Li gorî agahiyên studyoya paytextê xwe gihandî wan, di bersiva ji pêşniyaz pirsa partiya çep a Elman Die Linke a 14´ê Tîrmehê re hukûmeta federal a Elman dibêje, Tirkiye “ji bo komên îslamîst veguheriye platformeke navendî ya çalakiyê”.
Di metna bersivê de tê gotin, “partiya hikûmetê AKP û serokkomar Erdogan elaqedarî Birayên Misilman ên Misrî, Hamas û komên muxalefetê yên Sûrî gelek daxuyaniyên piştgiriyê dan û destek dan wan îşaret bi nêzîkatiya îdeolojîk a di navbera wan de dike.”
Bersiva hukûmetê xwe disipêre îstîxbaratê
Bersiva ji pêşniyaz pirsa Partiya Çep re xwe disipêre agahiyên ji Saziya Îstîxbaratê ya Federal. Hêja ye mirov behsa wê yekê bike ku bersiv ne ji Wezareta Karê Derve lê ji Wezareta Karê Hundir hatiye. Jixwe, parlamenterê SPD´ê yê elaqedarî mijarên karê derve Rolf Mutzenich gazinan dike û rexneyên li vê rêveçûnê dike bi gotinên, Tirkiye endamê NATO´yê ye û eskerên Elman halê hazir lê bicihbûyî ne.
Yek ji nuqteyên girîng jî ew e ku bersiv ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin ji ber ku “ji bo berjewendiyên dewletê” wisa divê.
Pêşniyaz - pirsa behsa wê kirî li ser çalakiyên faşîstên Tirk ên li Ewrûpayê bi navê UETD birêxistinbûyî û îmamên DIDIB´ê ku weke nûneriyên AKP û Erdogan tevdigeriyan bû. Yek ji pirsan jî li ser desteka AKP û Erdogan a ji komên tundraw ên weke Birayên Misilman bû. Bi bersivê re eşkere bû ku hikûmeta Elman difikire ku AKP û Erdogan piştgirî dane komên terorîst jî.
NAVENDA NÛÇEYAN