Li navçeya Cizîra Şirnexê pêkanînên sûcên şer ên çeteyên dewletê bi hemû tundiya xwe berdewam dike. Duh di saetên sibehê de girseya ku ji bo cenaze û birîndaran bigire çû Taxa Cûdiyê, ji taxê cenazeyên Serhat Altun, Ahmet Tunç û Mehmet Kalan û 4 jî birîndaran wergirtin û hatin ser Kolana Nisêbînê. Dema ku girse hat ser Kolana Nisêbînê ji aliyê wesayîtên zirxî hat gulebarankirin. Di êrîşê de tevî kameramanê ÎMC’ê Refîk Tekîn gelek kes birîndar bûn û girse jî xwe spart malên derdorê. Ji birîndaran bi kêmanî 10 kes bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê û gelek birîndarên din ji ber êrîşan li cihê bûyerê tên rawestandin. 


Sariyildiz û hevşaderan bûn hedef

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredar û endamên meclisê yên şaredariyê jî di nav de bi dehan welatî di bin gulebaranê de li malan asê mane. Der barê bûyerê de Sariyildiz axivî û diyar kir ku bi kêmanî 12-13 kes birîndar bûne, rewşa du kesan giran e û dibe jiyana xwe jî ji dest dabin. Sariyildiz got ku niha tevî cenazeyan ên ku ji taxê wergirtine, ji bo xwe ji guleyan biparêzin xwe spartine malekî lê gulebarana li ser wan berdewam dike. 

Sariyildiz da xuyakirin ku li Cizîrê wehşeta AKP’ê heye û got ku ew tevî cenazeyên xwe li wir asê mane. Sariyildiz bang li DMME’yê jî kir ku ji bo biryara tedbîrê pêk were bikeve nav liv û tevgerê an na dê Yekitiya Ewropayê (YE) û saziyên wê jî bibin şîrikê vî sûcî. 


Banga çalakiya lezgîn

Her wiha Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî der barê wehşeta AKP’ê ya li Cizîrê daxuyaniyek da û banga rakirina dorpêçê kir û mudaxaleyê li bûyerên ku li Cizîrê qewimî bên kirin kir û ji bo gel jî banga li dijî şerê qesrê dengê xwe bilind bikin, kir. Demîrtaş li dijî gulebarankirina gel nerazîbûn nîşan da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke tiştek bi birîndaran bê berpirsyar serokwezîr û hikûmet e.” 


 ŞIRNEX  




Ji ‘Ciwanên Apoyî’ banga çalakiyan



Însiyatîfa Ciwanên Apoyî daxuyaniyeke nivîskî weşand, banga çalakiyê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ‘Niha ne dema axaftinê, nîqaşê ye, dema çalakiyê ye’ û hat xwestin ku destpêkê li metropolan û li cihên din çalakî li dar bixin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li tevahî ciwanên Kurdistan û Tirkiye, jinên ciwan dikin ku berxwedana xwerêveberiyan bilind bikin. Her kêliyê hûn disekinin, çeteyên AKP’ê li dijî gelê me biryarên qetlîam û qirkirinê digirin. Em wekî ciwanan êdî em qebûl nakin ku ji aliyê rejîmên dîktatorî bên birêvebirin. Pêşengên vê pêvajoya têkoşîna jiyana azad a ku em nêzî fînala bûne, ciwan in. Em pêşengiya şoreşa xwe ya gel a mezin, şoreşa Kurdistanê bikin. Biherikin kolan û qadan. Em dijmin têk bibin. Divê dewleta AKP’e ya faşîst bizanibe ku her ciwan û her jin dijminê wî ne. Divê faşîst hesabên tevahî qetlîaman bidin û niha tam dema hesabpirsînê ye. Êdî tehamûla me tune ye ku em li ser axa Kurdistanê agahiya înfazeke din bigirin û dijmin li Kurdistanê bibînin. Em vê nîşanî dijmin bidin.”