Li dijî siyasetmedarên Kurd di bin navê KCK'ê de li 16 bajaran operasyon hate lidarxistin û nêzî 70 parêzer û 100’î zedetir kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyona ku bi fermana Dozgeriya Komarê ya Rayetaybet a Stenbolê hate lidarxistin de bi ser rojnameya Ozgur Gundem, Kovara Demokratîk Modernîte û Ozgur Halk, Buroya Hiqûqê ya Sadsalê û avahiyên BDP'ê de hate girtin. 
Polîsan li Stenbolê di Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Rojnameya Ozgur Gundem, Kovara Demokratîk Modernîte û Buroya Parêzer Huseyîn Çalişçi de girt. Li malên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Ozgur Erol, Mehmet Sanî Kizilkaya, Mustafa Eraslan û Firat Aydinkaya jî lêgerîn pêk anîn. Hemû riyên ku derdikevin Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Navên hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: "Rojnameger Cengîz Kapmaz, şofêrê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Huseyîn Karasu, Serokê BDP'a Stenbolê yê berê Parêzer Huseyîn Çalişçi, parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ayşe Batumlu, Cengîz Çîçek, Ozgur Erol, Mehmet Sanî Kizilkaya, Mustafa Eraslan û Firat Aydinkaya."
Serokwezîr Tayyîp Erdogan demeke berê der berê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hedef nîşan dabû û wiha gotibû: "Ciheke ku dibêjin Buroya Hiqûqê ya Sedsalê heye. Parêzerên Îmraliyê jî girêdayî vir in. Her tim parêzeran diguherînin. Tenê parêzerek naçe Îmraliyê. Parêzerên ku diçin Îmraliyê bi aweyeke têkîliyan bi Qendîlê re çêdikin. Di demên dawî de hevdîtin pêk nayê. Sedema ku ev çend meh in hevdîtin pêk nayê ev e." Operasyona ku piştî vê daxuyaniye dest pê kir balkêş e.
Li Amedê serê sibehê di encama serdegirtina malan de Hevserokê BDP'a Amedê Omer Onen, Serokê BDP'a Rezan Alî Yuce, Endama Meclîsa Domdar a KCD'ê Bedîa Akaya, Cîgira Şaredara Rezan Derya Tamrîş û parêzer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyonê de polîsan bi ser avahiya BDP'a Rezan de jî girtin. Li Amedê navên kesên ku hatin binçavkirin ev in: "Hevserokê BDP'a Amedê Omer Onen, Serokê BDP'a Rezan Alî Yuce, Endama Meclîsa Domdar a KCD'ê Bedîa Akaya, Cîgira Şaredara Rezan Derya Tamrîş, Rêveberê BDP'a Rezan Erdal Şenadam, Rêberê BDP'a Rezan Abdulhamît Durmaz, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Şafî Hayme, Endama Meclîsa Giştî ya Bajar Fatma Kizilkaya, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan Kadrî Goktîmur, Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Yuksel Barut, Xebatkarên BDP'ê Îrfan Çelîk, Gulşen Çelîk, Recep Gumuş, M. Cevat Aydin, Tahîr Baran, Îbrahîm Mercan, Abdullah Yalçin, Mehmet Okur, Recep Gumuş, Canan Guler, hevserê Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu Yusuf Emînoglu, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Baran Pamuk, Nurî Denîz, parêzerên Baroya Amedê Serkan Akbaş, Muharrem Şahîn, Meral Atasoy, Fuat Coşacak, Osman Çelîk, Mehmet Ayata, Nurî Demîr."
Hate zanîn ku bi ser hin gundên navçeya Rezan de jî hate girtin. Li gundê Gozeliyê Şahîn Seyyar, ji gundê Hasavarê Nurettîn Karataş hatin binçavkirin. Li gundê Taşdîlekê jî bi ser malekede hate girtin û lê kesek nehat binçavkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkirinan zêde ye.
Her wiha Prz. Cemo Tuysuz li Rihayê di encama serdagirtina malê de hate binçavkirin. Hate zanîn ku li Kocaeliyê bi ser avahiyên ESP, SDP û Mala Gel de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Misircê ya Sêrtê serê sibê polîsan bi ser mala Prz. Şakîr Demîr de girtin.
Li Mêrsînê polîsan bi ser mal û kargeriya Prz. Bedîr Kuran ê girêdayî Baroya Mêrsînê de girtin. Piştî lêgerînan Kuran hate binçavkirin. Li Îzmîr polîsan bi ser mal û buroyaên parêzerên Buroya Hiqûqê yên Asrinê de girtin. Ji parêzeran Servet Demîr, Mehmet Bayraktar, Nezahat Paşa Bayraktar û Mîzgîn Irgat hatin binçavkirin. Li navçeya Dihê ya Şirnexê jî prz. Veysel Vesek û Hakzan Sadak di encama serdagirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Êlihê polîsan bi ser mal û kargeha Serokê BDP'a Êlihê Prz. Mehdî Oztuzun de girt û Oztuzun hate binçavkirin. Li Wanê jî parêzer Sabahattîn Kaya û Cemal Demîr di encama serdagirtina malan de hatin binçavkirin. Demîr û Kaya parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikirin. Hate zanîn ku di Demîr li Şirnexê hate binçavkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî polîs û tîmên taybet bi ser malên 4 parêzerên parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin de girtin. Di serdagirtinan de li mala Serokê Baroya Colemêrgê yê berê û Endamê Daîmî yê KCD'ê Nevzat Anuk û Davut Uzunkopru de lêgerîn kirin. Di serdagirtinan de Uzunkopru hate binçavkirin û Anuk jî li Enqere hate binçavkirin. Li buroyên Ergun Canan û Erdal Sefali lêgerîn pêk hat.

