Koma ekolojîstên Îtalî bi piştgiriya endamên Tevgera Ekolojiya Mezopotamya ya Amedê, çend roj berê li baxçeyê Hevselê û warên dirokî geriyan û ziyaret kirin. Bi vî awayî Koma Ekolojîstan der barê dîrok û xwezaya Amedê de agahî girtin. Ekolojîst Alice Valessa derbarê xwezaya Baxçeyên Hevselê de diyar kir ku Hikûmeta AKP'ê dixwaze Hevselê tunebike û vir gor berjewendiya xwe bi kar bîne û wiha got: "Dixwazin li şûna vi baxçe û xwezaya xweş navendên sinema û danûsitandinê çekin. Baxçeyên hevselê êdî naxwazin ji bo gel bikar bînin. Dixwazin ji bo dewlemendan amade bikin. Hatina me ya Tirkiyeyê û Kurdistanê ji bo rewşa Stenbolê ya bûyera Parqa Geziyê û şopandina hilbijartinê bû. Dîsa em dixwazin zêdetir gelê Kurdistanê nas bikin. Em dixwazin rewşa Kurdistaniyan ya rojane çawa derbaz dibe bibinin. Ji bo pênaberên Sûriyeyê ku sînora nav bera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de bişopînin hatin û rewşa wan a mirovahî û ekolojî mêze bikin em hatin vir."


'Civak û mirov jî tune dibe'

Aktîvîstê Îtalî Cardilla Sara jî li ser rewşa Baxçeyên Hevselê dîtînên xwe anî ziman û diyar kir ku wan dît ku li vir li şûna hikûmet pêşve bibe, zêdetir xirab dike û got: "Siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê li Kurdistanê xirakirina cîhên dîrokî ne. Wek Heskîf û Baxçeyên Hevselê û em matmayî hiştin. Me dît ku li ser warê dîrokî Heskîfe bend hatiye avakirin. Bi vê bendavê bajar di bin avê de tê hiştin. Dîsa ya din jî dîwarê ku di navbera Tirkiye û Rojava de tê çêkirine. Em li hemberî van dîwarî matmayî man. Ma ne heyfa van baxçeyan e. Dewlet dixwaze van bexçeyan xira bike û li şûna wan parq û awahiyên wekî din çêkin. Dewlet pêwiste hinek tiştan fam bike. Heke van cîhên dîrokî wek Hesenkeyf û Baxçeyên Hevselê xira bike, bi vê xirakirinê mirov û civak jî tune dibe. Ew jî dizanin ku xira kirina xweza û dîroka gele Kurd, xirakirin û tunekirina gele Kurd e. Dewlet li Baxçeyên Hevselê siyasetekî bi talûke dimeşîne û ji bo vê sedemê em berxweda gele Amedê ji bo Baxçeyên Hevselê ji dil û can slav dikin."
Endamê Komeleya Ya Basta ya Îtalî Alessandro Pisareysi jî hatina xwe ya Amedê û Kurdistanê wiha bilêv kir: "Ez ji bo piştgiriya gele Amedê ya ji bo li hemberê Baxçeyên Hevselê hatim vir. Em îro li Amedê ne. Em siyaseta Erdogan li Tirkiyeyê û li Kurdistanê şermezar dikin. Em dizanin ku armanca hikûmeta Tirkiyeyê li Heskîyfê û li Baxçeyên Hevselê bê dîrok hîştin e. Ji bo van sedeman em siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê li Kurdistanê şermezar dikin û em berxwedana gelê Kurdistanê li Heskîfê û li Hevselê ji dil û can slav dikin."


MEHMET CÛRAN/DÎHA/AMED