Tiştekî din ku mirov mecbur e li ser rawestê: Di rastiya Dengîr Mîr Mehmet Firat de, Tirkiya kevin gunehkar e, Tirkiyê nû, ya dibin pêşengiya AKPê de pîrûpak e. Lê qet komkujiyên di dema AKPê de, bikaranîna çekên kimyewî û qikririna siyasî, kulturî û cografîk nabîne. Nêzîkî van rastiyan jî nabe. Ji ber ku zihniyeta wî  îpotekkirî ye, nikare xwe di normatif  nîşan bide, weke Erdogan pirsgirêka Kurd terorîze dike, riyên kolektîf ku navê wê yê din “rêxistiniya zordestî û dagirkeriyê” ye diparêze.
Lîteretura sosyo-polîtîk ya zext û zorê di Dengîr Mîr Mehmet Firat da xwe didê der: dema ku dibêje; “Parlamenta Amedê ya serbixe Leyla Zana, “gaveke degelî bi cesaret avêt û mesaja gel ya aştîxwazî anî ziman”, li hemberî 5 agirbestên ku PKKe  îlan kirine, lê operasyonên dagirkerî û tesfiyekirina desthilatdariya AKPê jibîr dike. Bêguman leyla Zana degel û bi cesaret e, lê mîna Dengî Mîr dibêje, ev degelî û cesaret ne lid erî gelê Kurd e. Ji ber ku Dengîr Mîr, aîdîyeta gelê kurd, bi degeliya Leyla Zana bi nav dike. Ev şaş e, aîdiyeta Leyla Zana bi degeliya gelê Kurd tê bi nav kirin. Leyla Zana jî  ev rastî aniye ziman û pêdiviya wê bi berdevkiyan nîne. Lê aîdiya AKPê ya li ser şexsê Dengîr Mîr bêhtirîn eşkere û diyar e, di axatinên wî de jî xuya dike.   Di heman axaftinê de “nîfaqê-dubendiyê” jî dike. Ji ber ku Leyla Zana û parlamenterên din yên BDPê, di yek kefika mîzênê de na nirxîne. Ez behsa pîvana fikir û hişmendiyê nakim; binêrin çi dibêje: “Leyla Zana, weke parlamenterê din yê BDPe, bi desteka Haraketê ne hatiye hilbijartin.” Ev gotin jî, didine xuya kirin ku aîdiyeta hişmendiya Firat AKPê ye û parastina îdeolojiya putperestiya Tirkîtiyê û şerê psîkolojîk dike. Yanî nîfaqê dike, gelaciyê dike. Hîna pirsgirêka Kurd, di çarçoveya “îtîlafê-lihevkirin-lihevhatin”ê nabîne.  Yanî çi dibîne; “Piştî Abdullah Ocalan hate girtin, rêxistin kete valahiyek bê lîder. Çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Kurd, bi çareseriya pirsgirêka PKKê, pirsgirêka Kurd çareser nabe.” Vêceee, çi cûdatiya gotinên Dengîr Firat û yên Erdogan ji hev hene? Aîdiyeta van gotinan dibê ya kê û rengê kîjan îdeolojiyê diragirin? Guman dikim ku bersiva van pirsan, wê armanca gotinên wî jî eşkere bike.  Ev gotinên li derî edaletê, û ji bilî zihniyeta zulum û zordestiyê tiştekî din nayînin bîra mirov in. Haaa, tiştekî din, her gotin bi zanebûn û bi psîkolojiya stratejiya dewletê ya parçekirin û dilxelêneka nava Kurdan, bi bijarteyî hatiye gotin. Ev sîyaseta dewletê û armanca dewletê ye. Mixabin Dengîr Mîr, vê siyasetê bi rengekî din û bi zihniyeteke din  dûbare dike. Zihniyeta Îttîhat û Terakkî, îro bi destê AKPê lê di rengê Fetûl-munkîr,  Mehmet Akîf Ersoy û Nîhal Atsiz de, bi himbêz kirina Alperenler, bi parastina hizbûl-kontra berdewam dike. 
Lewma ez bêjim, gotinên Dengîr Mîr Mehmet Firat, temam kirina xeleka gotinên Tarik Ziya Ekincî û xeleka gavavêtina Leyla Zana ne. Lê cûdatiya her sê navan, di meşrûiyetê de ji hev têne veqetandin. Di eniya Kurd de, meşrûiyeta Tarik Ziya Ekincî û meşruiyeta Leyla Zana heye, lê meşrûiyeta Dengîr Mîr Mehet Firat nine. Heq jî ne kiriye, bi vê mebestê hêviya min ew e ku meşrûiyeta Tarik Ziya Ekincî û meşruiyeta Leyla Zana, bi gayrî-meşruiyet û “mulgatiya” Dengîr Mîr Mehmet Firat re neyên  cem hev û di yek kefikê de cih negirin. Ji ber ku du dîtin, sê kesayetiyên cûda ne; aliyek pirsgirêka kurd, neteweyî, herêmî, kulturî, nasname, statu, azadî, cografîk, dîrokî dibîne; yek jî   pirsgirêka Kurd, weke “pirsgirêka hemwelati û bîadê” dibîne. Erdogan jî di her firsetê de dibêje, “birayên min yê kurd” û bi aîdiyeta îdeolojiya putperestiya Tirkîtiyê, pirsgirêka Kurd û PKKê ji hev diwejêre û tevahiya gelê Kurd terorize dike.  Ji xwe kurdên weke Dengîr Mîr Mehmet Firat û Mehmed Galîp Ensarîoglu û hwd, ligel Erdogan in û heman îdeolojiyê diparêzin. Lê gelê kurd di her firsetê de, vî îdeolojiyê red dike.