NAVENDA NÛÇEYAN




'Operasyon ne tesadûfî ne'


Parêzvanên mafên mirovan û sendîkavanan bertek nîşanî operasyonên "KCK'ê" yên li 16 bajaran pêk hatin da. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Berdevkê Demê yê Meclîsa Aştiyê Metîn Bakkalci, diyar kir ku operasyonan tên lidarxistin çareseriya pirsgirêka Kurd dixe xetereyê û wiha got: "Serokwezîr Erdogan duh bi MÎT û Wezerata Dadê re hevdîtin kir û pişt re operasyonan dest pê kir. Ev ne tesadûfî ye."
Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Berdevkê Demê yê Meclîsa Aştiyê Metîn Bakkalci, anî ziman ku operasyonên pêktên tu eleqeya wan bi hiqûq û ehlaq nîn e. Bakkalci, da zanîn ku çareseriya pirgirsgirêka Kurd bi van operasyonan hêj bêtir ber bi neçareseriyê ve tê rêkirin. Bakkalci, bilêv kir operasyon ji bo jiyana demokratîk taxrîp bikin tên kirin. Bakkalci, bal kişan ser operasyonên piştî hevdîtina Serokwezîr Erdogan û wiha axivî: "Serokwezîr Erdogan bi MÎT û Wezîrê Dadê re hevdîtin kir. Pişt re operasyon hatin kirin. Me wekî aqilsivik dîbin. Serokwezîr derdikeve van operasyona diparêz e. Pişt re jî dibêje 'ez nakim' Bila tu kes mirovan nexapîn e"
Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî diyar kir ku hikûmet naxwaz pirsgirêka Kurd çareser bike û kesên hatin binçavkirin bi keyfî hatine binçavkirin. Ozgen, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi van operasyonan çareseriya pirsgirêka Kurd ber bi xitîmînê ve dibe û wiha got: "Hikûmet vê xetimîn dixwez li qada legal bike. Van operasyonan di bin konpseta ewlehî dikin. Divê ev hikûmet dest ji vê yekê berde. Divê demildest ev pêkanîn keyfî bê bi dawîkirin û kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan."
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Ahmet Faruk Unsal jî diyar kir ku operasyonên heye niha hatin kirin gotinên "siyasî nîn in" derewin. Unsal, anî ziman ku ev gotin ji bo mirovan bixapînin in. Unsal, da zanîn ku operasyon pêvajoya makezagonê sabote dike. Unsal, bilêv kir ku operasyonên pêktên gihiştine asta hemû kesan diltirs dikin û wiha got: "Em ji ber van operasyonan bi guman in. Heke çareseriya pirsgirêka Kurd bixwazin divê dest ji van pêkanîn berdin." 

