Elîaçik da zanîn, AKP a ku ji Roboskî heta Cizîrê bi hêsanî mirovan dikuje, neliretiyê dike û îftirayê dike, ti eleqeya xwe bi Îslamê û mûxafazakariyê re nîne. Elîaçik got, “AKP niha ne tiştek e. Ol û mûxafazakarî tevgerek e, lê li cem van ev jî nîne. AKP tê wateya Erdoganîzm. Li holê şexsek heye, partiyeke ku hewl dide vî şexsî li ser piyan bihêle heye. Ji wan heye ku heta ev şexs li ser piyan bisekine, wê berjewendiyên xwe biparêzin û bi vî mejî tevdigerin. Îbnî Haldûn jê re dibêje rêveberiya înfîrat. Înfîrat tê wateya rêveberiya yek şexsî, yanî dîktatorî.”
Tevgera yekbûyî girîng e
Elîaçik da zanîn, li pêşberî wan girseyeke ku bi bilindbûn û têkçûna şexsekî ve girêdayî ye heye û wiha pê de çû: “Ev şêweyê rêveberiyê çiqasî dîktatorî bê dîtin jî, qels e. Ji rewşa belavbûyî û neyekbûyî ya mûxalefetê sûdê werdigire û xwe bi vî rengî diparêze.” Elîaçik diyar kir, hin komên olî yên destekê didin AKP’ê, piştî nîqaşa serokatiyê ew jî êdî nerazî ne û got, “Ev komên olî pê hesiyan, ku ber bi ku ve diçin. Lê belê, ji ber ku alternatîfeke din nabînin, tevî ku naxwazin jî desteka xwe didomînin. Derdorên rastgir jî xwedî heman fikaran e, lê belê ji ber ku ew jî alternatîfekê nabînin xwe dixapînin. Bêguman ev rewş wê her kesî ber bi felaketê ve bibe. Dema ku hinekî hilkumî wê, ji hev belav bibin. Ez bi xwe di wê baweriyê de me, ku AKP wê di dema pêş de ji hev bikeve, parçe bibe. Ne du parçe, wê bibe sê, çar parçe. Ev rewş êdî bi vî rengî nameşe.”
Prof. Îhsan Elîaçik destnîşan kir, ku divê mûxalefeta ji hevbelavbûyî derhal li hev bicive, bibe yek û got, “Eger piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê CHP û HDP bi hev re tevbigeriyan û zindîbûna li berxwedana Gezî nîşan bidan, bi hev re tevbigeriyan, wê desthilatdarî ewqasî dîn û har nebûya.”
Elîaçik ji bo Sifreyên Rûyê Erdê yên di meha Remezanê de werin danîn, bang li her kesên rojî girtine yan negirtine, yê bawer dikin an bawer nakin kir, ku li dora van sifreyan bicivin.
ZEYNEP KÛRAY/ANF/STENBOL