El însaf gidîîîî: Dengî Mîr  Mehmet Firat dibêje; “ji salên 2000 û pê de, gelek qedexe hatin rakirin. Zimanê Zikmakî weke dersa hilbijarî hate erê kirin. (…) belkî siyaseta inkarê ji holê hate rakirin, lê asimilasyon berdewam dike.” Dîsa balê dikişîne ser vekirina TRT 6, û pesnê AKPê dide. Dîsa dibêje, “Di Destura Bingehîn de, pêdiviya misoger kirina hebûna Kurdan ne pêwist e û ne lazim e.” Rast e zihniyeta dewleteke korsan, tenê dikare gavên korsanî biavêje, ji sedema kiryarên çete û kosranî pêdivî bi kanun, Destura Bingehîn jî nîne. Ji ber ku şerîeta Tirkîtiyê, putperestî ava kiriye û ji bilî Tirkên li dora Erodgan, maf jiyanê nade tu kesê din. Ev dîtin û nirxandin, li derî kanunên demê ne ye, şahs-I muhsar î dewleta Tirk in. Hêvî ew e ku kesên akademîk, kesên psîkolog li ser van gotinên Mehmet Firat rawestin û bêjin ku ev ciwamêr, gotinên xwe li derî vijdan û derî rastiyê tîne ziman. Armanca wî jî, ji alternatîfa çareseiryê wêdetir e, tesklîm giritn û kolekirina gelê kurd e. Aîdiyeta AKPê û îdeolojiya dewletê ye. Tenê di gotina ku dibêje “asimilasyon ne tenê, bi rakirina mirovan ji holê pêk tê” de gotineke rast bikartîne.
Baş tê zanîn ku cografya bingeha dîrokê ye û dîrok ji cogrfya qut çênabe, kultur jî di heman astê de ye. Eger dagirker, cografya mirovan  bikujin, pîrozî û nirxên civakî, wek avanî, wargehên olî, kulturî ji holê rakin, civak, gel ji holê tê rakirin. Li Kurdistanê jenosîda pirr alî heye û bi dijwarî jî berdewam dike. Ev zihniyeta Îttîhat Terakkî ye. Mehmet Firat jî, bi armanca cûdakirina zihniyeta Kemalîst û Erodgan, rastiya berdewam kirina vê zihniyetê mikur tê. Dibêje: “ Îttîhat û Terakkî, bi   Talat, Enwer û Cemal Paşa  bi dawî nebûye.” Ev zihniyeta ku dibin perdeya “kemalîzm”ê de berdewam dikir, îdeolojiya yek-yekan bû û bi 6 tîran de hatibû destnîşan kirin. Erdogan jî yek-yekan diparêze, wezîrê karên ewlekariyê Wecdî Gonul jî, li payîtexta YE Brukselê, di 11.11.2008an de bi gotina; “Eger Rum û Ermenî neçûbane,  em nedibûne dewleteke neteweyî”, devê rayedarên YE vekirî û dilehayî hişt. Talat, Enwer, Cemal Paşa, Kemal, Ismet û Fevzî Paşa çûn, lê Erdogan Paşa hat û heman zihniyetê di kiras û xeftanê kesk de didomîne.
Dîsa Dengîr Mîr dibêje; “li Nurnbergê faşîzm hate dadgeh kirin.” Yanî faşîzm hate mahkum kirin. Lê ev ne rast e, erê hate dadgeh kirin, lê ji holê ranebû. Sîstema ku faşîstan diafirîne, piştî dadgehkirina li Nurnbergê Franco, Pînoschet, Saddam, derxistin holê.  Van diktatorên ku weke tîranên sedsalê têne binavkirin çi dikirin?

- Tecrîda giran ya li ser Rêberê Haraketa  Azadiya Kurd Abdullah Ocalan salekê kirin pratîkê.
- Kanunên taybet ku rejîma faşîzan biparêzin derxistin.
- Bi fermanên taybet, li kolanên weke Amedê zarok, jin û kal hatin kuştin.
- Bi erêniya Konseya Ewlekariya Dewletê, fermanên komkujiya weke Roboskî hatin dayin. Yan jî komkujiya li Qendîlê û jina ducanî hatin kuştin.
- Bi gotina yek-yekan, rê li ber kiryarên antî huquqî, antî exlakî û antî-demokratîk vekirin.
