HEVÎDAR JÎN SÜRER / FRANKFURT


Hêza Kurdan û rêxistinbûyîna civaka Kurd her ku diçe xurttir dibe. Ev xurtbûn ger li Kurdistanê ger jî li derveyî welêt di qadên cihê de derdikeve pêş. Ewrupa jî van qadan ne ku civaka Kurd di gelek beşên civakê de bûne xwedî rêxistin û dibin. 

Yekîtiya Kardarên Kurd ên Ewrupa (AKKE) jî yek ji van rêxistanên Kurd e ku di 26’ê Cotmeha 2013 an de hatiye damezradin û bi vizyonekê taybet berê xwe dide Kardarên Kurd. Berdevkê çapemeniyê yê AKEE´yê Yusuf Dogan anî ziman ku armanca wan ew e ku di pêşerojê de bibin pira di nava sermayeya Kurdan û ya Ewrupa de û got: “Em dixwazin ew deriyên ku li pêşiya Kurdan girtîbûn werin vekirin ku em jî bibin wek pirekê ji bo avakirina lobiya Kurdan.”  Dogan her wiha diyar dike ku ew wek komeleyek fermî hatine qebûlkirin û got: “Projeyên me yên avahîsaziyê hene. Ji bo siberojê projeyeke me ya bankeya Kurdî ye. Ev ne karekî hêsan e. Dem jê re divê. Piştî damezrandina bankeyê em ê li ser reng û armancên wê jî bixebitin.”

Me bi Dogan re li ser xebat, armanc û projeyên wan hevpeyvînek çêkir ku dibêje em bang li hemu kardarên Kurd dikin ku li kîjan welatî dibin bila bibin, werin bibin endamên me hêza wan bi hev re xurttir bibe.


Pir caran dema mirov Yekîtiya Kardaran dibihîse, Karzaz tê bîra mirovan. Bingeha we ya Karsaz heye? 

Di navbera AKEE û Karsaz’ê de ti têkilî tine. Karsaz ji hêla kesên din ve hatibû damezirandin û ji vîzyona me cudatir, xwedî vîzyanokê bû. Yekîtiya Kardarên Kurd û xwedî vîzyoneke taybet e. Karsaz tiştek e û em tiştek din in. Di roja me ya îro de em xwedî derfetek gewre ne. Ev derfet jî di wî çaxî de jixwe di destê Karsazê de tinebû. Wekîdin Karsaz’ê dixwest ku xwe bigihîjîne hemû kardarên Kurd, lê Yekîtiya Kardarên Kurd, kardarên ku dixe endamên xwe dihilbijêre. Armanca me ya AKEE jî ew e, ku em kardarên kurd bi rêxistin bikin, da ku di pêşerojê de bibe pira dinava sermiyana Kurdan û Ewrupa. 


AKKE çi daniye pêşiya xwe

Çend kardarên Kurd gihaştin hev û gotin em dixwazin yetiyeke xwe avabikin, heza xwe xurt bikin û kardarên Kurd bînin gel hev, ku hezek me ya aborî jî hebe, da ku em bêjin di vê pazarê de Kurd jî hene. Lewma me xwe tenê ne bi Ewrupa sînordar kir. Xebatên me li Swîsre, Rûsya, Ingilîstan, Franse jî hene. Her wiha me xwest ku em kardarên wek yên li Rusya û yên li welatên Îskandînya bînin cem hev û bi hev bidin nasîn. 

Di serî de xebatên me li Ewrupa ne. Lê heke derfet çêbibe, em dixwazin li welêt jî xebatan bimeşînin. Di warê alîkariyê de sala 2015’an em wek şandeyek ji kardarên Kurd çûne Amed, Mêrdîn û Wanê û me bi şaredarên wan deran re hevdîtin çêkirin. Di van hevdîtinan de, yek ji mijarên me ew bû, sermayeya Kurd çawa dikare biherike welêt û ji bo vê em dikarin çi bikin. Têkildarî van mijaran, proje hatin pêşkeş kirin. Heya wê demê, beriya ku rewşa awarte dest pê bike, em tevî şandeya xwe ji wir çûn Kobanê jî. Me li wir jî bi rêveberan re axivîn û xwesteka xwe ya ji bo alîkariya Kobanê anî ziman. Heya dema konferansa Kobanê ya ku 2015 an de li Parlamena Avrupa hate li dar xistin, me beşek ji sponsoriya wê kir. Her wuha jî me şeva alîkariyê ji bo Kobanê li dar xist û destkeftinên vê şevê ji bo pergalên nexweşxanekê ji Kobanê re şiyand.


