Hêstirên li herêmên sînorî yên Agirî û Wanê hatin zevtkirin, li gundê Xenanîs û mezrika Pêkropê yên Colemêrgê tên rawestandin. 80 qantirên ku gelê herêmê wan di bazirganiyê de bi kar dianîn û ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “ji bo qaçaxçîtiyê tên bikaranîn” hatin desteserkirin, 45 roj berê wan anî bûn Colemêrgê û piştî kirariyên qanûnî teslîmî Yedîemîn hatin kirin. Qantirên ku 2 şivan rojê bi 100 TL’yî li wan dinihêrin, piştî rapora ku dê ji aliyê Gerînendetiya Gumrikê ve bê amadekirin, wê ji bo firotinê bên berpêşkirin.


 COLEMÊRG