- Kontrayên ku li kolanan gel gulebaran kirin û kuştin kirin, hatin parastin.
- Bi fermana van kesan 7-8 hezar siyasetmedar, zarok, parêzvan, rojnamevan, parêzerên mafê mirovan hatin girtin.
- Bi fermana van kesan, wargehên sifîl, daristan  hatin bombarduman kirin.
-  Kujerên bi dehan zarokên şivan, zarokên ligel bavê wan, bi dehan  ciwanên di kolanan de hatin kuştin û kujer ne hatin dagdeh kirin. Kontrayên li ser suc haitn girtins erbest hatin berdan.
- Cogrfaya Kurdistanê bûye gorîstana gorên komî.  
-  Van kesan, zihniyeta inkar û tunekirinê bi tu rengî terk nekirin.
-  Van kesan her dem li dijî komên xelkê şerê psîkolojîk bikaranîn.
- Van tîranan azadiya çapemeniyê ji holê rakirin û medya kirin amûrê şerê psîkolojîk.
- Van dîktatoran, muxalifên xwe dişopandin û bi lîstik û dek û dolaban tefsiye kirin. 
- Van siltanan, dadgehên taybet vekirin û muxalifên xwe bi salan di zindanan de hiştin.
- Van faşîstan, kiryarên xwe bi kanunên li derî demê meşrû kirin.
- Di dadgehan de zimanê zikmakî li girtiyan qedexe kirin.
- Zindanên welatên xwe ji kapasîteya wan, du-sê katan didagirtin. 300 qereqolên taybet, 200 girtîgehên taybet ava kirin.
- Van zaliman, di girtîgehan de komkujî kirin.
- Zihniyeta qedexe, inkar û tunekirinê di alfabe, dîrok û culture de dimeşînin.
- Îradeya gel xesp kirin û nûnerên bi dengên gel hatin hilbijartin avêtin zindanan.
- Li hundir diktator in, zarok kuştin, ciwan kuştin, li derve jî wek hawariyê maf, dmeokrasî û aştiyê tevdgeriyan.
- Li hundir, democrat digirtin, surgun dikirin, demokrasî dikuştin.
- Li welatê xwe gelên din dikuştin, tune dikirin, li derveyî welat weke hawariyê demokrasî û gelan tevdigeriyan.
-  Diktatorên cîhanê teva actor û aktrîstên baş in û baş dizanin zimanê demagojî bikar bînin.
- Diktatorên cîhanê teva derewîn in, bi rihatî û li rûwê mirov dinêrin û derewan bikin. Tiştê ku îro got, sibe mandele bike.
- Desturê Bingehîn yên rewşa awarte erê dikin.
Ev xal dikarin dirêj bibin. Ji ber ku diktator bi tenê dadgehên taybet amade dikin, kanunên taybet derdixin.
Dengîr Mîr Mehmet Firat van xalan ji nedîtî ve tê û mirov ji cenabê wî bipirse, guman têde nine ku, ewê wek demokratekî hemdemî û pêşverû bersivê bide. Lê binêrin, di pirsgirêka wezîrê karên hundir  Idrîs Naim Şahîn de çi dibêje û AKPe çawa diparêze;  “ Ez naxwazim li ser kesan biaxivim. Ji ber ku ev kes (Îdris Naim Şahîn), nêrîna desthilatdariyê temsîl nake. Di nava desthilatdariyê de rexne kirina şexsan, mijarê biçûk dike.”
Lê ew jî baş dizane ku gaf û şaşiyên vî “muxloqatê” di eyarê mirovan de, li welatekî din ba ne, wî desthilatdarî di cih de têk biçe. Wilo xuya dike ku desthilatdariya AKPê, hîna wezîrê karên hundir parvedike. Na xwe  ew mirov, bi kirasê insanî jî mulga ye. Dîsa jî li ser kursî ye.  Çima: Ji ber ku siyaseta AKPê, bi tecrîda, ku di rewşeke bê exlaqî, antî-huquqî û di çaçroveyeke bê vîjdanî de li Imralî dewam dike. Ev siyaseta AKPê ye û li dijî tevahiya gelê Kurd e, bi  riya kesên weke Dengîr Mîr Mehmet Firat û Galîp Ensarîoglu jî, di nava kurdan de tê kûr kirin.  Kurdan ev rastî fêm kiriye. Divê ew jî fêm bikin, yanî Dengîr Mîr Mehmet Firat û Garîp Ensarîoglu jî fêm bikin; çiqasî bibin palê AKPê,  di axaftin û nirxandinên xwe de serî li riyên manîpûlekirinê bidin, anormatîf haraket bikin jî,  her BDPyî, her lehengê Têkoşîna Azadiya Kurd Gerry Adams’ek e, lê Tayyip Erdogan nikare bibe Tony Blair. Divê fêm bikin,  Êdî kultura dewşirmetiyê, zihniyeta Îttîhadî reng biguhere jî, di doşeka zikratan de ye, dermanê wê jî nine.