Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu bal kişand li ser komkujiya Roboskiyê û diyar kir ku AKP xebatên derbarê ronîkirina komkujiya Roboskê de asteng kirine.
Li Roboskê balefirên şer ên Artêşa Tirk di 28’ê kanûna 2011’an de Kurd bombebaran kirin û 34 gundiyên Kurd qetil kir. Lê li ser komkujiyê re salek derbas bû, hê jî kiryarên vê hovîtiyê derneketin holê. Ji bo ku kujer derneketin holê, Kurd û derdorên demokrat jî dewletê berpirsiyar dibînin.
Bi ‘biryara nepenî’ jî asteng dikin ku civak derbarê pêvajoya hiqûqî de agahiyan hîn nebe. Hewil didin bi tazmînatê malbatan ji vê dozê paş ve bibin. Malbat jî pereyên ku ji aliyê dewletê ve li hesabên wan yên bankê razandine bikar naynin. Derbarê komkujiyê de Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê û endamê Komîsyona Jêr ya Qilabanê ku di Komîsyona Hurkolîna Mafê Mirovan ya Meclisê de cih digire Ertugrul Kurkçu nêrînên xwe ji ANF’ê re parvekir.
Kurkçu pêvajoya qasî salekî weke “demekî vale derbaz bû” girte dest û komîsyona Meclisê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Ez dibêjim vale derbasbû, ji ber ku tiştek nehat kirin. Ez di aliyê Komîsyona Hurkolîna Mafê Mirovan ya Meclisê de dibêjim… Tenê agahiyên meqamên fermî dayî bes dît. Ev meqaman Serfermandarî, Wezareta Navxweyî û Dozgerê Dadgeha Cezayê Giran ya Reyaya Taybet a Amedê ye. Ji dervey agahiyên vana yên ji rêzê dayî pêngavek din nehat avêtin.”
Kurkçu diyar kir ku ew wekî şexsekî komkujiya Roboskê weke tevgera dervey sînor dibîne û destnîşan kir ku hikûmet û leşkeriyê di hava hevkariye de ne û wiha pêde çû: “Ez difikirin ku komkujiya li Roboskê di rastiya xwe de tevgerekî dervey sînor e. Tevgera dervey sînor bi emrê hikumetê pêkhatiye.”
Kurkçu aşker kir ku kiryarên komkujiyê diyarin û ev tişt got: “Ev komkujî ji hêla hikûmetê û Serfermandariyê ne pêk hatiye. Pêwîste di aliyê siyasî de hikûmet û di aliyê leşkerî de jî Serfermandar hesabê bidin. Niha destê wan di aliyê hesab nedayînê de bihêze, lê belê em dê li ser vê mijarê bisekinin û vî hesabî ji wan bipirsin.”
Kurkçu destnîşan kir ku kiryarên komkujiyê tên zanîn lê belê hewil didn veşêrin û aşkera kir ku veşartina vê komkujiyê jî ji hêla endamên AKP’ê yên di Komîsyona Jêr ya Qilabanê de cih digirin ve pêk tê. Kurkçu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rastiyê de di pêvajoya salekê de, tişta ku pêwîst bû di destpêkê de hatiba kirine, nehat kirin. Ji ber ku tê zanîn bûyer çawa çêbûye. Vê agahiyê nadin me. Li ser van meqaman tu tetkîk nehatin kirin. Çima? Ji ber ku piraniya komîsyona me endamên AKP’ê ne! daxwazên me yên di vî alî de hem li Komîsyona Mafê Mirovan ya Meclisê û hem jî komîsyona jêr hatin derbazkirin û tişta pêwîst nehat pêşwazî kirin. Ji serê biharê tişta ku me pêşniyar dikir ev bû: Agahiyên ku me ji Serfermandarî û Serokwezîrtiyê negirt ji derveyê sînor bixwazîn; yanî ji başûre Kurdistanê û ji DYA’yê. Lê belê ev daxwaza me hate redkirin. Gotin ‘Nabe agahiyên ku dewleta me nade me ji dewletek din bixwazîn’. Di rastî de pêwîst bû her delîlê ku hatiba destê me, pêwîst bû me binirxanda.”
Kurkçu aşkera kir ku di komisyonê de tenê yek dengê wan heye û ji ber vê çendê nemumkune ku mekanîzmaya li hemberî wan ji cihê wê biliqîne. Kurkçu diyar kir ku di nivîsandina raporê de ew dê guhdarî wijdan û mejiyê xwe bikin û wisa tevbigerin.



ALÎ BARIŞ KURT / ANF/ENQERE