe re kiriye armanceke sereke.” û banga xwedî derketina li nirx û destketiyan kir.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi biryara KHK’ê ya ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk ve pêşî hat girtin û paşê hat mohrkirin. Wezîrê Karê Hundir bi biryara Rewşa Awarte (OHAL) bi KHK’yan pêşî 375 komele dan girtin, pêr der barê 94 komeleyên din de jî biryara girtinê da. Piştî ku ev biryar di rojnameya fermî de hat weşandin, pêr bi şev polîsan bi ser avahiya Enstituya Kurdî û TZP Kurdî de girt, piştî lêgerîneke talanwarî û jimartina alav û amûrên li avahiyê, mohr li deriyê avahiyê xist.
Rewşenbîrên Kurd ew damezrandibû
Enstîtuya Kurdê ji aliyê rewşenbirên Kurd ên wekî Musa Anter, Feqî Huseyin Sagniç, Îsmail Beşikçî, Abdurrahman Durre, Îbrahim Gurbuz, Cemşîd Bender, Suleyman Înanoglu û Yaşar Kaya ve di 18’ê Nîsana 1992’an de li Stenbolê hatibû avakirin. Enstîtuyê li dijî bişaftin û tunekirina ziman, li ser wêje, ziman, çanda kurdan lêkolîn dikir û arşîv berhev dikir.
Li Amedê jî
Polîsan bi ser Akademiya Ehmedê Xanî de girt ku sala 2013’an de li Amedê hatibû vekirin. Akademî piştî hat valakirin wê bê mohrkirin.
Kiryarên Dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Rêveberiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa girtina Akademiyan bi daxuyaniyekê şermezar kir. Mamosteyan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk yên li hember gelê Kurd û gotin, “Ji kenalên telewîzyonên zarokan bigirin hetanî çapemeniyê û saziyên perwerdeya zimanê Kurdî, tev bûne hedefa êrîşên dewleta nîjadperest. Têgihîştana faşîzanê êdî xwe li peyvîn, mûzîk, lîstik û kincên Kurdî jî nagire û bêperwa êrîş dike. Niha dewleta Tirk, berê êrîşên xwe daye saziyên çand û zimanê Kurdî. Herî dawî jî Ensîtûya Kurdî ya Stenbolê bi awayekî bêdadî û bêsinc hate girtin. Armanc, tinekirina çand û zimanê Kurdî û bi gelemperî hemû hêjayên Kurdîtiyê ye.”
Xwedî lêderkevin!
Mamosteyan di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li destketiyan jî kir û got, “Divê em Kurd, him wek gel, sazî û him jî wek kes li dijî van êrîşên hovanê hemû nirx û destketiyên xwe yên giranbûha biparêzin.
Em bang li hemû derdorên demokrat û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî siyaseta dewleta faşîst bibin helwest û bi awayekî çalak zend û bendan vemalin. Anora mirovatiyê, divê li hember kirinên li dijî mirovatiyê bêdeng nemîne û dengên xwe bilind bikin.
Em wek Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê vê kirina dewleta nîjadperest bi tundî û nefret şermezar dikin û soza dilsoziya bi nirxên xwe yên neteweyî re careke din dubare dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN