Li navçeya Rezan a Amedê, Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi Kurdî perwerdehiyê dide zarokên temenê wan di navbera 5-11 salî de hat mohrkirin. Mufetîşên ku roja çarşemê çûbûn dibistanê û dest bi lêkolînê kiribûn raporek amadekiribûn. Di raporê de wiha hat îdiakirin: “Li dijî mewzûat û rêziknameya Perewerdehiya Mîlî perwerdehî tê dayîn.” Li ser vê raporê Muduriyeta Perwerdehiya Mîlî ya Amedê, bi daxwaza dibistan bê mohrkirin serî lê Walîtiya Amedê da. Walîtî jî biryara girtina dibistanê da.
Ji ber roja yekşemê tu kes li dibistanê tune bûn, polîs bi wesayîtên zirxî hatin dibistanê deriyê dibistanê mohrkirin. Dibistana Seretayî ya Ferzad kemanger di sala 2014’an de hatibû vekirin. Di pola duyemîn de 50, di ya yekemîn de 60 û di ya 3’yemîn de jî 63 xwendekarên dibistanê hene. Her wiha li dibistanê 18 mamoste jî dixebitin.

Li dij girtina krêşa Kurdî nerazîbûn

Li aliyê din li navçeya Wanê Qelqeliyê jî cihê ku dergûşxaneya Alan Kurdî ji aliyê Qeyûmê AKP´ê ve hatibû girtin, alîkara Hevşaredarê Qelqeliyê Elîf Yîgît li hemberî girtina Kreşa Alan Kurdî ya bi fermana qeyûm Serdar Karal nerazîbûn nîşan da û ev pêkanîn wekî “pêkanîna faşîst” bi nav kir.  Yîgît anî ziman ku qeyûm piştî ku hate tayînkirin şaredarî kir wekî qada dagirkeriyê û piştre jî di civîna bi keyayan kiriye de gotina “hûn ê neçin cenazeyên PKK’iyan pêşwazî nekin û neçin şîna wan. Yên ku diçin jî hişyar bikin. Êdî min gotina xwe kir mayî jî ya we ye” bi kar aniye. 
Yîgît bilêv kir ku girtina Kreşa Alan Kurdî dijminatiya li dijî Kurdî ye û wiha berdewam kir: “Qeyûm çawa hat tayînkirin pêkanînên faşîst xist dewreyê. Avahiya şaredariyê ya gel e ji aliyê polîs û cendirmeyan ve kirin wekî qada dagirkeriyê. Kreşa me ya di bin banê şaredariyê de hat vekirin tehamul nekirin ku em dersa Kurdî bidin deriyê wî mohr kirin. Di civîna bi keyayan re keya tehdîd kir.”
Yîgît anî ziman ku ew ê şaredariyên gel teslîm nekin li ber xwe bidin û xebatên xwe li avahiya DBP’ê berdewam bikin. Yîgît bang li gelê Qelqeliyê jî kir û got ku bila xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.

AMED/WAN