‘Li holê pêvajo nema ye'
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku hikûmeta AKP'ê bi helwesta xwe nîşan daye ku ka çi qas bi sivikî nêzî fedekariyên mezin û vîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê derxistiye holê, dibe û wiha hat gotin: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkê û mayîndebûna aştiyê li Tirkiyeyê gavên girîng avêt, lê hikûmeta AKP'ê bi nêzîkatiyên ne cidî, ev gavên ji bo çareseriyê hatine avêtin qurbanî hesabên xwe yên hilbijartinê û polîtîkaya mijûlkirinê ya bi salan dimeşîne, kiriye. Divê her kes bizanibe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ji bo hikûmeta AKP'ê firsendeke nû ya mijûlkirinê û hilbijartineke din qezenç bike, ev gav neavêtine. Bi awayekî zelal diyar bûye ku hikûmeta AKP'ê, gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê avêtine, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û mayîndekirina aştiyê, nenirxandiye. AKP, vê rewşa agirbestê û bingeha çareseriyê, bi dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî navgînekê re, dixwaze ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bikar bîne û pozîsyona xwe ya di vî warî de xurt bike. Ev nêzîkatî bi tena serê xwe tê wateya sabotekirina pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin. AKP'ê, di rewşa heyî de li holê tu pêvajo nehiştiye, polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê dewam kiriye û hînê di riya xwe de israr dike.”
Mêtîngerî û qirkirin
KCK’ê destnîşan kir ku çareserî bo gotina ‘Ez van didim te, yan nadim te’ yên pirsgirêk afirandine, nabe û daxuyanî wiha berdewam kir: “Mejiyê ku ev pakêt aşkera kir, li gorî şert û mercên nû versiyoneke nû ya mejiyê pirsgirêka Kurd afirandiye. Tiştên bi vê pakêtê re hatin aşkerakirin jî, tê wateya dewamkirina mêtingeriya siyasî û qirkirina çandî. Rêberê Gelê Kurd, di encama hevdîtinên beriya salekê hatin destpêkirin de hewl da mejiyê demokratîk û siyaseta demokratîk bikeve dewrê û li ser vê bingehê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Hikûmeta AKP'ê ne şert û mercên siyaseta demokratîk afirandiye, ne jî rê û rêbazên siyaseta demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêkê bicih aniye. Di rê û rêbazên xwedî mejiyê hegemon, dîktatorî û 'ezê ya dizanim pêk bînim' de israr kiriye.
Tişta ku AKP jê direve
KCK’ê diyar kir ku AKP difikire ku zîhniyeta demokratîk û siyaseta demokratîk dê bibe dawiya avabûna û zîhniyeta wê ya hegomonîk û wiha hat gotin: “Ji ber vê sedemê jî pêngavên ku siyaseta demokratîk pêk bîne û siyaseta demokratîk bi rêz û rêbazan çareser bike, navêje. Şerta ku siyaseta demokratîk pêk were ev e ku çareseriya pirsgirêkê bi muxatabên wê re biaxive û muzakere bikeye. Ferzkirin û her tim fikrên xwe parastin, îfadeya zîhniyeta otorîter a hegomonîk e. Muzakere jî şerta siyaseta demokratîk û zîhniyeta demokratîk e. Di demokrasiyan de muzakere û lihevkirin esas e. Di pirsgirêka tirk ya herî sereke de ger serî li muzakere û lihevkirinê neyê xistin, gelo dê behsa kîjan siyaseta demokratîk û demokrasiyê bê kirin? Di pakêta ku rêbaza wê demokratîk de ye jî, pêngavên ku demokratîbûnê tîne jî îhtîva nekiriye. Ji xwe kirina wê jî ne mumkune. Ev nêzîkatiya AKP’ê pratîkirina gotina aliyên ne demokratîk ya wekê ‘Em kesî muxatap negirin, tiştên ku em dizanin bikin e.’ Ji ber ku muxatab girtin, tê wateya ku civaka Kurd nasîne. Ev jî guherîna zîhniyetê û rê û rêbazên rast ya siyaseta demokratîk, bi xwe re tîne. Tişta ku hikûmeta AKP’ê nake û jê direve jî ev e.”
Banga têkoşînê
KCK’ê diyar kir ku di pakêtê de der barê elewiyan de cih dane hinek tiştan û piştre ev red kirine û daxuyanî wiha berdewam kir: “AKP fikiriye ku ew ê rastî bertekan bên, dest jê berdaye. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê çawa nêzî pirsgirêkan dibe û bê cidiyet nêz dibe. Kurd û gelê Tirkiyeyê ji bo ku AKP pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, mijûl bike û an jî AKP hilbijartinan qezenc bike na, ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser bibe piştgirî danê. Ji ber vê jî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê ji hikûmeta AKP’ê hesab bipirse û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê têkoşîna xwe bilintir bike.”
Hedefa êrîşê hemû Kurd inSerokatiya Desteya Rêveber ya KCK’ê êrîşa bombeyî ya li Hewlêrê şermezar kir û sersaxî ji gelê Başûrê Kurdistanê û hikumetê xwest. KCK’ê diyar kir ku ev êrîş li dijî hemû gelê Kurd pêk hatiye û wiha got: “Em vê êrîşê di heman demê de weke êrîşeke li dijî tevgera me pêkhatî dibînîn û ji bo careke din bûyerên bi vî awayî pêk neyên, em careke din dubare dikin ku erk û peywirên dikevin ser milê me em ê bi cih bînîn.” KCK’ê bi bîr xist ku ji 6 malbatên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwe û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin.
KCK’ê da zanîn ku pêwîst e gelê Kurd li dijî van êrîşan parastina xwe ya rewa bihêz bike û ev tişt hatin gotin: "Ev saleke li Rojava li dijî gelê Kurd êrîşên çeteyan pêk tên û ev erîşa bombeyî jî hemwext li nava paytextê başûrê Kurdistanê Hewlêrê pêk hat, ev yek nîşan dide ku pêla tundiyê li tevayî Kurdistanê belav bikin. Ev êrîşa ku têde 6 Kurd hatin şehîdkirin û bi dehan kes birîndar bûn. Êdî aşkera bûye ku ev êrîşeke li dijî gelê Kurd e. Ev rastî jî dide diyarkirin ku pêwîst e Kurdên li hemû parçeyan li dijî van êrîşan helwestekî hevpar nîşan bidin. Em jî vê êrîşê di heman demê de weke êrîşeke li dijî tevgera me pêk hatî dibînîn û ji bo careke din bûyerên bi vî awayî rû nedin, em careke din dubare dikin ku erk û peywirên dikevin ser milê me em dê bicih bînîn.”
ANF/BEHDÎNAN