Tirkiye, bi salan e darbeyan dixwe û di nava brînên kûr û xedar de dinale. Herî dawî, bi îstîfa-kirina generalan, kete nava erdhejeke dewletî.
Desthilatdariyên her du dewletan jî, dixwazin pirsgirêka Kurd bi çekan çareser bikin. Ev dewletên ku, nûnertiya faşîzma sedsala bîstûyekê dikin, di pirsgirêka Kurd de, siyaseta kînê û tolhildanê didine meşandin.
Niha jî ketine nava hewldanên nû: Nûnerên faşîzma Îranê Ahmedînejad û molle, wê hewl bidin ku bi xwînê birîna xwe derman bikin. Nûnerên faşîzma Tirkiyê jî, sazkariya çete û kontrayên nû dane destpêkirin. Navên nû li kontra û çeteyan dikin. Sazkariya çete û kontra, ji eskeriyê radestî Akademiya Polîsan kirin. Esker, nerazîbûna xwe tînîne ziman, lê AKP’ê bask û perên generalan şikand.
Pêr, serokwezîr Erdogan, di axaftina li hemberî gel de, got, “em şaşiyên berê nakin.”
Ev mikurhatina ku projeya Tansu Çîller ya artêşa taybet û “SS”ên polîsan, dike pratîkê ye. Lê ne bi taktîkên Çîller, bi taktîkên xwe. Qelemşorên Cemaeta Gulan, berî Erdogan biaxive, ev mijar eşkere kirin û gelê Kurd jî tehdîd kirin.
Li Tirkiyê pêvajoyeke nû dest pê dike. Ev pêvajo wê ji pêvajoyên berî niha dijwartir be. Bêhtirîn lîstik û dek û dolab wê hebin.
Mijareke din: AKP’e, dixwaze ku alternatîfa li dijî Haraketa Azadiya Kurd jî sazkar bike. Kurdên, ku ji aliyê polîsên AKP’ê ve têne parastin, zêde dibin. Ev jî modeyeke nû ye. Kurdên Kurdîtî dikirin û westiyan, têvegeriyan, ji aliyê polîsên AKP’ê ve têne parastin. Polîsên ku zarokên Kurdan dikujin, çengê wan dişikînin, li kolanan seqet dikin, dibin panzêran de dikujin, parêzvaniya “Kurdên Taybet” dikin.
Mirov dikare navê vê demê bike “Pêvajoya Xapandin û Nakokiyan.” Ev rêbaza Mussolînî ya salên 1921ê ye. Mussolînî, ev stratejî di aliyê aborî de bikar anî; Erdogan, di aliyê siyasî û civakî de dike pratîkê. Demeke dirêj e ku stratejîsyenên AKP’ê li ser vê projê kar dikin. Navê vê projê, “tesfiye bike û piştre vekirinê bike” ye. Bingeha vê projê li ser parçekirina Kurdan hatiye rûnandin. Aliyekî parçe-kirin, aliyê din aborî ye, siyasî û civakî ye.
AKP’e dixwaze ku, Emuxalefetekê li dijî, BDP’ê sazkar bike, Bloka Ked Azadî û Demokrasî jî têk bibe. Ev têkbirin, yan jî parçekirina îradeya gelê Kurd e. Hingî wê KCD’e jî, îzole bike. Ev parçeyek ji çikandina ava deryayê ye û bêav hiştina masî ye.
Ev stratejî, ji bo pûç kirin û vala derxisitna Xweseriya Demokratîk e.
Hesabê AKP’ê, dûr û kûr in. Lê ji rastiya dîrokê dûr e. Hunandina keliha Şoreşa Kurdî, bi mezrebeyên destik şikestî û rê û rêbazên hatine ceribandin nayê hêrivandin.
Di sedsala bîstûyekê de, di cîhana global de, li hemberî teknolojiya pêşketî û di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de; di demdirêjiyeke ku li herêmê “şoreşek” hate pêkanîn de; “Dewleta Cemaetan” wê çiqasi dikaribe rol û misyona komarê, demokrasî, mafan, peyman û huquqên navneteweyî bîne cih? Ev yek!...
Ya duyemîn, qazana “Ocaxa Yenîçerî” dikele. Nakokiya dewletî, ji dîtina li ber çavan kûrtir e! Ya sêyemîn, Şoreşa Kurd, keliha azadiyê û hişmendiya jiyana bi rûmet avakiriye. Top, tankên faşîzma spî nikarin vê kelihê têk bibin û xerab bikin.
Îranê jî, kete nava wê azmuneya kujerî, lê rastî Zapa 2mîn hat.
Ya çaremîn, heya kengî wê AKP’e dikaribe gelê Tirk wek “gelê meymun” bibîne; nebîne, nebihîze û ne axive... Heya kengî?
Rewşenbîr û demokratên li dora AKP’ê kom bûne, wê di demeke nêzîk de, ewê tîqê tîqê rastî faşîzma spî werin. Ew demokrat, bi gotina, “li Tirkiyê wesayeta eskerî xelas dibe, wesayeta sermayê serdikeve” xwe dixapînin. Ji ber ku di dewsa wesayeta eskerî de, wesayeta reş ya cemaetan destpêdike. Guhertin, ne di îdeolojî, ne di hişmendî û ne di siyasetê de ye, di reng û gotinê de ye. Tiştê ku nayê dîtin û fêm kirin ev e.
Heya îro nûnertiya gel ne parlamento, artêşê dikir. Lê ji îro û pê de, nûnertî dikevê destê cemaetan. Serokwezîr Tayyip Erdogan, piştî îstîfa kirina generalan, derkete pêşberî ekranên telewizyonan û di cih de, ji bo eniya faşîst mesaja “têkoşîna li dijî terorê wê bi dijwarî berdewam bike” da û ji bo hêzên demokrat û aştîxwaz jî, mesaja “destura bingehîn ya pirrengî” da. Ev gotinên Erdogan, ji riyeke nû û çareseriyê zêdetir, vekirina dergehê nû yê şer e. Şerê nû, eskerî, aborî û sifîl e. Yê sifîl wê ne di rengê operasyonan de, di rengê alternetîfa sifîl a Kurd de, di rengê kontra û çeteyan de be.
Di meha pîroz ya Ramazanê de jî, serokwezîrê komara cemaetan Erdogan, agirbestek îlan nekir. Gelê Kurd, ji bo operasyon rawestin û xwîn nerije, di destpêka Ramazanê de, bûne mertalên zindî û ber bi sinoran derketin rê.
Kî aştîxwaz e, kî şerxwaz e xuya dike.