PKK û KCKʼê ji bo salvegera komkujiya Sêwazê ya li Madimadikê daxuyanî dan, careke din komkujî şermezar kirin û soz dan ew ê hêviyên qurbaniyan bi têkoşîn û berxwedanê pêk bînin û bi serketin tacîdar bikin. PKK û KCK’ê ji bo bibîranîneke rast a şehîdên 1980’î li Çorûmê û yên sala 1993’an li Sêwasê bang li civaka Elewiyan kirin û xwestin ji bo demokrasî û azadiyê têbikoşin û gotin, “Zêhniyeta kujer îro bi AKP-MHPê li ser hukim e.” Komîteya Çandê ya PKK’ê der barê komkujiya Sêwazê ya li otêla Madimakê de got, ‘’Dewleta Tirk a faşist û dagirker 2’ê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê, li hotêla Madimakê rewşenbîr û hunermend jî di nav de 33 mirov şewitandin û bi rengekî hovane qetil kirin. Em vê komkujî û provokasyona dermirovî şermezar û lanet dikin. Em soz didin ku em ê hêviyên wan ên azadiyê bi têkoşîna xwe pêk bînin. Em vê zihniyeta qirker ji nêz de nas dikin. Ev zihniyeta reş û qirêj her ku derfet dîtiye êriş aniye ser hêzên civakî, tevgerên azadî, kesên rewşenbîr û hunermend ku civakê temsil dikin, û li ser wan qirkirin ferz kiriye.’’ Desthilardariya AKP-MHP ku îro temsîliyeta Mûaviye, Yavuz Selîm, Îtîhad û Teraqî dike, li ser gele Kurd qirkirinê, li ser hêzen civakî, demokrat jî tundî û dîktatoriyê ferz dike. Em li hemberî vê zêhniyeta qirker tu carî serî natewînîn. Em ê bi têkoşîna xwe ya çand û hunerê bibin dengê civakê û ew canê ku li Sêwasê me şehîd dane em ê heta serkeftin û azadiyê biçin. Em ji bîr nakin Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê jî daxuyaniyek weşand û îşaret bi dîroka dewleta Tirk a tijî komkujî kir û li ser yek ji beşên civakê yê bûye qurban qala Elewiyan kir û got: “Di Gulan-Tîrmeha 1980’î de li Çorûmê û di 2’ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê Elewî careke din ji ber baweriya xwe û jiyana xwe ya demokratîk ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin kuştin. Em Elewiyên ku di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê daxwaz û hesreta wan bi serketina têkoşîna xwe ya Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad tacîdar bikin. Di serî de Elewî em bang li gelên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku hîn bi xurtî û rêxistinî xwedî li vê têkoşînê derkevin. Nexwestin Elewî nêzî Rêxistinê bibin Komkujiya Sêwasê di demeke welê de hate kirin ku gelên Tirkiyeyê tevî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha yekîtiya demokratîk dest bi têkoşîna hevpar kirin. Ji vî alî ve, komkujiya Sêwasê hewldana ji bo astengkirina hevkariya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ye. Ev peyam jî bi qetilkirina beşa herî çalak a civakê, bi qetilkirina Elewiyan dan gelên Tirkiyeyê. Lewma komkujî û zexta li Elewiyan ji aliyê cewherî ve êrişek li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ev êriş di dema tifaqa AKP-MHP’ê de berfireh bûye û didome. Eşkere bû, yê ku kir çeteyên DAÎŞ’ê êrişê bîne ser Elewiyan, Kurdan, Ereban û Xiristiyanan, AKP-MHP ye. Li dijî faşîzm helwesteke xurt divê Ji bo bîranîna mirovên 2’ê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê hatin kuştin, wezîfeya her demokrat û welatparêzî ye bi taybetî jî wezîfeya Elewiyan e ku bi têkoşînê ji wan re bibin bersiv. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê hêza xwe ya civakî û siyasî hîn bi rêxistinî nîşan bidin û bibin bersiv ji bîranîna yên şehîd bûne. Bi wesîleya bîranîna 2’ê Tîrmehê em bang li Elewiyan dikin ku li gorî rêya wan a rastiyê ku jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê helwesteke xurt û bi bandor nîşan bidin.” NAVENDA NÛÇEYAN