
ÎSKAN ŞÎVHELAN
Rejîma AKP’ê şerê îmha û înkarê yê li hemberî nirxên Kurd û Kurdistanê berdewam dike. Rejîm dixwaze cardin şert û mercên berî salên 1980’yan paşve bîne û tevahiya destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Biryara vê konsepta îmha û înkarê di sala 2014’an de hatiye dayîn. Rasterast ji hêla serokomar R. Tayyîp Erdogan ve tê meşandin. Herî dawî zimanê Kurdî û navên Kurdî dê bên qedexekirin.
Di çarçoveya vê konsepta îmha û înkarê de;
1. Dê navên kargehan ên Kurdî bên astengkirin. Pratîka yekemîn a li dijî Kurdî bi destê qeyûman pêk hat. Navên şaredariyan ên Kurdî hatin rakirin. Li ser bertekan çend cihan cardin paşve nivîsandin.
2. Tekane dibistan û kreşên dersê didin zarokên Kurdan ên bi navê, “Zarokistan” hatin girtin.
3. Herî dawî li Geverê tabelaya kargeha bi navê “Zagros” ji ber ku bi Kurdî ye, ji hêla hêzên rejîmê ve hate rakirin. Di çarçoveya konsepta rejîma AKP’ê de bi tenê tunekirina Kurdî tune ye.
Dixwaze hemû tiştên Kurdan sembolîze dikin, ji holê rake. Ji bo vê yeke;
1. Bîrdariya (peyker) ji bo bîranîna komkujiya Roboskê ji hêla Şaredariya Peyasa Amedê ve hatibû danîn, bi kepçeyan hate rakirin.
2. Bîrdariya Şaredariya Cizîrê ji bo bîranîna siyasetmedarê qedirbilind Orhan Dogan danîbû, çend roj berê hate rakirin.
3. Li Çewlikê endama Koma Sorxwîn Nûdem Durak bi boneya stranên Kurdî gotine, hate cezakirin. Li Mêrsînê bi boneya stranên Kurdî gotine 12 ciwan li parkekê hatin binçavkirin, li Aydinê bi boneya stranên Kurdî guhdar kirine 5 xwendekar hatin binçavkirin. Em dikarin gelek mînakên wekî yên li jor bidin. Lê hewce nîn e em hewl bidin şerê îmha û înkarê yê rejîma tirk cardin îspat bikin. Jixwe gelê Kurd ev bi dehan salan e yek bi yek rastî van tê. Niha firsenda hesabpirsîna van êrîşan li ber destê gelê Kurd e. Ev jî referandûm e. Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu çend roj berî niha li Erziromê bi gotina “Em di vê referandûmê de bi ser bikevin, hûn ê bibînin ka dê çi bibe. Li bendê bin” gef li gelê Kurd xwar. Divê gelê Kurd jî firsendê nede vê rejîma xwînmij. Niha tirs ketiye dilê wan. Di vê referandûmê de têkçûna rejîma Erdogan di heman demê de têkçûna konsepta îmha û înkarê ye. Têkçûna rejîma tekperest, nîjadperest û xwînmij e. Ji bo wê divê her Kurdek di referandûmê de ji bo ku “NA” derkeve bixebite. Bi vê hem hesaba şerê du salan bipirse û hem jî êrîşên nû asteng bike. Firsend di destê Kurdan de ye, dikarin bi mistekê vê dagirkeriyê belav bikin.