Gelê Kurd yê bi xwepêşandanan piştgiriya berxwedana Kobanê dike, ev çend rojin rastî êrişên tund yên hêzên dewleta Tirk tê. Bi taybet piştî daxuyaniyên reydarên AKP´ê êrişên faşîzan yên li dijî gelê Kurd zêde dibin. Li Dîlokê ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan lê gotina “PKK û DAIŞ ji bo me weke hev in” bikar anî, polîs, alîgirên DAIŞ’ê û çeteyên nîjadperest-faşîst êrîşî Kurdan kirin. Di bûyeran de 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Welatparêzên Kurd ên komkujiyeke gengaz a li Kobanê protesto dikirin, li Dîlokê rastî êrîşa hovane hatin. Çeteyên faşîst ên bi polîsan re tevdigeriyan, bi çek, sator û çoyan li taxên Barak û Vatanê êrîşî Kurdan kirin. Di dema bûyeran de avahiyên DBP’ê yên navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê jî ji aliyê çeteyên faşîst ve hatin şewitandin. Ne tenê Dîlok, li Mêrdîn, Wan û navçeyaên wê, Agirî, Şirnex, Amed û Êlihê êrişên hêzên dewleta Tirk dewam dikin.


Darbeya AKP´ê eve

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Efkan Ala da xuyakirin ku di dema çalakiyên Kobanê de li seranserê Tirkiyê 31 kesan jiyana xwe ji dest dane, 351 kes birîndar bûne. Efkan Ala tevî ku mukur hat ku 35 bajar ketine bin bandorê jî got, “derdorên marjînal.” Wezîr Efkan Ala, bîlançoya çalakiyên piştevaniya Kobanê û şermezarkirina têkiliyên desthilatdariya AKP’ê bi DAIŞ‘ê re ji 6’ê Cotmehê û vir ve tên lidarxistin, bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Rayedarê hikûmeta AKP’ê, ku mîna her carê weke berpirsyarê bûyeran HDP û CHP nîşan da, diyar kir ku bûyeran bandora xwe li 35 canan kiriye û got, “Di çalakiyan de 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piraniya wan di bûyerên tundiyê yên komên li dijî hev de, jiyana xwe ji dest dane.” Ala di dewama axaftina xwe de ev detay da: “2 wezîfedarên me yên emniyetê şehîd ketine. 221 sivîl, 139 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûne. 125 ji van polîs e, 5 jî jenderme ne. Bi giştî 351 kes birîndar bûne. 5 terorîstên êrîşa li Çewlikê lidar xistin, mirî hatine zevtkirin. Karmendê parastinê yê li Çewlikê birîndar bûye, ji malê re hatiye şandin. Rewşa midûrê me yê emniyetê ber bi başiyê ve diçe.” Ala diyar kir ku di bûyeran de 212 avahiyên dibistanan, 67 avahiyên emniyetê, 25 avahiyên qeymeqamiyê, 29 avahiyên partiyê, wargehên zarokan, navendên xwînê yên Kizilayê û avahiyên şaredariyê jî di nav de 780 avahî, bi giştî hezar 113 avahî hatine şewitandin û texrîpkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN