Daniel Pipse yek ji pisporên Rojhilata Navîn yên herî jîre. Ew li DYA’yê serokê navendek lêkolînên stratejî ye. Ji destpêka sala 2003’an û vir ve ew bi awayekî berdewam siyaseta AKP’ê dişopîne. Derbarê vê partiya ‘Îslamî’ de çend pirtûk jî nivsî ne. Li gorî Pipse AKP navnendeke Îslama siyasî ye ku hewl dide Tirkiyeyê û tevahiya cîhana misilman a Sunî bixe bin basikên xwe û desthilatdariyek mezin ku ‘dikare di dawiyê de bibe dijberê Rojava û hemû nirxên demokratiyê’ ava bike. Bi gotinek din, ew dixwaze ‘Împratoriya Osmanî ya nûjen’ bîne meydanê. Pipse diyar dike ku Rojava ya ku niha AKP’ê bi hêz dike, dê poşman bibe û di dawiyê de rastî hêzêk Îslama siyasî ya dijber a pupler were. Pipse balê dikşîne ser siyaset û helwestên AKP’ê yên dij-semitik jî.
AKP bi hemû hêza xwe bi demê re ketiye pêşberkê û hewl dide di zûtirîn dem de rûyê Tirkiyeyê biguherîne û di dawiyê de dewletek Îslama siyasî ava bike. Ji bo vê yekê qanûn û zagonan li gorî xwesteka xwe saz dike. Cih li hemû hêzên demokrat teng dike û sûdê ji dengên welatiyan digre. Ji bo ku vê pîlana xwe bi cih bike, AKP destekeke mezin ji Fethulah Gulen jî digre. Bi hev re kar dikin. Gulen yê nişticihê DYA’yê projeya AKP’ê ya Îslamîzekirina Tirkiyeyê dişopîne û pîroz dike.
DYA jî ji vê siyaseta AKP’ê razî ye. Tê gotin ku lihevkirinek di navbera her 2 aliyan peydabûye. Li gorî vê lihevkirinê, AKP wek endama NATO pîlanên DYA û stratîjiya wê li heremê bi cih tîne, lê ew jî di pirsgrêkên navxweyî de xwedî însyatîf e. Niha li himberî Îranê AKP’ê tam helwesta DYA û NATO yê girtiye ser piyên xwe. Vozeyên Rokêtên NATO li dijî Îran û Rûsiyayê li Meletiyê bi cih kirine. Bi kurtî AKP’ê „Îslama NATO“ temsîl dike. Ev modela Îslama siyasî ya ku niha li DYAyê xwedî qedir û qîmet e. Ew niha wek projeya desthilatdariyê li Qeter, Iraq û Lîbiyayê jî xwedî desthilatdar e. 
Ji bo AKP karibe projeya xwe pêkbîne, DYA û Rojava hemû derfet ji bo wê peydakirine. Di mijarên mafên mirovan û pirsgirêka Kurd de ew qet rastî rexneyan nayê. Tevî hemû binpêkirinên hiqûqî jî lê dîsa AKP cihê pesindayinê ye. Ew niha ji bo Rojhilata Navîn mînak û model e! Ji ber hindê ev ‘mînak’ divê tekûz were dîtin. Qet neyê rexnekirin.
Li gorî rojnamevanê Alman ê çepger Nickolaus Brauns ku pirtûkek hêja derbarê ‘AKP’ê û pirsgrêka Kurd’ de nivsî ye, DYA’yê lempeya kesk ji bo Erdogan û partiya wî pêxistiye ku ew dikarin Kurdan biçewisînin û li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê şerekî topyekbûn ilan bikin. Ji ber vê yekê AKP’ê bi hezarên siyasetmedarên Kurd girt û Ocalan tecrît kir û rêzek opraysonên eskerî li hundir û derveyî Tirkiyeyê li dijî hêzên tevgera Kurd pêkanî.