Wek tespît mirov dikare bibêje AKEE wê bibe rêxistina sermayeya Kurdên dîasporayê. Fikra we heye hûn wek Kurd karê lobiyê bimeşînin.

Hebûna AKEE jî li ser vê yekê hatiyê sazkirin. Ji ber vê me serî li dezgehên Ewrupî dayê, ku em bi wan re têkiliyan deynin. Sala derbas bûyî me bi serokê partiya Keskan Cem Özdemîr re hevdîtin kir. Me serî li wezîrê aboriyê yê Elmanya da û bi awayekî fermî me bi beşa aborî ya wezartê re hevdîtin çêkir. Bi van hevdîtinan jî, em dixwazin ew deriyên ku li pêşiya Kurdan girtîbûn, werin vekirin, ku em jî bibin wek pirekê ji bo avakirina lobiya Kurdan.


Hewldanên vê lobiyê wê bibin çarenûs ji pirsgirêkên Kurdên li Elmanya?

Bêguman ev rêxistin di her warî de dibe piştevaniyek e ji bo civaka Kurd. Îro gava statûyeke Kurdan hebe, Kurd wê li her derî werin naskirin, bi xebatên xwe. Mesela, berê pirr caran kesekî wekî Kurd ji bo karekî miracaet dikir, lê nedihat qebûlkirin, lê belê kesekî Tirk dihat qebûlkirin. Eger di rojên pêş de ji me were, ev statûya Kurdan çêbe, Kurd bi nasnameya xwe werin qebûlkirin, ev zehmetiyên li pêşiya civak û gelê Kurd jî wê ji holê rabin. Li pêşiya ciwanên Kurd jî wê gelek derî vebin. 

Sermayeya navneteweyî li şûna baca yekser, projeyên civakî bi pêş dixin. Gelo hûn jî li ser mijarê fikirîne, ku kardarên Kurd jî li şûna qismek bacê ji bo civaka xwe weke mînak projeya dibistana taybet bi pêş bixe?

Weke AKEE em pêşî projeyan amade dikin û van projeyan pêşkêş û pêşniyazî endaman dikin. Gava ku me gazî endaman kir û projeyek pêşniyaz kir, endam gorî xwe biryar dide, ka tê de cîh bigire yan na. Gorî wê jî û kesên kû têde cîh bigire, êdî em wê projeyê dewrî wan endamên xwe dikin. Û endam êdî wî karî bi xwe dimeşînin. Ango piştî ku ew proje hate dewr kirin, êdî AKEE di birêveberina projê de cîh nagire. 

Em weke komeleke fermî qebûlbûyî ne, lê belê karê weqfê nakin. Em mehaneyên xwe distînin, bi wan karên xwe dimeşînin. 

Her wuha jî yek ji van projeyê me, destekkirina xwendekarên li Kurdistanê ye, em pereyan ji wan re dişînin, da ku ew karibin xwendina xwe dewam bikin.


Baş e çi projeyên we hene?

Projeyên me yên avahîsaziyê hene. Ji bo siberojê projeyeke me ya bankeya Kurdî ye. Ev ne karekî hêsan e. Dem jê re divê. Piştî damezrandina bankeyê em ê li ser reng û armancên wê jî bixebitin.

Sala bihurî em çûn Polonyayê tevî dîrektorê wezareta Aboriyê re rûniştin. Di vê civîna li ser navê AKEE, vî dîrektorî got, em amade ne bi we re projeyan çêkin. Di dema pêşiya me de, em ê muhtemelen piştî Nîsanê bi wezîrê aboriyê re jî rûnin. Heya Dîrektor got, em tenê projeyekê jî bi hev re çêkin, emê kêfxweş bin. 


Gelo wekî komele hûn karî şêwirmediyê û têkilîdanîna di navbera karsaz û kardarên Kurd de jî dikin?