Hiqûqnas: ‘Civakê bê parastin dihêlin’
Piştî daxuyaniya Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan got "Ciheki bi navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê heye. Parêzerên Îmralî girêdayî wir in" di çarçoveya doza KCK'ê de polîsan bi ser gelek mal û buroyên parêzeran de girt. Hiqûqnasan bertek nîşanî operasyona li ser navê KCK'ê li hemberî parêzeran pêk tê dan. Hiqûqnasan, anîn ziman ku êdî narqosê faşîzmê lê dide.
Serokê ÎHD'a Stenbolê Abdulbakî Boga, diyar kir ku ev operasyon ji bo hikûqa Tirkiyeyê talûyeke gelek mezin e. Prz. Eren Keskin jî anî ziman ku dewlet bi vê operasyonê har bûye û ji ser xwe çûye. Prz. Kemal Aytaç jî bertek nîşanda û diyar kir ku bi vê yekê dixwazin parêzeran jî çavtirsandî bikin. Prz. Eren Keskîn da zanîn ku bi vê yekê êdî gotin nemaye û wiha axivî: "Dewletê bi vê operasyonê hişê xwe winda kiriye. Ev li ser navê parêzeran li dijî hemû civakê ye. Aliyê wê yê hiqûqî tune."
Serokê ÎHD'a Stenbolê Prz. Abdulbakî Boga jî anî ziman ku dewlet bi vê operasyona li dijî parêzeran dixwaze civakê bê parastin bihêle. Boga, da zanîn ku ev yek ji bo hiqûqa Tirkiyeyê talûkeyek gelem mezin e û wiha got: "Tu vegotina vê ya hiqûqî tune. Ev ji bo Tirkiyeyê lêdana naqosan e." Prz. Kemal Aytaç jî operasyon şermezar kir û destnîşan kir ku bi vê operasyonê dixwaze parêzer û civakê çavtirsandî bike.

'Polîs li gorî şemaya Haberturkê tev digire
Parêzer Ozcan Kiliç ê ku hate Buroya Hiqûqê ya Sedsale ya di bin orpêça polîsan de ye diyar kir ku di bin navê operasyona KCK'ê de heta niha 26 parêzer hatine binçavkirin. Kiliç anî ziman ku polîs li gorî "Şemaya KCK'ê' ay beriya çend rojan di rojnameya Haberturkê de hate weşandin tev digere.
Dorpêça li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixabitin didome. Polîsên ku hatin avahiyê demeke li benda dozger û mifteyê man. Piştre jî li buroyê lêgerînê dest pê kir. Parêzer Ozcan Kiliç jî ji bo dema lêgerînê de amede be hate buroyê. Kiliç pirsên rojnamegerên ku negirtin kolanê bersivand û got ku di bin navê operasyona KCK'ê de heta niha li Stenbolê 26 parêzer hatine binçavkirin. Kiliç pirsa rojnamegeran a "ev operasyon çima hatiye kirin" jî bersiva: "Rojên borî di rojnameya Haberturkê de şemayek hate weşandin. Qasî ku em fêm dikin polîs li gorî vê şemayê tev digere."

Amadekariya çalakiya şermezar kirinê
Parezerên endamên Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD) û Baroya Stenbolê, ji bo gelek parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diparezê bi operasyonan "KCK" ve hatin binçavkirin, amadekariya li ber baroyê çalakiya şermezarkirine dikin.

Li Stenbol parezêr amadekariya çalakiya ji bo serê sibehê nêzîkê 70 hempîşeyên wan yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diparezin bi operasyona "KCK" di serdegirtinên buro û malan de hatin binçavkirin şermezar bikin, dikin. Parezerên endamên Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD) û Baroya Stenbolê, dê saet di 18.00'an de daxuyaniyê bidin. Dê parezer li ber Baroya Stenbolê bicivin û binçavkirina hempîyeyên xwe şermezar bikin.

ENQERE /STENBOL




Ozgur Gundemê serdegirtin şermezar kir


Rojnameya Ozgur Gundemê bi serdegirtina buroya wan a navendî, desteserkirina kompîturan û binçavkirina nivîskarên wan parêzer Ayşe Batumlu û Cengîz Kapmaz şermezar kir û daxuyand ku dê tû pêkutî wan ji riya wan venegerîne.
Di 16 bajaran de serdegirtin û lêgerînên di bin navê operasyonên KCK'ê de didomin û yek ji cihe ku rasti serdegirtinê hat buroya Rojnameya Ozgur Gundeme ye. Li buroya navendî ya rojnameyê lêgerîn bi dawî bû û gelek kompîtur û weşan hatin desteserkirin. Li aliyê din nivîskarên rojnameyê Ayşe Batumlu û Cengîz Kapmaz jî hatin binçavkirin. Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê li dijî pêkutiyên li hemberî çapemenî, siyasetmedar û parêzeran nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rojnameya Ozgur Gundemê pêkutiyên bi vî rengî baş dizane û daxuyand ku li dijî rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîr û dostên Kurdan qirkirineka siyasî didomîne.