AKP’ê her wiha artêş jî razî kir. Brauns dibêje AKP’ê ji bo artêşê ji riya xwe ya Îslamîzekirina dewletê derbixe ew di mijara têkbirina Kurdan de kir xwedî însiyatîf. Şerê li dijî Kurdan ji di warê eskerî de biçarçev nekir, lê şerekî çandî û aborî jî destpêkir. Vekirina TRT6 a bi Kurdî wek beşekî ji vî şerê çandî hat dîtin. Wê demê Îlker Baybug serokerka artêşa Tirk behsa pêwîstiya berfirehkirina şerê li dijî PKKê kiribû û diyar kiribû ku gerek ev şer aliyekî xwe yê çandî û aborî û civakî jî bigre. Ev yek pêk hat. Li himberî vê jî AKP’ê prosesa Îslamîzekirina dezgehên dewletê berdewam kir.
Niha AKP li Tirkiyeyê û tevahiya heremê xwe mîna ‘serkêşa cîhana Sunî’ dibîne. Ew li ser vî esasî mudaxeleya rewşa Sûriyeyê ya navxweyî dike. Destê xwe dirêjî kar û barê Iraqê dike. Niha di navbera hikûmeta AKP’ê û desthilatdariya Şîiyan li Iraqê aloziyek peyda bûye. Ev alozî di encamên axaftinên Erdogan yên derbarê şerê mezhebî li Iraqê de hate rojevê. Erdogan pişta Suniyan girt û diyar kir ku ewê li dij siyaseta Nûrî el- Malikî ya ‘cihtengkirina’ li Suniyan bê deng nemînin. Ev yek rastî helwestek xurt ya Şîiyên Iraqê hat. El-Malikî jî bersevek tund da. Şîiyan dest bi baykotkirina Tirkiyeyê kir. Şîi qet qebûl nakin ku AKP hêzên Sunî yên siyasî li himberî wan bîne ser piyan.
Iraq xwe mîna beşek ji ‘hevalbendiya Şîi’ ya mezin dibîne. Ev hevalbendî li gel Îran, rejîma Beşar Esed, Rêxistina Hizbulah a Libnanê bûye stûna desthilatdariya Şîiyan li heremê. AKP jî ji vê hevalbendiyê bêzar e.
Ji ber hindê AKP hêzên Îslama siyasî yên Sunnî li Iraq, Sûriye û Libnanê destek dike. Heta hêzên Îslamî yên başûrê Kurdistanê jî fînanse dike û dide pêş. Di sala 2009’an de hin hêzên Îslamî yên Başûr daxuyanî dan û pesnê siyaseta AKP’ê ya derbarê Kurdên Bakur de dan û ji Kurdan xwestin ku dengen xwe bidin AKP’ê.
Projeya AKP’ê û Gulen li ser esasê parastina mezheba Sunnî û pêşxistina Îslama siyasî ya girêdayî NATO û Rojava tê pêşxistin. Gelek Ereb jî ji vê siyasetê razî ne. Ji ber hindê niha teoriya ‘mînakgirtina AKP’ê’ li cîhana Ereb li pêş e.
Lê li dij AKP’ê hêza Şîi û Îranê heye. Eger ne ji vê hêzê bûya, dê Tirkiyê ji mêj e mudaxeleya rewşa Sûriyeye kiriba. Jixwe hêzên demokrat û Kurd jî dijberê AKP’ê ne. Lê ew rastî êrîşek mezin tên.
AKP bûye beşekî siyaseta ‘Rojhilata Navîn a Mezin’ û li heremê beşadarî amurê DYA û Rojava bûye. Ev rastiyek diyar e ku bi siloganan û bi hêza medyayê dixwze bête veşartin û berovajî wê ji gelê Tirkiyeyê bê nîşandan. Mirov dikare qaşo destekdayina Filistîniyan û dijberiya Îsraîlê jî wek beşek ji vê siyasetê binrxîne. AKP ji bo xapandina gel sûdê ji Împratoriya GUlen û derfetên DYA û Rojava jî digre.
Vêca di navbera teoriya Pipse û rastiya AKP’ê wek amurek NATO û DYA’yê de tiştekî berbiçav heye ku AKP  hemû projeyên DYA’yê bi cîh tîne lê di heman demê de hêza xwe berfireh dike û hîmên xwe di civaka Tirk û civakên Sunî de datîne…