Na, em têkiliya di navbera karsaz û kardarên Kurd ne nakin. Lê em têkiliya di navbera kardaran de dikin. Tabîkî daxwaza me ew e, em di nav kardarên Kurd de toreke peywendiyan deynin. Wekî mînak li ku derê çi kardareke Kurd hebe, em wî nas bikin, ka çi karî dike, bi çi radibe. Di warê têkildayînê di navbera kardaran de, em li ser dixebitin, ku endamên me bi hevdure kar bikin û faydê xwe ji hev bigirin. Mînak heger endamekî me yê Berlînê, karekî wî li Frankfurt, Stuttgart yan jî Munîxê hebe, ji navenda me dipirse, ka kîjan endamê me li wanderan heye, ku bikarîbe wî karî bide wî. Bi vî rengî ev tevneke pisporiya pîşeyî di navbera kardaran de datînin. Ji bo siberojê em dixwazin vê tevnê bi sazûma bikin.

Herçî mijara endamên me ne, ew kardarên asta bilind ên Kurd in, ew xwedî derfetê şêwirmendiyê ne. Em niha ne bi struktur bejî, tenê karekî şêwirmendiyê ya dan û standinê ji bo kardaran bi hevdure dikin.


AKEE karê perwerde û agahdarkirinê ya sermayeya Kurd dike yan na?

Hîna me ev nekiriye. Em bajar bi bajar û dewlet û dewlet digerin. Helbet di hin waran de em wan agahdar dikin, wan hişyar dikin. Hîna ev sê sal in em çalak in. Me gavên girîng avêtine, lê hîna em negihiştine wê asta bi awayekî profesyonel û pîşeyî perwerdeyên sermayeyê bidin. Lê ev jî wê siberojê bibe yek ji xebatên me.


Belê, endamên we yê jîn jî hene?

Belê, endamên me yê jin jî hene. Her çiqas hêjmara wan kêm be jî, dîsa em kêfxweşin ku di pozîsyonê bilind de cîh digirin. Îro pêşengê demê ji aliyê jinan vê tê meşandin, ji ber wê em daxwaz dikin, ku bêhtir jin di nav me de cîh bigirin.   


Gotina we ya dawî ji bo xwendevanên me çi ye?

Ez dixwazim bangekê li kardarên Kurd bikim. Bila kardarên li Ewrupayê yên Kurd li kîjan welatî dibin bila bibin, bibin endamên me. Em komeleyek in. Ev derfeteke girîng e ji bo kardarên Kurd. Careke din jî dibe ku derfeteke wisa peyde nebe. Ji ber wê jî em ji wan dixwazin ku beşdarî xebatên me bibin. Hîna kardarên Kurd hene ku me xwe negihandiye wan. Em dixwazin di demên pêş de xwe bigihînin wan. Em ê yek bi yek biçin serdana kardarên xwe û em hêvî dikin ew kardarên me jî tevlî me bibin. Ji bo vê jî me derfetên madî û manewî veqetandine. Em birêxistin in.


Dîrokçeya  AKEE


Pirraniya endamên AKEE li Elmanyayê ne. Wê şaxên xwe li Franse û ingilîstanê damezrandine û buroyên xwe jî vedike. Van herdu mehên pêşya me wê buroya wê ya li Franseyê jî vebe. Armanc ew e ku li van welatan jî kardar li cihê cih yekîtiyeke xwe, hêzeke ava bikin û xwe bi xwe xwe birêve bibin.

Sektorên endaman ji produksiyon û xizmetê heta bi tevahiya sektorên aborî yên muhtemel belav e. Hin endamên karsazê di gelek sektoran de çalak in. Sektora produksiyonê nexasim jî produksiyona xwarinê, wekî donerê belav e. Pê re sektora avahîsaziyê jî cihekî girîng digire. Şîrketên produksiyona betonê û tekstîlê jî ew sektorên din ên girîng in di nava sermayeya Kurd de. Produksiyona parçeyên otomotîvê jî endamên AKEE´yê hene. Hin kardarên endam 400 kesan di yek sektorê de dixebitînin. Hin jê jî di sektorinan de 10-15 kesan dixebitînin. Teqrîben jî karmendên Kurd ên AKEE´yê îstîxdama bi sedhezaran kesî misoger dikin.