Di sergirtinên malan ên li Erzîrom, Aydin, Mêrdîn û Gimgimê de 31 kes hatin binçavkirin. Li gelek navçeyên polîs diavêjin ser malan jî, ketin û derketin hatiye girtin. Polîsên Tirk li bajarên Serhedê li ser kar bûn. Li Tekman a Erzîromê polîs û tîmên taybet danê avêtin ser gelek malên li gund û taxan. Di serdegirtinan de polîsan zerar dan malan, heqaret û sixêf li mirovan kirin û 11 kes kirin binçavan. 11 kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Kêliyên rewşa awarte
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, beriya serdegirtina malan ketin û derketina navçeyê ji aliyê polêsan ve hat girtin û vê yekê rê li ber fikarin 'Hiqûqa rewşa awarte careke din tînin Bakurê Kurdistanê' vekir. Di serdegirtinan de polîsan deriyê malan şikandin û herî kêm 9 kes kirin binçavan. Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, bi sedema destek dane berxwedana Kobanê bang li xebatkarên Şaredariyê hat kirin ku biçin midûriyeta polêsan ya navçeyê û piştre jî hatin binçavkirin. Li navçeyê pêr jî ji 3 kesên bi heman rengî bang li wan hatibû kirin, 2 kes hatibûn girtin. Li aliyê din li Nazîllî ya Aydinê jî polîsan avêtin ser malan û 8 kes kirin binçavan. Ev kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polêsan ya Nazîlliyê.
MÊRDÎN